Cezayê Gurdal ê ku 19 rojan kelemçekirî dihat tedawîkirin hat taloqkirin

  • rojane
  • 16:55 28 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Girtiyê bi navê Tahir Gurdal ku piştî ketî girtîgehê bi nexweşiya penceşêrê ketibû, 19 rojan bi awayekî kelemçekirî hat tedawîkirin. Cezayê Gurdal ji bo 6 mehan hat taloqkirin. 
 
Girtiyê bi navê Tahir Gurdal (53) ku piştî ketî girtîgehê bi penceşêra pişikê ketibû, 19 rojan bi awayekî kelemçekirî dihat tedawîkirin. Kelemçeyên ji destê Gurdal hatin derxistin. Ajansa Mezopotamyayê (MA) di 21’ê mijdarê roja duşemê de bi sernavê “Girtiyê nexweşiya penceşêrê 19 roj in bi kelemçekirî tê tedawîkirin” weşandibû. Piştî nûçeya ajansa me, kelemçeyên Gurdal hatibûn derxistin. Lê belê cezayê Gurdal ji bo 6 mehan hat taloqkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê rapora hejmar 2022/151063 a 3’yemîn Lijneya Pisporiyê ya Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê ku digot; “Înfazkirina cezayê Gurdal dê xetereya jiyanî bi xwe re bîne” esas girt û biryar da ku cezayê Gurdal ji bo 6 mehan bê taloqkirin. 
 
Girtiyê nexweş Gurdal ku 10 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê ragirtin, ji bo tedawîkirinê sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê hatibû kirin. Gurdal, 19 rojan li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl bi awayekî kelemçekirî dihat tedawîkirin. Li ser vê yekê kurê Gurdal ê bi navê Bîrhat Gurdal bi ajansa me re axivî û gotibû ku tedawiya bi kelemçeyê îşkence ye û xwestibû ku cezayê bavê wî bê taloqkirin.