Li Bazîdê avêtina ser malan 2023-03-24 21:26:48   AGIRÎ- Li Bazîdê polîsan danê êvarî bi awayekî hevwext avêtin ser gelek malan. Di avaêtina ser malan d egelek eks hatin binçavkirin.    Li Taxa Ûlûyol a Bazîda Agiriyê, danê êvarî polîsan bi awayekî hevwext avêtin ser gelek malan. Hat destnîşankirin ku polîsên bi wesayîtên zirxî hatine taxê, deriyên malan şikandine û di avêtina ser malan de gelek kes binçav kirine.    Sedema binçavkirinê nehat hînkirin.