Li Tekîrdag û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 12:03 28 Mijdar 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan di saetên serê sibê de li Tekîrdag û Manîsayê bi ser malan de giritn û gelek HDP'î binçav kirin. 

 
Polîsan di saetên serê sibê de di serî de li navçeya navendî Suleyman Paşa, li navçeyên weke Kapakli, Çerkezkoy, Marmaraereglîsî yên Tekîrdagê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin. Hate hînbûn ku di serdegirtinên malan ên derî hatine şikandin, 7 kes hatine binçavkirin. Hate diyarkirin ku kesên sedemê binçavkirina wan nehate hînbûn, birine Miduriyeta Polîsan a Tekîrdagê. Hate diyarkirin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe. 
 
Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Azad Ozanli, Mûhammed Sosa, Kenan Gozmen, Tayfûn Sagdiç, Hakan Guzel, Adem Akdogan û Ahmet Polat. 
 
MANÎSA 
 
Di serdegirtinên malan ên li Manîsayê û navçeyên wê de gelek HDP'î hatin binçavkirin. 
 
Di serdegirtinên saetên serê sibê hatin kirin de Hevseroka HDP'a Sarûhanli Evîn Gunsel, rêvebera HDP'ê ya Bajêr Kadriye Karagoz, rêvebera navçeya Alaşehîrê Firat Daşkin, rêveberê navçeya Salîhlî Îbrahîm Halîl Mûngan û ji navenda Manîsayên jî 7 HDP'iyên ku navên wan nehatin zanîn hatin binçvakirin. 
 
Hate diyarkirin ku HDP'iyên sedemê binçavkirina wan nehate hînbûn, birine Miduriyeta Polîsan a Manîsayê.