Akar dîsa gotinên her carê dubare kir: Di envantera me de çekên kîmyewî nînin

img
ENQERE – Wezîrê Parastinê Hulusî Akar têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê gotinên her carê dubare kir û got: “Di envnatera me de çekên kîmyewî tune ne.” 
 
Hevdîtinên bûdçeyê ya sala 2023’yan a Wezareta Parastinê ya li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê dest pê kirin. Di hevdîtinên bûdçeyê de Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar îdia kir ku ji 24’ê tîrmeha sala 2015’an heta niha êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de pêk tînin. Akar, îdia kir ku “rêzê bo serweriya Iraqê û yekparetiya xaka wê digirin” û îdiaya xwe wiha domand: “Di serî de li dijî mirovên bêguneh, em li dijî hemû deverên dîrokî, nexweşxane û qadên sivîlan bi baldarî tevdigerin.” 
 
BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Tevî belge, nûve û dîmenan jî, Akar bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê înkar kir û ev îdiaya xwe ya her carê dubare kir; “Çekên kîmyewî di envantera me de nînin.”