ENQERE - Bernameyên bajaran ên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê diyar bûn. Bi sedhezaran kedkar dê sibe dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ser ziman.
Bername û saetên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Cejna Karkeran ên li bajaran diyar bûn. 1’ê Gulanê ya îsal dê dibin êrîş û qedexeyên OHAL’ê de bê pîroz kirin. Sibe di serî de li Amed, Enqere, Îzmîr, Edene û gel bajarên din karker û kedkar dakevin qadan û 1’ê Gulanê pîroz bikin. Bernameya mîtîngên 1’ê Gulanê yên bajaran wihane:
“ENQERE: Li Qada Tandogan saet 13.00’an.
ÎZMÎR: Li Qada Gundogdu saet 14.00’an.
ESKÎŞEHÎR: Li Qada Sihhiye saet 13.00’an.
AMED: Li Qada Îstasyonê saet 13.00-15.00’an. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dê beşdar bibe.
WAN: Li Parka Aştiyê ya Musa Anter saet 11.00’an.
EDENE: Li Qada Ugur Mumcu saet 17.30
BURSA: Li Qada Stada Ataturkê.
MÊRSÎN: Li Qada Cumhuriyetê saet 17.00’an.
ANTALYA: Li Qada Cumhuriyetê saet 14.00’an.”