Di 2020'an de mirov ji hêlîkopterê avêtin û tecawizkar serbest berdan

img

AMED - Li Tirkiyeyê di sala 2020'an de di qada darazê de ceza, lêpirsîn, îşkence, tecrîd û lêgerîna tazî kêm nebû. Mirov ji helîkoptêrê avêtin, wekîl hatin girtin û siyasetmedar hatin cezakirin. Dadgehên Tirkiyeyê li ser fermana Erdogan biryara DMME nas nekir. Polîs û eskerên tecawiz kirin serbest hatin berdan. 

Di sala 2020'an de li Tirkiye di qada daraz û mafên mirovan de îşkence, lêgerîna tazî, ceza, tacîz, tecawiz, tecrîd kêm nebû. Eskeran mirov ji helîkopterê avêtin, rojnameger û siyasetmedar girtin, wekîl avêtin zindanan. Dadgehên Tirkiyeyê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ku der barê siyasetmedarên Kurd de dabû nas nekir û red kir. Îqtîdara AKP'ê ku dema nû hat avakirin bi reforma darazê pesnê xwe dida, vê varê bi temamî daraz xist kontrola xwe û gelek polîs û eskerên kujer, tacîz û tecawizkar, endamên mafya li gel cezayên şênber serbest berdan û niha di nava civakê de serbest digerin. Herî zêde îsal ji ber fikrên xwe anîn ziman bi hinceta heqaret li Serokomar kirine mirov hatin darizandin û cezakirin. Polisan li kolanan û malan bi kuçikan îşkence li mirovan kirin. Li gorî dane û raporên Komeleya Mafên Mrovan a Amedê zêdeyî 10 hezar mirov hatin binçavkirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz. Abdullah Zeytun têkildarî binpêkirina mafan anî ziman ku êdî ji ber binpêkirina mafan pir zêde bûye nikarin bi berfirihî bişopînin. 
 
102 HEZAR OPERASYON 
 
Li gorî daneyên Wezareta Karên Hunrdir di sala 2020'an de li çoltar, gund, tax û bajaran bi giştî 102 hezar operasyonan li dar xistine. Lê wezaretê diyar nekir ku di van operasyonan de çend kes hatin binçavkirin û girtin. Wezîr Soylu, dema li dijî parêzer, aktivist û siyasetmedarên Kurd di 23-24'ê mijdarê de operasyon hatibû lidarxistin aşkere kiribû ku li 42 bajaran 641 kes hatine binçavkirin û mezinbûna operasyona li dijî muxalefetê nîşan dabû. 
 
Li gorî rapora 11 mehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di 11 mehên ewil ên 2020'an de 573 kesan bi sedema îşkence li wan hatiye kirin serlêdan kirin. 
 
WELATÎ JI HELÎKOPTERÊ AVÊTIN
 
Eskeran di 8'ê îlonê de li Navçeya Şaxê ya Wanê operasyon pêk anî. Eskeran di operasyona Nordoz-10'an de welatî Servet Turgut (55) û Osman Şiban (50) binçav kirin û îşkence li wan kir. Piştî ji helîkopterê avêtin herdu welatî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmê ya Wanê. Raporên nexweşxaneyê û şahidan jî piştrast kir ku 2 welatî ji helîkoptêrê avêtine. Piştî demeke welatî Servet Turgut ku bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da. Derket holê ku piştî Turgut û Şîban ji helîkopterê avêtin 100 eskeran li wan îşkence kiriye. 
 
ROJNAMEGER GIRTIN
 
Piştî rojnamegerên buroya Wanê ya Mezopotamya Adnan Bilen, Cemil Ugur û nûçegîhanên Jinnewsê Şehriban Abî û Rojnameger Nazan Sala ev bûyer ronîkirin û kirin rojev hatin binçavkirin û di 9'ê Cotmehê de hatin girtin. 
 
BI KUÇIKAN ÎŞKENCE KIRIN
 
Li navçeya Rezan a Amedê polîsan piştî polîs Atakan Arslan hat kuştin, di 30'ê Gulanê de têkildarî bersûc Muhammed Emir Cura, bi ser mala welatî Şeyhmus û Menice Yılmaz de girtin. Polîs bi kuçikan ketin mala Şeyhmus û Menice Yilmaz û bi kuçikan îşkence li wan kir. Piştî bertek zêde bû, walîtiyê daxuyanî da û îdea kir ku ji ber mexdûran li kuçikan daye, kuçikan bertek nîşan daye.Welatî Muhammed Emir Cura jî piştre binçav kirin û di bin çavan de îşkence lê kirin. Wêneyê îşkenceya li Cura kirine jî li ser medya civakî serwîs kirin û pesnê îşkenceyê dan. 
 
 
DEST NEDAN KUJERAN
 
Polîsan dîsa di lêpirsina KCD'ê de di 27'ê Hezîranê de bi ser mala aktîvîsta TJA'yê Rojbin Sevil Çetin de girt û bi kuçikan îşkence lê kirin. Piştî parêzeran serlêdanr kir, der barê polîsên bersuc de tu lêpirsîn nehat destpêkirin. Li gorî daneyên ÎHD û TÎHV'ê 12 welatî bi hinceta li hişyariya polîs û eskeran a "Raweste" guhdar nekirine hatin kuştin. Bi heman hincetê 10 welatî jî birîndar kirin. Di şerê navbera PKK û TSK'ê de 49 welatiyên sivîl bi giştî 304 kes, di operasyonên li Iraq û Sûriyeyê de jî 20 jê sivîl bi giştî 228 kes hatin kuştin. 
 
PEYVIRDARÊ CEMAWERIYÊ ÎXRAC KIRIN
 
Di 2020'an de dîsa bi KHK'yan herî kêm 130 hezar kes ji erka cemaweriyê îxrac kirin. 30 hezar kes jî ji peyvirê avêtin. 
 
PIŞTÎ MIR PEYVIRA WÎ ÎADE KIR 
 
Mamoste Aslan Duman ê 14 salin mamoste bû, piştî bi KHK'ê hat dûrxistin jiyana xwe ji dest da. Piştî Duman jiyana xwe ji dest da hêj nû Komîsyona OHAL'ê erka wî îade kir. Dîsa Serokê Şaxa BES'ê ya Amedê Ahmet Çoban ku bi KHK'ê ji peyvirê hat dûrxistin, piştî demekê jiyana xwe ji dest da. Çoban, piştî mir komîsyonê hêj nû erka wî îade kir. 
 
AZADIYA RAMAN Û ÎFADEYÊ
 
Li gorî daneyên Navenda Dokumantasyonê ya TÎHV'ê di 11 mehên 2020'an de 62 xebatkarên çapemeniyê û 2 nivîskar hatin binçav kirin. 25 xebatkarên çapemeniyê hatin girtin. 14 xebatkarên çapemeniyê jî bi şertê kontrol hatin berdan. Polîsan 2 caran bi ser ofîsa Mezopotamya de girt. Der barê 253 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê de bi giştî 132 doz hat vekirin. Di dozên hatin vekirin de li 32 rojnamegeran bi giştî 131 sal û 8 meh û 22 roj cezayê hepsê birîn. Dîsa 14 hezar û 660 TL cezayê pereyan birîn. Der barê 41 rojnamegeran de lêpirsîn dan destpêkirin. 
 
Li Kordînatora ÎMC TV ku bi KHK'ê hat girtin Ayşegul Dogan bi îdeaya “endamtiya rêxistina çekdarî" 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 6 sal û 3 meh ceza birî. 
 
Li Rojnameger û nivîskar Ahmet Altan ê girtî tê darizandin 5 sal û 11 meh ceza birî. 
 
20 SAL CEZA JI GOK DIXWAZIN
 
5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê Rojnameger Abdurrahman Gok ê dema Kemal Kurkut hat tuştin, kêliyê kuştinê kir wêne û bi cîhanê re parve kir, bi îdeaya “endamtiya rêxistinê" doz vekir. Danişîna yekem dê 23'ê sibata 2021’an bê dîtin. 
 
Wezareta Ragihandinê bêyî sedem nîşan bide karta zer a 894 rojnamegeran di 24'ê Çile de betal kir. 
 
ZEXTÊN LI SER SIYASETMEDARAN KÊM NEBÛ 
 
Li gorî heman raporan di sala 2020'an de 492 endam û rêveberên partiyan hatin binçav kirin. Herî kêm 144 kes hatin girtin. Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê parlamenterên HDP'ê Leyla Guven û Musa Farisogullari û 5 sal û 10 meh cezaye parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu erê kir. Di 4'ê hezîranê de piştî biryar li meclîsê hat xwendin wekîltiya wan xistin. Piştî wekîlti xistin Farisogullari girtin û şandin girtîgehê. Der barê 64 wekîlan de 260 fezleke amade kir. Der barê 23 wekilên HDPê de fezleke amade kirin. Ji Hezar û 163 fezlekeyan jê 980 fezleke der barê parlamenterên HDP’ê de hatin amadekirin. 
 
4'amîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê parlementerê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul de 6 sal û 3 meh ceza birî. 
 
5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun de 10 sal cezayê hepsê birî. 
 
20'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê der barê parlamenterê HDP'ê yê Agirî Halil Aksoy de 8 sal û 9 meh cezayê hepsê birî û biryara tahliyeyê da. 
5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel de 7 sal û 6 meh cezayê hepsê birî. 
 
Dadgehê dîsa li Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê yê berê Raci Bilicî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. 
 
Dadgeha Bilind 10 sal cezayê ku 17'mîn dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê li Hevseroka  KCD'ê ya berê Aysel Tugluk birî bû erê kir. Dadgehê dîsa 10 sal cezayê ku 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a amedê li hevseroka KCD'ê ya berê Selma Irmak birîbû erê kir. 
 
LEYLA GUVEN GIRTIN
 
9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li Hevseroka  KCD'ê Leyla Guven di 21'ê kanûnê de 22 sal û 3 meh ceza birî. Piştî caza birî Leyla Guven di heman şevê de binçav kirin û şandin girtîgehê. 
 
Zextên li ser Kurdî di 2020'an de berdewam kir. Dadgehê disa ji bo Kurdî wekî Zimanê Nayê Zanîn" derbasî girtekan kir. Di 3'ê Sibatê de dema Rojnameya Xwebûn şandin Girtîgeha Jinan a Bakırkoyê, rayedaran gotin “Zimanê wê nehat famkirin" û nexistin girtîgehê. 
 
7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di danişîna doza Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Îsmail Çoban, de ji bo parastina Kurdî got “Zimanê nehat famkirin" derbasî girtekan kir. Li Navendên Bangê yên Piştgiriya Nexweşan a Wezareta Tenduristiyê di nava 6 zimanan de Kurdî nehat dîtin. 
 
Li 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Îzmirê der barê 90 endam û rêveberên Egîtîm Sen'ê ya girêdayî KESK'ê ya Îzmirê de ji bo her kesekî cuda cuda 5 meh cezayê girtîgehê birî. 
 
LÎSTIKA KURDÎ QEDEXE KIRIN
 
Qeymeqamiya Gaziosmanpaşa, lîstika Bêrû ya Teatra Jîyana Nû ku Şaredariya Stenbolê derxist ser dikê qedexe kir. Walîtiya Rihayê jî bi heman hincetê listik qedexe kir. 
 
Parlamentera HDP'ê Meral Danış Beştaş, li meclîsê got "Zimanê kurdî di girtekan de wekî “X” derbas dibe û bi Kurdî axivî. Lê dîsa jî dî girtekên meclîsê de Kurdî wekî “X’ derbas kirin. 
 
DÎSA QEYÛM TAYÎN KIRIN
 
Piştî hilbijartina 31'ê Adara 2019'an HDP'ê Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn jî di navde 65 şaredarî bi dest xist. lê dîsa qeyûm tayînî 59 şaredariyên HDP'ê kirin. Gelek hevşaredar hatin girtin û lêpirsînên der barê hevşaredra û endamên meclîsê de hêj didomin. 
 
Dadgehê li Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza birî. 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dîsa li Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemir 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî. 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier 9 sal ceza birî. 
 
KUŞTIN Û CENAZE LI ERDÊ HIŞTIN
 
Eskeran li Gundê Awyanê yê Navçeya Gevera Colemêrgê, di 31'ê Cotmehê de welatiyê 63 salî Şerali Derelî kuştin û cenazeyê wî li erdê hiştin. Malbatê piştî 6 saetan ancak karîbû cenazeyê wî bigirin. 
 
CIWANÊ 16 SALÎ JI PIŞT VE KUŞTIN
 
Li Gundê Îsyanê yê Navçeya Gevera Colemêrgê dîsa eskeran di 1'ê Kanûnê de zarokê 16 salî Ozcan Erbaş ji piştve kuştin. Di heman dîrokê de dîsa eskeran 3 kurdên Îranî bi giştî 4 kes li ser sînor kuştin. 
 
Polîs G.K. di 2'ê Kanûnê de  welatî Remzî Duman û Metin Oztunç da ber guleyan û bi giranî birîndar kirin. 
 
Dozgerê Komarê yê Dersimê hestiyê endamê HPG'ê Agît Îpek bi rêyae PTT ji malbata Îpek a li Amedê re şandin. 
 
261 CENAZE LI PEYARÊYÊ DEFIN KIRIN
 
Dozgeriya Komarê û Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê cenazeyê 261 kesên li Goristana Xerzanê hatibûn defin kirin û piştre bi şev derxistibûn û anibûn Stenbolê,  li peyarêya Goristana Kilyosê veşartin. 
 
Li gorî daneyên ÎHD'ê di 10 mehên ewil de 14 êrîşên nijadperest pêk hatin û 7 kes mirin. 32 kes ji birîndar bûn. Li gorî TİHV’ê jî 9 êrîşên nijadperest li dijî kurdan pêk hatin. 2 kes mirin û 7 kes birîndar bûn. 
 
JI BER LI MUZÎKA KURDÎ GUHDAR KIR HAT KUŞTIN
 
Di 1'ê Hezirana 2020'an de li Navçeya Etimesgut a Enqereyê ciwanê 20 salî Bariş Çakan ji ber li Muzîka Kurdî guhdar kir, hat kuştin. Lê Walîtiya Enqereyê ev yek înkar kir. 
 
LI SAKARYAYÊ ÊRÎŞÎ KARKERÊN DEMSALÎ KIRIN 
 
16 karkerên findiqan ên ji Navçeya Şemrexê ya Mêrdînê çûn Sakaryayê findiqan kom bikin, di 4'ê Îlonê re bi êrîşa komek nijadperest re rû bi rû man. Walîtiya Sakarya parast ku ji ber kar şer kirine. 
 
Karkerê înşatê yê ji Erdîşa Wanê dema çûn Navçeya Dinarê ya Afyonê bi êrîşê re rû bi rû man. Karker Ozkan Tokay di êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Karker Firat T. û Emrah O. jî birîndar bûn. 
 
GIRTÎGEH 
 
Yek ji cihê binpêkirina mafan derket asta herî jor jî girtîgeh in. Li gorî daneyên Wezareta Dadê di navbera 1'ê Cotmeha 2019 - 19'ê Hezirana 2020'an de 396 girtî bi îşkenceyê re rû bi rû man. Girti ji bo mafê xwe biparêzin ketin greva birçîbûnê û rojiya mirinê. Di çalakiyan de 4 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. 
 
DEMA EDALET XWESTIN CAN DAN
 
Endamên  Koma Grup Yorum Helîn Bolek û Îbrahim Gokçek û Mustafa Kocak ê neheq cezayê muebetê lê hat birîn û Parêzer Ebru Timtik, ji bo darizandinek bi edalet ketin rojiya mirinê. Çalakgeran di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
POLÎSÊ KEMAL KURKUT KUŞT BERAET KIR
 
Dadgehê polîs Yakûp Ş. ê ku xwendekarê zanîngeha Meletiyê Kemal Kurkut kuşt beraet kir. 
Lêpirsîna der barê kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî piştî 5 salan temam bû. Dozger der barê polîs S.T., M.S û F.T’ de ji 2 salan heta 6 salan ceza xwest. Danişîna doza ku li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin hêj didome. 
 
DOZA MALBATA ŞENYAŞAR 
 
Li Navçeya Pirsûs a Rihayê parazvanê wekilê AKP'ê Îbrahim Yildiz di hilbijartina 2018'an de êrîşî endamên malbata Şenyaşar kirin. Di êrîşê de bav Esvet Şenyaşar û kurê xwe Celal û Adil ji aliyê parazvanên AKP'î ve hatin kuştin. Îdêaname piştî salekê di Kanûna 2019'an de hat amadekirin. Danişînai dozê li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat dîtin. Dozger ji kurê Esfet Şenyaşar Fadil Şenyaşar cezayê muebetê û 8 caran di navbera 104 sal û 160 salan de ceza dixwaze. Dozger der barê kujer Enver Yildiz de jî heta 12 salan ceza xwest. Doz şandin 3’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê. Ji malbata Şenyaşar Emine û kurê xwe Ferit Şenyaşar, dema di 16'ê kanûnê de li pêş AKP'a Rihayê çalakiya rûniştinê li dar xistin hatin binçavkirin û piştre hatin berdan. 
 
ÇAWÎŞÊ PISPOR TECAWIZ KIR
 
Li Navçeya Bişêriyê ya Êlihê di 16'ê Tîrmehê de çawîşê pispor Musa Orhan tecawizî zaroka 17 salî Îpek Er kir. Er ji ber cawîşê pispor Musa Orhan nehat cezakirin, dawî li jiyana xwe anî. Piştî wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu piştgirî da Musa Orhan, Orhan piştî 7 rojan hat berdan. Niha Musa Orhan ê tecawizkar serbest tê darizandin. 
 
KUŞTINA HÊLÎN ŞEN 
 
Li navçeya Sûrê ya Amedê di 12'ê Cotmeha 2015’an de polîs û eskeran zaroka 12 salî Helin Hasret Şen bi maşîna zirxî ya Kobra kuştin. Dozger der barê polîs Abdullah E. de heta 5 sal cezayê girtîgehê îdeaname amade kir. Doz li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Li ser daxwaza walî darizandina polîs Abdullah E. hat rawestandin. 
 
Li ser daxwaza AKP MHP'ê meclîsê pakêta ku erk û peyvira notirvanên taxê zêde dike û kare bêtir zêde çekê bikar bîne, erê kir. Bi dengê AKP-MHP'ê ev pakêt bû zagon. 
 
Dîsa li ser daxwaza AKP-MHP'ê pêşnûmeya ku Pir Baroyan ferz dike li meclîsê hat erêkirin. Bi vi şiklî bajarên ku zêdeyî 5 hezar parêzer lê hene dê karibin Baroyek din jî ava bikin. 
 
ÇETE EFÛ KIRIN
 
Li ser daxwaza Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî serokê mafya Alaattin Çakici efû kirin û serbest berdan. Dîsa bi hinceta vîrûsa corona pêşnûmeya pakêtae înfazê li meclîsê derbas kirin û girtiyên kujer, tecawizkar, diz û sucên edlî tev hatin berdan. Girtiyên siyasîe jî nehatin berdan. Li ser daxwaza AKP MHP'ê ev zagon li meclîsê hat erêkirin. 
 
Niha li girtîgehan 604 jê giran Hezar û 605 girtiyên nexweş hêj neyên berdan. Îsal 21 girtiyên nexweş ji ber ji mafê xwe sûd negirtin li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş biryar da ku ji ber sedemên siyasî doz lê hatiye vekirin. DMME'ê parast ku mafê Demîrtaş û Osman Kavala hatiye binpêkirin û xwest bê berdan. 
 
Lê dagehên Tirkiye li şûna Demirtaş serbest berdin, dîsa serlêdanên ji bo berdana Demîrtaş red kirin. Der barê Demirtaş de di 20'ê Îlona 2019’an de dîsa biryara girtinê dan. 
 
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME), di 22'ê kanûnê de der barê Demîrtaş de dîsa biryar da ku serbest bê berdan. 
 
Piştî dadgeha Amedê 22 sal ceza li Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê birîn, polîsan şev nîvê şevê ew li Amedê binçavkirin. Di saetên serê sibeha 22'ê kanûnê de Şandin Girtîgeha Jinan a Amedê. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku duh hatibû girtin, ji Girtîgeha Amed a Jina sewqî Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa E'yê kirin. 
 

Sernavên din

01/01/2024
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
31/12/2023
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
30/12/2023
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
29/12/2023
11:18 Sala berxwedana ciwanan a li dijî şerê taybet
09:09 Di 2023'yan de tenduristî: Kedxwarî, bazirganî, tundî, koçberî, qeyûm...
28/12/2023
10:40 Di sala 2023’yan de ji aboriya Tirkiyeyê tenê kavil ma
27/12/2023
10:02 Ekolojiyê kirin qurbana rantê, bajarên ji betonê bûn goristan
26/12/2023
09:11 Li dijî betalî û xizaniyê sala berxwedanê
25/12/2023
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
24/12/2023
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
23/12/2023
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
22/12/2023
09:00 Li dijî şerê topyekûn berxwedaneke topyekûn ya kurdan
21/12/2023
09:10 Jinan di sala 2023'yan de got 'azadî'
20/12/2023
10:05 Daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan mohra xwe li sala 2023’yan da
30/12/2022
11:46 Başaran: Sala 2023’yan dê bibe sala serkeftina kurdan
09:01 Sala tecrîd û şer a siyasetê: Sedsala duyemîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike
29/12/2022
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
28/12/2022
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
26/12/2022
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber