Hat îdiakirin ku girtî Çevîren xwe kuştiye
Hat îdiakirin ku girtî Çevîren xwe kuştiye

Hat îdiakirin ku Mehmet Çevîren ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Qubînê, xwe kuştiye.

Doza Kobanê ya Kerboranê: Daxwaza girtinê ya dozger hate redkirin
Doza Kobanê ya Kerboranê: Daxwaza girtinê ya dozger hate redkirin

Di çalakiyên Kobanê yên 6-8’ê Cotmehê de li Kerboranê 2 kes hatibûn kuştin û dosya piştî 12 sala hate vekirin. Di dozê de dozger xwest bersûc bên girtin lê şandeya dadgehê bêyî sedemekê nîşan bide ev daxwaz red kir.

Amedspor li Mûşê bi coş hate pêşwazîkirin
Amedspor li Mûşê bi coş hate pêşwazîkirin

Amedspor, li Qada Bajar a Mûşê bi alîgirên xwe re hate cem hev. Amedspor, bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin û bi govendan hate oxirkirin.

Cenazeyê Zeynep Cansizê ber bi Dêrsimê ve hate oxirkirin
Cenazeyê Zeynep Cansizê ber bi Dêrsimê ve hate oxirkirin

Cenazeyê Zeynep Cansizê piştî merasîmê ber bi Dêrsimê ve hate oxirkirin. Dayika Aştiyê Peyrûze Kurtê got soz didin dê aştiyê bînin.

Têkildarî dosyaya Rojîn Kabaîşê daxuyanî hat dayin
Têkildarî dosyaya Rojîn Kabaîşê daxuyanî hat dayin

Komîsyonên Edalet ji bo Rojîn Kabaîşê diyar kir ku divê gefên li malbata Rojîn Kabaîşê tên xwarin bi dawî bibin û banga têkoşîna edaletê li hemû jinan kir.

Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo hunermendan banga ‘Rêgeha Bîrê’
Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo hunermendan banga ‘Rêgeha Bîrê’

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya xebatên “Rêgeha Bîrê” de bang li hunermendan kir. Armanca ji projeyê ew e ku bûyerên di bîra civakê de cih girtin neyên jibîrkirin û di qada cemaweriyê de bêhtir xuyanî bikin.

HRANA: Li Îranê di du rojan de 232 kes hatin binçavkirin
HRANA: Li Îranê di du rojan de 232 kes hatin binçavkirin

HRANA’yê ragihand ku zextên li ser gelê Îranê zêde dibin û da zanîn ku di du rojan de 232 kes hatine binçavkirin.

Navenda Şirnexê bi berfê xemilî
Navenda Şirnexê bi berfê xemilî

Navenda Şirnexê bi berfa ji nîvro ve dibare xemilî û li Elkê jî tûnelên berfê çêbûn.

ÎHD’ê ji bo danişîna doza rojnameger Berk bang kir
ÎHD’ê ji bo danişîna doza rojnameger Berk bang kir

Şaxa ÎHD’a Dêrsimê ji bo tevlibûna danişîna doza rojnameger Cîhan Berk banga tevlibûnê kir.

TJA: Em ê xwedî li mîrateya dayika Zenepê derkevin
TJA: Em ê xwedî li mîrateya dayika Zenepê derkevin

TJA’yê ji bo Zeynep Cansizê peyama sersaxiyê da û got: “Em soz didin ku dê xwedî li mîrateya Dayika Zeynepê derkevin.”

Li Wanê ji ber berfê rêyên 93 gundan hatin girtin
Li Wanê ji ber berfê rêyên 93 gundan hatin girtin

Ji şevên din ve li Wanê berf dibare û ji ber berfa zêde rêyên 93 gundan hatin girtin.

DEM Partî: Ji bo misogeriya aştiya civakî divê Qanûna Aştiyê bê derxistin
DEM Partî: Ji bo misogeriya aştiya civakî divê Qanûna Aştiyê bê derxistin

PM’a DEM Partiyê di encamnameya civîna xwe ya li Enqereyê de got: “Hewceye Zagona Aştiyê ya ku aştiya civakî misoger dike bê derxistin. Em careke din dubare dikin ku ji bo sazûmanbûna aştiyê hewceye şert û mercên xebateke çalak û azad ên birêz Abdullah Ocalan bên avakirin.”

Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di encama du êrişên Îsraîlê yên li dijî başûrê Lubnanê de herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn.

Li Silêmaniyê geştên balafiran ên navneteweyî dest pê kirin
Li Silêmaniyê geştên balafiran ên navneteweyî dest pê kirin

Berpirsê Ragihandin û Peywendiyên Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî ragihand ku geştên hewayî yên navneteweyî dest pê kirine.

Budceya Tirkiyeyê di Sibatê de 7,5 milyar dolar li kêmê da
Budceya Tirkiyeyê di Sibatê de 7,5 milyar dolar li kêmê da

Li gorî daneyên Banga Navendî, di meha Sibatê de budceya Tirkiyeyê 7,5 milyar dolar li kêmê da.

Li Mûşê qezaya trafîkê: 7 kes birîndar bûn
Li Mûşê qezaya trafîkê: 7 kes birîndar bûn

Li devera Qerekela ya navçeya Kopê ya Mûşê ji ber barîna berfê qezaya trafîkê çêbû û di qezayê de 7 kes birîndar bûn.

Ji DEM Partiyê giştînameya 1’ê Gulanê
Ji DEM Partiyê giştînameya 1’ê Gulanê

DEM Partiyê di Giştînameya 1’ê Gulanê de li dijî kedxwarî, şer û zextê banga têkoşîna hevpar kir.

Li wargeha KYK’ê 28 xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûn
Li wargeha KYK’ê 28 xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûn

Li wargeha KYK’ê ya li navçeya Bucayê gelek xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûn. Ji xwendekaran 28 jê rakirin nexweşxaneyê.

Maryam Ebrahîmî: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê em bêhtir bixebitin
Maryam Ebrahîmî: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê em bêhtir bixebitin

Hevberdevka Komîteya Navneteweyî ya Azadî ji Abdullah Ocalan re Maryam Ebrahîmî diyar kir ku ji têkoşîna “Jin, jiyan, azadî” bandor bûye û diyar kir ku hewceye ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bêhtir bixebitin.

Teqawid: Çima budçe ji bo wan heye lê ji bo me nîne?
Teqawid: Çima budçe ji bo wan heye lê ji bo me nîne?

Teqawidên li Mêrsînê tev li mitîngên bi dirûşma “Dawî li zilma hejariyê bînin” bûn, wiha bertek nîşan dan: “Çima di budçeyê de para wan heye lêbelê para me nîne?”

Azadiya Welat bi manşeta ‘Senteza Azadiyê’ derket
Azadiya Welat bi manşeta ‘Senteza Azadiyê’ derket

Hejmara 14’emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Senteza Azadiyê” gihişt ber destê xwînêrên xwe.

KCK’ê Serokomar Nizar Amêdî pîroz kir
KCK’ê Serokomar Nizar Amêdî pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê siyasetmedarê Kurd Nizar Amêdî ku weke Serokkomarê Iraqê hate hilbijartin, pîroz kir.

Zeynep Cansizê jiyana xwe ji dest da
Zeynep Cansizê jiyana xwe ji dest da

Zeynep Cansiz a li Nexweşxaneya Bajar a Îzmîrê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.

Bang ji bo doza cînayeta kar a li Manîsayê: Em li benda piştgiriyê ne
Bang ji bo doza cînayeta kar a li Manîsayê: Em li benda piştgiriyê ne

Malbata Alî Baba Gokalp ê ku beriya du salan li Manîsayê tevî Zulfu Yildiz di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dabû, ji bo danişîna ku dê di 15'ê Nîsanê de bê lidarxistin banga piştgiriyê kir.