Li Îranê li zarokên xwepêşander tundiya fîzîkî û derûnî tê kirin
Hat diyarkirin ku li Îranê li gelek zarokên tev li xwepêşandanan bûne di binçavan de tundiya fîzîkî û derûnî li wan hatiye kirin.
Li Lozanê çar partiyan ji bo Rojava çalakiya piştgiriyê li dar xistin
Li Lozanê ji bo piştigiriya Rojava, bi pêşengiya Partiya Sosyalist (SP), Partiya Karkeran (POP), Keskan (Grüne) û SolidaritéS Vaud, meş û mitîng hatin lidarxistin.
DYA û Îran dê di 6’ê Sibatê de li Ummanê bicivin
Koşka Spî diyar kir ku muzakereyên nukleerî yên di navbera DYA û Îranê de dê di 6’ê Sibatê de li paytexta Ummanê Maskatê werin kirin, Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî ev agahî piştrast kir.
Dê li Ewropayê meşên 'Azadî ji Ocalan re, statu ji Rojavayê re' bên lidarxistin
Hevserokê KCDK-E'yê Engîn Sever diyar kir ku ew ê di 14'ê Sibatê de li gelek bajarên Ewropayê, di serî de li Strasbourgê, meşên bi dirûşmeya "Azadî ji bo Rêber Ocalan, Statu ji bo Rojavayê" li dar bixin.
Li Nîjeryayê êrişî gundekî hat kirin: 162 kes mirin
Di êrişa komên çekdar a li ser gundê Woro yê parêzgeha Kwara ya navendî-rojavayê Nîjeryayê, herî kêm 162 kesan jiyana xwe ji dest da.
Rexistinên mafên mirovan: Îran tundiya zayendî wekî ‘çekekî’ bi kar tîne
Di raporên rexistinên navneteweyî yên mafên mirovan de hate diyarkirin ku rejîma Îranê tundiya zayendî ya li hemberî çalakvanên binaçavkirî, wekî "çekekî sîstematîk a şer" bi kar aniye.
DYA’yê gef li Malikî xwar
Hate ragihandin ku Amerîkayê hişyarî daye rayedarên Iraqê ku ger Nurî Malikî wek serokwezîr bê hilbijartin, ew ê dahata hinardekirina nefta Iraqê kêm bike û alîkariyên ji bo Iraqê bide rawestandin.
Netanyahu: Dê rêveberiya Filistînê di rêveberiya Xezeyê de cî negire
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu daxuyand ku pişti şer rêveberiya Filistînê bi tu rengî dê di rêveberiya Xezeyê de cih negire.
DYA’yê daxwaza Îranê qebûl kir: Muzakere dê li Tirkiyeyê neyên kirin
Hevdîtina di navbera Îran-DYA’yê ku dihate payîn li Stenbolê bê kirin, lêbelê li ser daxwaza Îranê dê li Ûmmanê bê kirin.
Peymana HSD-Şamê di çapemeniya cîhanê de cî girt: Têkoşîn berdewam dike
Peymana di navbera HSD û Şamê de ku di 2’yê sibatê de ket meriyetê, di rojeva çapemeniya cîhanê de cî girt.
DYA'yê ÎHA'yeke Îranê xist
DYA'yê, li Deryaya Omanê ÎHA'yeke Îranê ya ku nêzî keştiya balafiran a Amerîkayê bû xist.
Ji Şaredariya Lozanê ji bo Rojavayê 50 hezar frank alîkarî
Bajarê Lozanê yê Swîsreyê, ji bo sivîlên ku ji ber êrişên li ser Rojavayê ji cih û warên xwe bûne, ji saziya alîkariyê Heyva Sor re di pîvana 50 hezar Frankên Swîsreyê de alîkariya lezgîn peyda kir.
Li Hannoverê çalakiyên ji bo Rojava didomin
Li bajarê Hannover ê Almanayayê çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava didomin.
Îran xwe ji muzakereyên bi DYA'yê re amade dike
Hate diyarkirin ku di 6'ê Sibatê de li Tirkiyeyê di navbera Îran û DYA’yê de muzakere tê payîn.
Paul Stich: Çareseriya ku Kurd û kêmneteweyan li derve bihêle dê mayînde nebe
Endamê Meclîsa Neteweyî ya Awistiryayê diyar kir ku li Sûriyeyê tu çareseriya ku Kurdan û kêmneteweyên li derve bihêle dê mayînde nebe.