Li Enqereyê komxebata Kurdî: Em dikarin li dijî astengiyan alternatîfan jî ava bikin
Di Komxebata Statuya Zimanê Kurdî û Perwerdehiya Kurdî ya ji aliyê ANKA-DER’ê ve tê lidarxistin de axêveran gotin ku divê li dijî mafê perwerde û statuya Kurdî alternatîf bên avakirin.
NÛJINHA'yê têkildarî êrişa sîberê daxuyanî da
NÛJINHA'yê têkildarî êrişa sîber a li ser malpera xwe daxuyanî da û got: “Em careke din tekez dikin: Em ê dev ji berpirsiyariya xwe ya eşkerekirina rastiya jinan bernedin. Em ê weşanên xwe li hemberî hemû êriş, gef û zextên ku armanca wan bêdengkirin, nedîtin û bindestkirina jinan e bidomînin.”
Zubeyîr Aydar: Divê lihevkirinek di ser partiyan re pêk bê
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, di 24'mîn Civîna Desteya Giştî ya KNK’ê axivî u got: “Divê her kesê li vir, mêvan, nûnerên saziyan, rewşenbîr û hemû kesayet, zextê li partiyên Kurdî bikin. Divê zext û lihevkirinek di ser partiyan re pêk bê.”
Li dijî Otokoç a girêdayî Holdîng Koçê êrişa çekdarî pêk hat
Li navçeya Maltepe ya Stenbolê li dijî Navenda Giştî ya Otokoç a Otomatîv ku girêdayî Holdînga Koç e, êrişeke çekdarî pêk hat.
Li Dihokê 2 dron hatin xistin
Li navçeya Akrê ya Dihokê, 2 dronên di nava tevgerê de bûn, hatin xistin.
Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hatî qetilkirin bê bibîranîn
Rojnamevan Hafiz Akdemîr dê li Amedê li kolana ku lê hatî qetilkirin bê bibîranîn.
Mîthat Sancar: Nexşerêya Abdullah Ocalan ji sê sernavan pêk tê HEVPEYVÎN
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de nexşerêya ku ji bo pêşnûmeya qanûnê ya dihat payîn pêşkêş kiriye, di bin sê sernavan de nirxandine: "Wesfa qanûnê, sazûmaniya pêvajoyê û pênasekirina rol û pozîsyona aktorên di pêvajoyê de."
Şêniyên Miksê ku 6 meh in têkiliya wê bi cîhanê re qut bûye, koç dikin
Navçeya Miksê ya Wanê, ku ji ber pirsgirêka veguhestinê 6 mehan pêwendiya wê ji cîhanê qut bûye, di 15 salên dawî de nifûsa wê ji 5 hezarî zêdetir koç kir.
Kujerê Hafiz Akdemîr 34 sal in nehatiye dîtin: Divê hevrûbûn pêk were
Veysî Polat ê ku qala xalê xwe nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr berî 34 salan hatibû qetilkirin, kir û diyar kir ku heta hevrûbûn bi raboriyê re çênebe, aştiyeke rastîn pêknaye.
Welatiyên berî 41 salan ji neçarî ji gundê xwe derketibûn, niha dixwazin vegerin
Mehmet Elçî yê ku berî 41 salan ji ber ku navê wî di lîsteya cerdewaniyê de hatibû nivîsandin neçar mabû gundê xwe biterikîne, niha dixwaze vegere gundê xwe, lê ji ber ku zeviyên wan ên bi tapo ji bo 49 salan ji Wezareta Parastinê re hatinekirêkirin, nikare vegere.
Serdana şîna Felek Yagbasanê kirin
Jinan serdana şîna Felek Yagbasaanê kirin ku li mala xwe bi awayekî mirî hatibû dîtin.
DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir
Meclisa Jinan a DEM Partiyê û DEM Partiyê ji ber gotinên zayendperest û nijadperest ên Rahmî Koç serî li Serdozgeriya Îzmîrê dan û giliyê Koç kirin.
Ji bo girtiyên nexweş Pinar Tikit, Orak û Oztel bang
Ji bo girtiyên nexweş ên rewşa wan giran, li sê bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de banga serbestberdana girtiyên nexweş hat kirin.
Peyama Bayik û Karayilan ji bo Lijneya Giştî ya KNK'ê
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Endamê Fermandariya NPG’ê Murat Karayilan ku peyam ji bo 24'emîn Lijneya Giştî ya KNK'ê şandin, gotin: “24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê di vê serdema dîrokî de ji bo ku di pêşxistina yekîtiya Kurd a demokratîk de gavên nû bên avêtin wê rola xwe bilîze.”