Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: Erdnîgarî qeder nîne

  • rojane
  • 16:07 28 Mijdar 2022
  • |
img

ENQERE - Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê di hefteya 131’emîn a çalakiya xwe de wiha got: “Erdnîgarî qeder nîne. Ji bo ku ev êş êdî neyên jiyîn, darizandina faîlên Roboskê qonaxeke girîng e.” 

 
Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê her hefteyê ji bo 19 jê zarok bi giştî 34 kesên li gundê Roboskê yê Qileban a Şirnexê ji hêla balafirên şer ên dewleta tirk ve hatin qetilkirin, çalakî li dar dixin. Di hefteya 131’emîn de li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin! Roboskê êdî tu caran” hate vekirin. Her wiha di daxuyaniyê de Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku di 28’ê mijdara 2015’an de hatibû qetilkirin jî hat bibîranîn. 
 
'ERDNÎGARÎ QEDER NÎNE’ 
 
Di daxuyaniyê de endamê ÎHD’ê Tanju Guduzalp bal kişand ser polîtîkaya necezakirinê ya dewletê û wiha got: “Cînayetên kiryarnediyar ên li Zîlan, Dêrsim, Koçgirî, Koçagil, Pîran, Çorum, Gurgum, yên di salên 90’î de, komkujiya Roboskê, cînayeta Tahir Elçî û hwd. Di tevekan de jî berpirsyartiya dewletê tê zanîn lê ev komkujî tên veşartin. Erdnîgarî qeder nîne. Ji bo ku ev êş êdî neyên jiyîn, darizandina faîlên Roboskê qonaxeke girîng e. Dewlet, ji bo mirov û mafên mirovan heye. Berpirsyariya wê ew e ku edaletê pêk bîne, necezakirinê bi dawî bike. Divê ne pergaleke wisa be ku kesên bombebaran dikin, dikujin, êriş û zilmê dikin biparêze. Dewlet, ji bo edaletê gav naavêje û polîtîkaya necezakirinê didome. Bi ser cînayeta Tahîr Elçî re 7 sal derbas bûn û hemû rastî li pêş çav in lê dîsa jî edalet tune ye.”