ÎZMÎR - Abdullah Ahmed ê ji Sûriyeyê li Bornavayê di dixebitî, ket birka plastîkên kevin û jiyana xwe ji dest da.
Abdullah Ahmed ê ji Sûriyeyê yê di atolyeya paşve vegerîna plastîkan a li taxa Kazim Dîrîk a navçeya Bornovaya Îzmîrê dixebitî, denga xwe winda kir û ket birka plastîkên kevin. Suayî Palta yê 43 salî ku xwest Ahmed ji birkê derbixe, ew jî ket birka plastîkên kevin. Li ser agahiya karkeran polîs û ekîba tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Her du karker ji birkê derxistin û rakirin Nexweşxaneya Fakultaya Tipa Zanîngeha Ege yê. Li gel hemû hewldanan Ahmed jiyana xwe ji dest da û dermankirina Palta jî didome.
Cenazeyê Ahmed rakirin Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê. Hat zanîn ku karker di birka plastîkan de jehrî bûne.