PEN Internationalê bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da

  • rojane
  • 15:10 20 Kanûn 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - PEN Internationalê bi daxuyaniyekê qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir. 
 
PEN Internationalê têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin bi êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk hatin qetilkirin, li ser hesaba xwe ya platforma X’ê peyamek parve kir û qetilkirina rojnamegeran şermezar kir. 
 
Di peyamê de wiha hate gotin: “Rojnamegerên Kurd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, di êrişa Tirkiyeyê ya li bakurê Sûriyeyê de hatin kuştin. Em vê êrişê şermezar dikin. Em bang li Tirkiyeyê dikin tavilê lêpirsînê bide destpêkirin û hesabê ji berpirsyaran bipirse.”