Li ser rêya Wan-Erdîşê rêzeqeza: 2 kes mirin, 45 kes birîndar bûn 2024-12-10 09:40:28 WAN - Li ser rêya di navbera Wan-Erdîşê de rêzeqeza çêbû. Di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 45 kes jî birîndar bûn. Îro di danê sibehê de li ser rêya Wan-Erdîşê ji ber mijê û cemedê du rêzeqeza çêbûn. Di qezayê de 20 wesayîtan hev xistin. Qezaya ewil 20 km’an ser rêya ber bi Erdîşê ve çêbû. Di qezayê de xisareke mezin gihişt gelek wesayîtan. Komên agirkujiyê û 112’ê çûn cihê bûyerê û welatiyên asê mabûn derxistin. Di qezayê de gelek kes birîndar bûn.    Qezaya duyemîn jî li derdora xaçerêya gundê Gollî ya li ser rêya Wan-Erdîşê çêbû. Rêya behsa xeberê cemedê girtibû û wesayîtên jê tehisîn, qeza kirin. Di qezayê de TIR’ek, otobûseke şaredariyê û gelek wesayîtan qeza kir. Di qezayê de zêdetirî 20 kes birîndar bûn. Birîndar, bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan.    Ji ber qezayê, rêya Erdîş-Wanê hate girtin. Serokê Daîreya Veguhestinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Şerîf Kayalik got ku qeza ji ber cemedgirtina rêyê çêbûne, gelek kes birîndar bûne, di qezayê de xisar gihiştiye gelek wesayîtan û xebatên vekirina rêyê didomin.    Qeza, ji ber mij û cemedê çêbûn û 30 wesayîtên hev xistin. Di qezayê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 45 kes jî birîndar bûn.