Partiya DEVA'yê di fitarê de serdana malbata Şenyaşar kir 2023-03-24 19:42:51   RIHA – Partiya DEVA'yê ya Rihayê serdana Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar ya li ber edliyeyê kir û bi malbatê re fitariya xwe kir.    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 732’yan de berdewam dike.   Malbata Şenyaşar îro jî çalakiya xwe li ber edliyeyê domand. Dayik Emine Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar heta dema fitariyê li ber edliyeyê çalakiya xwe domadin. Seroktiya Partiya DEVA'yê ya Rihayê jî di dema fitariyê de serdana malbatê kir û li vir bi hev re fitariya xwe kirin.    Serokê Partiya DEVA'yê yê Ahmet Tuysuz di serdanê de axivî. Tuysuz bi lêv kir ku ew ji destpêkê ve li dijî zilma li malbata Şenyaşar hatiye kirin rabûne û weke sala par îsal jî ji bo piştevaniyê serdana wan kirine. Her wiha Tuysuz destnîşan kir ku ew ê her tim li cem malbata Şenyaşarê bin.