Li Qereyaziyê tundiya polîsan 2023-03-24 12:06:53 ERZIROM - Polîsan li Qereyaziyê li Nûrî Bayraktar û 2 kurên wî yên firoşkariyê dikin xistin û binçav kirin.    Polîsan li ser Cadeya Cumhuriyetê ya navçeya Qereyazî ya Erziromê li Nûrî Bayraktar û 2 kurên wî yên firoşkariyê dikin xistin. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin: Polîsan û Miduriyeta Çandinî û Daristanê ya Navçeyê xwestin Bayraktar ê li ser cadeyê serûpê difirotin dezgeha xwe rake. Li ser Bayraktar dezgeha xwe nerakir, nîqaş derket. Polîsan li ser vê yekê li Bayraktar xistin. Kurên Bayraktar ên bi navê Dogan û Omer ên li dijî polîsan derketin jî hatin derbkirin. Welatiyên li derdorê bertek nîşanî polîsan dan. Polîsan li ser vê yekê gule berdan hewayê.    Hate hînbûn ku Bayraktar û 2 kurên wî hatine binçavkirin û birine Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.