Bi hinceta ‘midûr guncav nedîtiye’ cih nedan lîstika şanoya Kurdî!
- çand û huner
- 09:05 23
Hat zanîn ku Şanoya Dewletê ya Wanê bi hinceta “Midûr guncav nabîne” eywan neda lîstika bi Kurdî ya "Ma diz yek e!"
Hat zanîn ku Şanoya Dewletê ya Wanê bi hinceta “Midûr guncav nabîne” eywan neda lîstika bi Kurdî ya "Ma diz yek e!"
DEM Partiyê li Colemêrgê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da û got ku dê di her qadên jiyanê de têkoşîna xwe ya ji bo ziman û nasnameyê bidomînin.
Komeleya Lêkolînên Kurd, NÇM û Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo dê di 25’ê Gulanê de bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyê li dar bixe.
Nivîskaran diyar kirin ku ji bo çaeseriyê divê ji ewil bi sererastkirinên di qanûn de re statuyeke fermî ya Kurdî were qebûlkirin û gotin ku ew amade ne ku piştgiriyê bidin pêvajoyê.
Akademîsyen Îsmet Xabur di Sempozyuma Zimanê Kurdî de axivî û ji bo siyasetê got: “Zêde girîngiyê nadin ziman. Divê li her çar parçeyên Kurdistanê yekitiyeke ziman çêbibe.”
Hejmara 116’emîn a kovara Jinê bi manşeta “Bendî nebe, azad be: Jiyaneke nû pêkan e” derket.
Rûniştina duyemîn a roja ewil a Sempozyûma 2’yemîn a “Sosyo-Polîtîkaya Ziman” a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a Wanê bi dawî bû. Di rûniştina duyemîn a sempozyûmê de rola çapemeniya Kurdî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin.
Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî helwesta li ser beyt û navê helbestvanên Kurd ku li navçeya Sûr a Amedê li erdê hatine bicihkirin li eywana Çand Amedê (Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Me xwest bi gotinên alimên ve em balê bikşînin ser ziman. Elbet wan kesan qedrê zimanê Kurdî bilind kiriye, ji bo me jî ew gelek qedirbilind in ku loma me jî xwast em bi helbestên wan bajarê xwe bixemilînin.”
Derhênerê sînemayê Alî Ozgenturk jiyana xwe ji dest da. Ozgenturk dê sibe li Beyoglûyê bê bibîranîn.
DBP, DEM Partî û ÎHD’ê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan û xwestin ku Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Heno Ronak diyar kir ku divê li dijî asîmîlasyonê polîtîkayeke ziman bê pêşxistin û rêveberê KURDÎGEH'ê Gokhan Işik jî di pêşxistina zimên de bal kişand ser girîngiya çapemeniyê.
Zimanzan Samî Tan der barê Cejna Zimanê Kurdî de axivî û got: "Pêdivî ye ku kurdî di her qadê de bê bebriçavkirin. Kurdî, herî xweş di zimanê zarokan de bedew e."
Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş da zanîn ku di nava 13 salan de tenê 148 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin û got ku divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê cîbicîkirin.
Helbestvan Kejal Ehmed ku beşdarî konferansa bi navê “Pêkanîna xalên manîfestoya Gîronayê” bû, diyar kir ku divê çar parçeyên Kurdistanê û nivîskarên kurd ên li dîasporayê bi hev re tevbigerin û got: “Armanceke nivîskar heye, ew jî parastina ziman e.”
Nivîskar Ahmet Çelîk diyar kir ku ji bo pêvajo bi rêk û pêk bimeşe divê pirsgirêka ziman were çareserkirin û statuya Kurdî bê qebûlkirin.