Hevseroka HDP’î ev du roj in di bin çavan de ye

  • rojane
  • 16:08 28 Mijdar 2022
  • |
img
BALIKESÎR - Hevseroka HDP’a Artemêtanê Sûltan Karasu ev du roj in di bin çavan de ye û tê payîn ku sibe li dozgeriyê îfade bide. 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Artemêtan a Wanê Sûltan Karasu, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Balikesîrê de duh li navçeya Kuçukkuyu ya Çanakkaleyê di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin. Karasu ev du roj in li Midûriyeta Emniyetê ya Balikesîrê di bin çavan de ye. Dema binçavkirina Karasu hat dirêjkirin û biryara nepeniyê ji bo dosyaya wê hat dayîn. 
 
Tê payîn ku Karasu li dozgeriyê îfadeyê bide.