Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir 2024-12-15 11:28:58 AGIRÎ - Şaredarê Avkevirê Mehmet Alî Budak ji DEM Partiyê îstîfa kiribû, meclisa şaredariyê bêbandor kir. Hevşaredar Cemîle Duman got ku tevû hemû astengiyan jî ew ê xizmetê ji gel re bikin.  Di hilbijartinên 31’ê Adarê de Mehmet Alî Budak û Cemîle Duman weke hevşaredarên Avkevirê ya Agiriyê hatin hilbijartin. Budak, di 9’ê tebaxê de ji DEM Partiyê îstîfa kir û piştre meclisa şaredariyê bêbandor kir. Hevşaredar Cemîle Duman diyar kir ku di nava van 4 mehan de ji bilî silavdayinê di civînên meclisa şaredariyê de tu nîqaş nayên kirin.      MECLIS BÊBANDOR KIR   Cemîle Duman, diyar kir ku heta meha tebaxê civînên xwe bi rêk û pêk li dar dixin lê piştî îstîfaya Budak, meclis hatiye bêbandorkirin. Cemîle Duman wiha domand: “Êdî di civînan de tenê silavê dide û civînê diqedîne. Tu pêşniyar û bernameyên me nayên qebûlkirin. Heta dibêje ‘ez pêşniyarên we nas nakim’ û diçe. Şaredariya Avkevirê bi îradeya gel hat qezenckirin. Lê Budak ji bo menfaetên xwe yên şexsî bi kar tîne. Tu agahiyan nade kesekî ka şaredarî niha çi dike. Meclisê bêîrade dike. Ev kes ne hiqûqa dewletê dizane ne jî ya îdareyê. Ne qada cemaweriyê nas dike ne jî qedir dide nirxên exlaqî û polîtîk. Şaredariyê weke şîrketeke taybet xistiye tekela xwe. Bêrêziyê li vîna gel û endamên meclisê dike.”     ‘HEWL DIDE MALÊ GEL TALAN BIKE’   Cemîle Duman got kul DEM Partiyê cara ewil Şaredariya Avkevirê bi dest xist û wiha bi dawî kir: “Beriya hilbijartinê em derî bi derî geriyan û me projeyên xwe vegotin. Lê piştî hilbijartinê tu projeyên me pêk nehatin. Vî şexsî guh neda van projeyan. Ev kes niha hewl dide malê gel talan bike. Gelek hevdîtin û xebat jî j hêla Budak ve tên astengkirin. Min xwest bi komeleyên Taşliçay ên Stenbolê re hevdîtinan bikim lê li serokên wan geriya û hevdîtin asteng kir. Lê çi bike jî em ê van pirsgirêkan bi gel re çareser bikin. Weke hevşaredar ez hêj jî peywira xwe didomînim. Meclisa şaredariyê gel temsîl dike. Tevî hemû astegkirinan jî em ê xizmetê ji bo gelê xwe bikin. Em bi gelê xwe re ne.”    MA / Mehmet Guleş