Kesên ji ber pankarta Kurdistanê hatin binçavkirin wê sewqî edliyeyê bên kirin

  • jin
  • 13:06 28 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - 7 Jinên di çalakiya 25’ê Mijdarê de ji ber hilgirtina pankarta “Kurdistanê” hatibûn binçavkirin wê piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê bên kirin. 
 
7 jinên di çalakiya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tûndiya Li Ser Jinan a Navnetewî de pankarta ku li ser “Ji Efxanîstanê heya Îranê, Ji Îranê heya Kurdistanê, ji Kurdistanê heya Tirkiyeyê agirê femînîst venamire” hilgirtin, ji hêla polîsan ve hatibûn binçavkirin. Îfadeya jinên 4 roj in di bin çavan de ne li miduriyeta polîsan hate wergirtin. 
 
Parêzeran ragihand ku gef li jinên di bin çavan de hatine xwarin û heqaret li wan hatine kirin. Hate hînbûn ku ji jinan pirsa “Kê naveroka pankartê amade kiriye?” hatiye pirsîn.
 
Tê payîn ku wê jin piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Enqereyê werin kirin.