ENQERE - Dema xebatên Komîsyona Meclisê bi piraniya dengan 2 mehên din hate dirêjkirin.
Dema xebatên Komîsyona Meclisê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hate avakirin û xebatên wê dê di 31’ê Kanûnê de bi dawî bibe, ji bo 2 mehên din hate dirêjkirin. Komîsyon, bi sedema ku rapora hevpar heta 31’ê Kanûnê amade nabe, îro civiya.
Prof. Dr. Havva Kok Arslan û Mûrat Sevecen, têkildarî axaftinên di komîsyonê de hatine kirin pêşkeşiyek kir. Her du kes jî li ser gotinên dişibin hev, yên ji hev cuda û pêwîstiyan axivîn.
Wekîlan jî bal kişandin ser pêşkeşiyê û pêwîstiyan.
Piştre jî dema xebatê ya komîsyonê bi piraniya dengan 2 mehên din hate dirêjkirin.
