Rojgul Ozdemîr: Cara ewil 7 salî bû çû ziyaretê, 29 sal in li benda berdana bavê xwe ye 2025-12-04 09:23:04 MERSÎN - Rojgul Ozdemîr a ku dema bavê wê hat girtin 3 salî bû, diyar kir ku dema 7 salî bû çûye ziyaretê û ev 29 sal in rêya girtîgehê çaverê dike û got: “Gelek nexweşiyên giran ên bavê min hene. Em jî mîna gelek malbatan, li benda berdana bavê xwe ne.” Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya sala 2025’an, di girtîgehan de bi kêmanî hezar û 412 girtiyên nexweş hene, ku ji wan 161 jin û 1251 mêr in. Ji van 335 kes di statûya girtiyên nexweş ên giran de ne. Yek ji girtiyên nexweş ên giran jî Yildirim Demîr ê 61 salî ye ku di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Boluyê de tê ragirtin.   Demîr, di 28’ê Îlona 1996’an de li Mêrsînê hat binçavkirin û piştî îşkenceyên giran hat girtin. Di darizandina li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Mêrsînê de, cezayê muebedê (36 sal) li Demîr hat birîn.   Demîr, hem ji ber îşkenceya giran a di dema binçavkirinê de, hem jî ji ber binpêkirinên mafan ên di dema girtîgehê de, bi gelek pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû maye: Nexweşiya prostatê, ji sedî 90 di çavê rastê û ji sedî 40 di çavê çepê de kêmdîtin, qetandina menuskusa di her du çokan de, apneyê xewê, vertîgoya asta bilind, kêmbûna bihîstinê, windakirina hevsengiyê, bronşîta kronîk, serêşa kronîk, gastrît û ulsera mîdeyê, nexweşiya rûviya irritabl (nexweşiyeke gastroînstestinal ku dibe sedema navçûyînê, gaz û qebizbûnê û herwiha firka zik a biêş), hemoroîdên hundir û xwînrijîna mîdeyê. Rojgul Ozdemîr a ku dema bavê wê hat girtin 3 salî bû, hem serboriya xwe hem jî rewşa bavê xwe nirxand.   DEMA BAVÊ WÊ HAT GIRTIN 3 SALÎ BÛ   Rojgul Ozdemîr, diyar kir ku dema bavê wê hat girtin ew 3 salî bûye û diya wê ew û 2 birayên wê bi tena serê xwe mezin kiriye.     Rojgul Ozdemîr, rave kir ku diya wê di wê demê de her dem ji wan re digot, “Bavê we çûye kar û karê wî wê dirêj bidome,” û wiha got: “Yekem car ez 7 salî bûm, çûm Girtîgeha Ceyhanê ku bavê min lê bû û min bavê xwe nas kir. Malbata min ji bo ez bandor nebim, li wir jî ji min re gotin, ‘bav bi karê siwaxê re mijûl e, dema karê wî xilas bibe, dê vegere malê.’ Diya min di nava têkoşîneke jiyanê ya zehmet de em mezin kirin. Dema ez bûm 21 salî, zewicîm. Lêbelê ji ber ku bavê min li cem min nebû, ez şahîyeke dilşikestî jiyam. Tenê tişta ku dilê min aram dikir, nameya bavê min a ji girtîgehê şandibû, di daweta min de bi dengekî bilind hatibû xwendin, bû. Ji zaroktiya xwe ve min her li rêya girtîgehê çaverê kir û ez çûm serdana bavê xwe.” Rojgul Ozdemîrê wiha pê de çû: “Di wêneya malbatê ya berî girtina bavê min de, ez û 3 birayên xwe hene. Vê carê jî ez bi 3 zarokên xwe re çûm serdana bavê xwe li girtîgehê û me bi hev re wêneke malbatî kişand. Her du wêneyên me li kêleka hev in.”   GELEK NEXWEŞÎ Û ÎŞKENCE   Rojgul Ozdemîr, anî ziman ku bavê wê di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyên giran hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Zehmetiya me ya herî mezin ew bû ku dema bavê me di girtîgehê de têdikoşiya, me jî li derve têkoşîna jiyanê dida. Diya min bi tena serê xwe di şert û mercên pir zehmet de zarokên xwe mezin kirin. Gelek nexweşiyên bavê min hene. Çavekî wî nabîne, yê din ji sedî 40 dibîne. Du caran xwîn ji mîdeyê wî çûye. Di her du çokan de menuskusa wî qetiyaye, guman tê kirin ku nexweşiya kanserê prostatê lê heye. Carekê biyopsî lê hatiye kirin, lê her tim tê taloqkirin û tedawiya wî tê astengkirin. Pêwîst e ji bo tedawiyê biçe Enqereyê, lê her tim tê taloqkirin û heta dermanên wî jî nayên dayîn. Vertîgoya wî ya asta bilind heye. Di destpêkê de li Girtîgeha Konyayê, Kurkçuler a Edeneyê, Ceyhan, Sêrt, Sîlîfke, Nevşehîr û niha jî ji sala 2016’an ve li Boluyê tê ragirtin.”   29 SAL IN LI SER RÊYA GIRTÎGEHÊ NE   Rojgul Ozdemîrê, destnîşan kir ku çûyîn û hatina ji bo serdanên girtîgehê du rojan didome û ev pêvajo ji bo wan bûye rêbazeke din a "îşkenceyê" û wiha got: "Ji vir çûyîna Sêrtê, ji vir çûyîna Konyayê, ji vir çûyîna Boluyê, ji bo me bi temamî îşkence ye. Bavê min li wir çûyîna me çaverê dike. Em jî mecbûr in ku ji bo çûyîna hevdîtinê di aliyê madî û manewî de xwe amade bikin. Ji bo me cihê herî zehmet Bolû ye. Dema em bi otobusê diçin, 11-12 saetan dikişîne. Piştî ku me 40-45 deqe hevdîtina xwe kir, em derdikevin û vedigerin. Ango çûyîn û hatina me du rojan didome. Ew ji bo wan zilmeke cuda ye, ji bo me jî zulmeke cuda ye. Dixwazin me bêzar bikin."   'LI DIJÎ RUHÊ PÊVAJOYÊ YE'   Rojgul Ozdemîrê anî ziman ku malbatên girtiyan piştgirên herî mezin ên pêvajoyê ne û bang kir ku gav zûtir bên avêtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelek malbat mîna me li benda berdanê ne. Salek e pêvajo tê rêvebirin û em piştgirên herî mezin ên wê ne. Hevdîtineke Komisyonê bi Abdullah Ocalan re hat kirin, lê berdewamiya wê nayê. Em meraq dikin û bi fikar in ka çima gelek girtiyên nexweş, di serî de bavê min, nayên berdan. Gelek girtiyên nexweş hene ku dema berdana wan hatiye, lê nayên berdan. Ev yek ji bo me de fikar çêdike û ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Min 30 sal ji bavê xwe dûr derbas kir. Ez naxwazim kesên din vê pêvajoyê bijîn. Divê pêvajo bigihêje encamekê. Wekî malbatên girtiyan, divê rewşa me jî li ber çavan bigirin. Dema bavê min ket girtîgehê ez zarokeke biçûk bûm, niha zarokên min ji temenê min ê wê demê gelekî mezintir in.”   MA / Mehmet Guleş - Abdulkadîr Aytan