Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • rojane
  • 12:56 28 Mijdar 2022
  • |
img
MÊRDÎN - 6 kesên duh li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan. 
 
Polîsan duh di saetên serê sibê de li navçeya navendî Artûklû, navçeyên Qoser, Nisêbîn, Dêrîk û Şemrex ên Mêrdînê bi ser malan de girtibûn û di serdegirtinan de 6 kes binçav kiribûn. Kirariyên 6 kesan ên li miduriyeta polîsan hatin temamkirin. Hate hînbûn ku lêpirsîna derbarê nivîskar Eyup Guven ên ji ber xebatên Kongreya Civaka Kurdistanê (KCD) tê sûcdarkirin, Hevşaredarê Qoserê yê berê Îsmaîl Asî, rêvebera Rêxistina DBP’a Mêrdînê Emîne Akyuz, Fettah Tekîn, Adem Urek û Zinar Akdogan de hatiye destpêkirin, lêpirsîneke dubare ye. 6 kesên tevî vê yekê jî îfadeyên wan hatin wergirtin piştî wergirtina îfadeyan a dozgeriyê hatin berdan.