'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin' 2025-12-25 09:32:41 AMED - Siyasetmedarên jin ên ku diyar kirin azadiya Abdullah Ocalan azadiya jinan e, bal kişandin ser mitînga ku dê di 4’ê Çile de were lidarxistin û gotin: "Divê jin di 4’ê Çile de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin." Siyasetmedarên jin bang li her kesî û bi taybetî li jinan kirin ku beşdarî mitînga "Hêvî û Azadî" bibin. Ev mitîng dê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve di 4’ê Çile de bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Îstasyonê ya Amedê were lidarxistin. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozerê bang li jinan kir ku bi awayekî xurt beşdar bibin û ev tişt got: "Jina Kurd azadiya xwe di azadiya rêzdar Ocalan de dibîne. Heke rêzdar Ocalan ne azad be, em jî ne azad in. Rêya azadiyê wî li ber me vekir. Divê hemû jin bi vê hişmendiyê di 4’ê Çile de azadiya rêzdar Abdullah Ocalan biqîrin."   Hevşaredara Sûrê Gulan Onkolê jî destnîşan kir ku rola jinan a pêşengiya civakê heye û wiha axivî: "Em di pêvajoyeke girîng a ku bi banga rêzdar Ocalan dest pê kiriye re derbas dibin. Heta ku azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan neyê misogerkirin, serketina pêvajoyê nayê çaverêkirin. Divê jin bi hişmendiya rola pêşengiyê beşdarî mitînga 4’ê Çile bibin. Em bang li hemû jinan dikin ku qada mitîngê rengîn û xurt bikin. Wekî gelê Kurd, em dixwazin ku 'mafê hêviyê' bê sepandin û azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan pêk were. Em her kesî bi vê hişmendiyê vedixwînin mitîngê."   'DIVÊ JIN PÊŞENGIYÊ BIKIN'   Hevşaredara Yenîşehirê Safiye Akdaê diyar kir ku "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de dest pê kiriye xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Safiye Akdagê anî ziman ku bi vê pêvajoyê avakirina aştiyeke mayînde û jiyaneke biwate tê armanckirin û ev tişt got: "Jin vê pêvajoyê di her qada jiyana xwe de hîs dikin. Ji ber vê yekê divê jin di xebatên ku têne meşandin de pêşengiyê bikin."   'EM XWEDÎ LI MITÎNGÊ DERKEVIN'   Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylanê jî diyar kir ku mitîng ji bo xurtkirina hêviya aştiyê xwedî wateyeke girîng e û wiha got: "Ji bo ku em hêviya aştiyê winda nekin, wê xurt bikin û civakkî bikin, ev mitîng pir girîng e. Nexasim xwedîderketina jinan a li mitîngê gelekî bi qîmet e."   MA / Fethî Balaman