Girtiyê ku dermanên wî nehatin dayîn di hucreya yekkesî de bi edrê ket

  • rojane
  • 09:55 28 Mijdar 2022
  • |
img
SEMSÛR – Parêzer Yûsûf Ozperçîn da zanîn ku miwekîlê wî Adiguzel Demîrcî ji girtiyên nexweş e û wiha got: “Li hucreya yekkesî tê ragirtin û ji ber ku dermanên wî nehatin dayîn, bi edrê ket. Talûke heye ku dîsa bi vê nobetê bikeve.” 
 
Nexweşê edrê Adiguzel Demîrcî di 17’ê mijdarê de li bajarokê Bulam a Çilîkan a Semsûrê hat binçavkirin û rojek piştre bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Hat ragihandin ku Demîrcî ku li Girtîgeha Curnê Reş tê ragirtin, bi edrê ket. Hat zanîn ku Demîrcî di hucreya yekkesî de tê ragirtin û dermanên wî nayên dayîn.  
 
LI HUCREYA YEKKESÎ BI EDRÊ KET 
 
Parêzer Yûsûf Ozperçîn ku bi miwekîlê xwe Demîrcî re hevdîtin kir, têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Miwekîlê min nexweşê edrê û şekirê ye. Di dema hevdîtinê de got ku di hucreya yekkesî de tê ragirtin û dermanên wî nayên dayîn lewma jî bi edrê ketiye. Dema bi nobetê ketî hewl da rewşa xwe bi xebatkarên girtîgehê re parve bike lê dereng destwerdan lê hatiye kirin. Xetere heye ku miwekîlê min dîsa bi vê nobetê bikeve. Ev rewş bi raporên tenduristiyê hatiye tespîtkirin Ev demekî dirêje ev nexweşiyên wî hene. Di pêvajoya darizandinê de me bi taybet jî ev rewş bi dozger û dadgeran re parve kir. Lê encamek jê derneket.” 
 
SENARYOYA TEM’Ê 
 
Di berdewamê de Ozperçîn bal kişand ser pêvajoya girtina miwekîlê xwe û wiha pê de çû: “Îfadeyên îtîrafkaran li herêmê ji xwe yek ji pirsgirêkan e. Ne li ser nirxandinên şênber lê li ser îfadeyên îtîrafkaran kes tên girtin û binçavkirin. Di pêvajoya li TEM’ê de êdî çi soz bo van îtîrafkaran tê dayîn nizanim lê tiştên neqewimîn û neyî îfadeyan didin. Ew îtîrafkar, li ser navên ku TEM’ê pêşkeşî wan kirine senaryoyan çêdikin. Di pêvajoya girtina miwekîlê min de jî heman senaryo hat kirin û îdia kirin ku têkiliya wî bi çiyê re heye. Lê miwekîlê min van kesan ne nas dike û ne jî çûye wan herêman. Lê tevî vê yekê jî tiştekî wiha hatiye gotin.”
 
BINPÊKIRINA MAF
 
Ozperçîn, bi lêv kir ku girtin tenê rêbazekî tevdîrê ye û wiha bi dawî kir: “Li gorî giraniya tiştên qewimîn, girtin weke tevdîrekê tê bikaranîn. Lê di her şertê de çênabe. Li herêma Semsûrê ev rêbaz weke ku pîvanek be di meriyetê de ye. Bêyî ku bibêjin ev kes nexweş e, yan zaroke yan jî kal e. Mafê jiyanê ku di DMME û Makeqanûnê de hatiye mîsogerkirin, pir zêde tê binpêkirin.”
 
MA / Omer Akin