Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dijwar ên desthiladariya Şamê yên li ser civaka durzî ya li Siwêdayê, balkêş e piştî daxuyaniya Balyozê DYA'yê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Donald Trump ê Sûriyeyê Thomas Barrack ku gotibû tu wateya Peymana Sykes Pîcotê nemaye, pêk hatin. Dibe ku Peymana Sykes Pîcot "bêwate bûbe" lê dixwazin li şûna wê Peymana Abraham ku jinûve li gor berjewendiyên hêzên hegemon û deh qatî wê dijbertiya civakan dike hatiye sererastkirin, bixin meriyetê. Lewra dema çûnhatinên dîplomasiyê yên vê dawiyê didin der ku di çarçoveya Peymana Abraham de lihevkirinek heye. 
 
Ji ber ku ji hilweşîna Rejîma Baas û heya niha êrişên desthiladariya Şamê yên bi perspektîfên dewleta tirk ên li ser durziyan ên li Siwêdayê û Quneytrayê berdewam dikin û Îsraîl jî di bin navê parastina civaka durziyan de bi Girên Golanê gefê li desthiladariya Şamê dixwe. Ev alozî di dema şerê navbera Îran û Îsraîlê yê 12 rojan de bi awayekî xwezayî bêdengiyek dabû der. 
 
JI BO HINCETEKÊ BIBÎNIN ÇETEYAN XISTIN NAVA LIV Û TEVGERÊ
 
Di vê pêvajoyê de ku hemû rojev li ser şerê Îran-Îsraîlê bû, dewleta tirk û HTŞ jî ji bo vê rewşê ku niha li Siwêdayê diqewime amadekarî dikirin. Ji bo bingeha vê êrişa navborî ya Siwêdayê amade bikin, bi perspektîva MÎT’ê di ser Wezîrê Karên Navxweyî yê hikûmeta demkî ya Şamê Enes Xetab re, nêzî 400 çeteyên ji Seraya El Sûnea, Cund El-Eqsa û Huras el-Dîn ku xwe wekî dijberê HTŞ’ê nîşan didin lê di esasê xwe de hêzên tarî ango kontrayên dewleta tirk û HTŞ’ê ne, li herema navbêra Dêraa û Siwêdayê hatin bicihkirin. Ev çeteyên navborî hêdî hêdî bûyerên teqînê, revandin, suîqastê û hwd. pêk anîn û ev hişt ku Wezareta Parastinê ya hikûmeta Şamê di navbera Siwêdayê û Dêraa de di bin navê ewlekariya hemwelatiyan noqteyên lêgerînê deyne û ji raya giştî re nîşan bide ku pêwîst e hêzên ewlekariya HTŞ’ê bikevin Siwêdayê û Quneytrayê. 
 
Ji bo vê jî berpirsên MÎT’ê yên heremê, îstîxbarata HTŞ’ê û rayedarên hikûmeta Şamê, di bin navê pêşengê Civaka Durziyan bi Leys Belus ku ji aliyê durziyan ve wekî xiyanetkar tê nasîn, rêzecivîn li dar xistin. Li ser vê mijarê her çi qas Îsraîlê bi daxuyaniyên hişk dabin û gef xwaribin jî, lê di bin de jî dibe ku lobiya Îsraîl û Tirkiye-HTŞ’ê li ser pevguherandina “Girên Golanê bide, bikeve Siwêdayê" lihevkirinek çêbûbe. Ji ber bêyî ku tiştek li holê hebe ji nişka ve balafirên Îsraîlê li hin noqteyên leşkerî yên girêdayî Wezareta Parastinê ya Şamê dan û zemîna êrişa ser civaka durziyan a Siwêdayê ava kir. Dema em şer û pêvçûnên piştî êrişên balafirên Îsraîlê dinêrin, hêzên xweparastinê yên Meclisa Civaka Durziyan a Siwêdayê pişta xwe bi hêzên Îsraîlê qewî kiribû, şikestin. Piştî ketin ferqê berbayî lîstika Îsraîlê bûne û tenê hatine hiştin, neçar man hêza xwe ya cewherî esas girtin û berxwedana xwe xurt kirin. 
 
Lewma ew îdiaya ku ev mesele encama lobiya Îsraîl û Tirkiye-HTŞ’ê ya “Girên Golanê bide, Bikeve Siwêdayê” ji rastiyê ne dûr e. Bêguman dema ev yek pêk were jî, ji ber stratejiya DYA, Îsraîl û Îngilistanê dê nehêlin civaka durzî bi temamî ji holê rakin lê dê tenê di asta ji taqetê bixin de bihêlin. 
 
STRATEJİYA DYA ÎSRAÎL Û ÎNGILISTANÊ YA NÛ ÇI YE? 
 
Çawa ku me di analîza xwe ya beriya vê de diyar kiribû stratejiya DYA, Îsraîl û Brîtanyayê ya nû wiha ye; stratejiya ku di 15 salên dawî de li Rojhilata Navînê hatiye bicîhkirin êdî ne serdemeke bêîstîqrariyê ya demkî ye, lê belê pergaleke kontrolê ye ku dixwaze berdewam bike. Ev pergala ku bi hişê DYA, Îsraîl û Îngilistanê hatiye pêşxistin, rejîmeke serweriya herêmî temsîl dike ku li ser bingeha fonksiyon û pozîsyonan ji nû ve hatiye avakirin, ji nakokiyên klasîk ên navbera dewletan û ji sînorên sabît wêdetir e. Taybetmendiya bingehîn a vê rejîmê ev e ku ew êdî ne li ser sînoran, lê li ser rolan hatiye avakirin. Avahiyek li ser bingeha fonksiyonan li şûna nexşeyan, amûran li şûna serweriyê û hêzên wekîl li şûna gelan tê avakirin. Dewlet û gel êdî nikarin tenê li gorî rastiyên xwe, lê li gorî hewcedariyên vê plana sêwirana gerdûnî hebin.
 
Pergala nû ya Rojhilata Navînê dewletên bihêz û navendî yên ku xwedî kapasîteya biryardana serbixwe ne wekî gef dibîne. Ji ber vê yekê, armanc ne hilweşandina dewletên wekî Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraq û Lubnanê bi tevahî ye, lê belê hilweşandina wan ji hundir ve ye, wan bêfonksiyon dike û bi hêzên derve ve girêdide. Dewlet ji hundir ve bi rêya krîzên navxweyî, zehmetiyên aborî û pevçûnên mezhebî û etnîkî lawaz dibin, bi vî rengî wan vediguherînin aktorên ku rolên xwe yên hatine destnîşankirin pêk tînin, bêyî ku biryardana serbixwe bidin, lê dîsa jî pozîsyoneke bikêr diparêzin. Nexşeyeke stratejîk hatiye afirandin ku tê de tu dewletek nikare rojeva xwe destnîşan bike, lê her yek wekî kartek di danûstandinên herêmî de tê bikaranîn.
 
ALOZIYA KONTROLKIRÎ
 
Daxuyaniyên Barrack ên wekî "yek dewlet, yek netewe, yek artêş" û li dijî federalîzmê bi polîtîkayên dewletên navendî re bi nakok nînin. Pêşî bi bêjar (dîskurs) û pratîka qelskirin û parçekirina dewletên neteweyî û niha jî hewldana xurtkirina wan, ne nakokî ne lê du qonaxên cuda yên senaryoyeke stratejîk a kontrolkirî ne. Mîhwera DYA-Îsraîlê di bin navê aramiyê de dewletên neteweyî li Rojhilata Navînê ji hundir ve wêran kiriye û dewletên lawaz, perçebûyî û nikaribin bi tena serê xwe biryar bidin afirandine. Bi vî rengî, gelek dewletên neteweyî qels bûn, perçe bûn û neçar man ku rolên girêdayî derve qebûl bikin. Bi vê re, ji bo gel nebin kirde û rêveberiyên alternatîf çênebin, avaniyên herêmî hatin biçekkirin, bikaranîn û bi sozên pûç pêşiya wan hat girtin û hatin kontrolkirin. Tam li vir teoriya aloziya kontrolkirî ket dewrê. Ne çareseriyên tam, ne hilweşandina tam, ne jî şoreşa tam, stratejiyeke krîzê ya bi berdewamî kontrolkirî hat pêkanîn.
 
Ev mijara ku divê civaka durzî hewceyî an jî hêviya xwe bi temamî bi hêzên derve ve girênedin, bi dahûrandin û tesbîtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên der barê xeta sêyemîn a di çerçoveya şerê gel ê şoreşgerî de xurtkirina xweparastinê çiqas jiyanî ye radixe berçavan. 
 
MA / Erdogan Altan