Hûrgiliyên çûnûhatina dîplomasiya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - MÎT'ê, di hevdîtinên xwe yên bi şandeyên DYA û Fransî re de, plana êrişê ya Tirkiyeyê ya bi Şam û hêzên eşirên Ereb a li ser herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand.

Tê diyarkirin ku li hemberî Kurdên Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser planên Tirkiyeyê yên curbicûr hene. Di vê çarçoveyê de, MÎT di 7'ê Îlonê de bi şandeyeke Amerîkî û di 11'ê Îlonê de bi şandeyeke Fransî re civiya û ji bo Konseya Ewlehiyê ya di nava Konseya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de raporek amade kiriye. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, MÎT'ê, di hevdîtinên bi Amerîka û Fransayê re, planên êrişa xwe ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji her du welatan re ragihandiye.
 
HEVDÎTINA BI DYA'YÊ RE
 
Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, di hevdîtinên bi şandeya DYA'yê re ev mijar hatine nîqaşkirin:
 
* Fransayê piştgiriya xwe ya siyasî û dîplomatîk ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriye.
 
* Fransa piştgiriyeke nepenî dide rêveberiya Partiya Karkerên Kurdistanê, di heman demê de Îsraîl piştgiriyê dide Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
 
* Suweyda rêveberiya xweser li bakur-rojhilatê Sûriyeyê wekî yek ji aktorên ku piştgiriyê dide projeya wan a li başûrê Sûriyeyê dibîne.
 
* Îsraîl ji şandeya Sûriyeyê daxwaz dike ku îmtiyaz ji Durzîyên ku ew li Sûriyeyê kontrol dikin re bên dayîn û di vê mijarê de bi rêya rêveberiya DYA'yê zextê dıke. 
 
* Dema ku şandeya me li Şamê bi şandeya DYA'yê re civiya, wan biryardariya xwe nîşan da ku hebûna tu hêzeke çekdar a ku ne bi hikûmeta Şamê ve girêdayî ye li ser sînorên xwe qebûl nakin.
 
* Şandeya me ji şandeya DYA'yê re ragihand ku ew ê bi piştgiriya nepenî ya Îsraîlê re bi hikûmeta Sûriyeyê re li dijî projeya rêveberiya xweser a ku banga cudabûnê li bakur-rojhilatê Sûriyeyê dike, operasyoneke leşkerî ya hevbeş bidin destpêkirin.
 
* Şandeyaa me ji şandeya DYA'Yê re got ku şandin û dabînkirina çekan ji bo cudaxwazên Kurd da ku li dijî eşîrên Ereb şer bikin ew tiştek e ku Tirkiye bi tu awayî qebûl nake.
 
* Vekişîna hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ji Siwêdayê li gorî rêkeftineke di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Îsraîlê de ku bi navbeynkariya DYA'yê hatiye îmzekirin, bûye sedem ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji pêkanîna rêkeftina 10'ê Adarê dûr bisekine.
 
* Siyaseta DYA'yê ya li ser Sûriyeyê pir dişibe siyaseta şandeya me ya li Şamê. Lêbelê, doza Îsraîlê ya Sûriyeyê ji ya DYA'yê cuda ye û li ser axa Sûriyeyê, hem bi awayekî şexsî û hem jî bi rêya hevalbendên xwe, gavan diavêje da ku bigihîje armancên xwe.
 
* Endamên PKK'ê yên ku ji Iraq, Îran û Ewropayê hatine, ji Sûriyeyê derneketine.
 
*E v nîşan dide ku Îsraîl bi hinceta fikarên li ser zêdebûna bandora Îranê li Sûriyeyê, zextê li rêveberiya DYA'yê dike da ku operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asteng bike.
 
* Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkiliya xwe bi Îsraîlê re wekî derfeteke stratejîk dibîne ku dê bihêle ew piştgiriya siyasî ji hevalbendên derve, bi taybetî Fransa, Îngiltere û DYA'yê, bi dest bixe. Ev yek pozîsyona wê xurt dike, nemaze bi zexta berdewam a hêzên me yên leşkerî.
 
* Îsraîl îstîxbarata li ser tevgerên Îranê li ser sînorê Iraq-Sûriyê bi kar tîne ku ji hêla endamên Partiya Karkerên Kurdistanê li bakur-rojhilatê Sûriyê ve hatiye peydakirin.
 
* Agahiyên me nîşan didin ku piştgiriya Îsraîlê ji bo Kurdan ji armancên stratejîk ên ku ji îdiayên parastina kêmneteweyan ji gefên Tirkiyeyê wêdetir in. Bi seferberkirina Kurdan û bikaranîna çalak a gazindên wan, xuya ye ku Îsraîl li welatê me pirsgirêkan çêdike û Tirkiyeyê ji projeyên bicihbûnê yên Îsraîlê û şerên li dijî misilmanan dûr dixe.
 
* Kirina operasyoneke leşkerî ya sînorkirî li bakur-rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya hikûmeta Şamê û hêzên eşîrên Ereban dê plana Îsraîl-Amerîkî-Fransî li Sûriyeyê têk bibe û Partiya Karkerên Kurdistanê neçar bike ku çekên xwe deyne.
 
* Tevî alozî an nakokiyên di navbera partiyên Kurd li Sûriye û Iraqê de, Îsraîl hewl dide ku neteweperestiya Kurd wekî amûrekê bi kar bîne da ku bandora xwe ya li herêmê zêde bike. Ew balê dikişîne ser piştgirîkirina destpêşxeriyên cudaxwaz ên Kurd da ku projeyên xwe yên li dijî welatê me bicîh bîne.
 
HEVDÎTINA FRANSAYÊ
     
Tê gotin ku şandeya MÎT'ê li ser hevdîtina xwe ya bi şandeya Fransî re der barê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de raporek amade kiriye û pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kiriye. Xalên ku hatine nîqaşkirin ev in:
 
* Şandeya Fransî girîngî neda metirsiyên ewlehiyê yên ku MIÎT dikare çêbike, bi taybetî ji ber bêîstîqrariya li deverên din ên Sûriyeyê ku dê bibe sedema veqetîna Kurdan ji Sûriyeyê.
 
* Şandeya Fransî ev pêşniyaz ji şandeya MÎT'ê re kir: “Bêyî desthilatdariya Şamê, têkiliyên rasterast bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re deynin û rîskên ewlehiyê çareser bikin; Fransa dê piştgiriyê bide vê yekê.”
 
* Şandeya MÎT'ê pêşniyaza şandeya Fransî ya ku YPG-YPJ'ê ne wekî avaniyeke tekane, lê wekî komekê di nav Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de cih bigire, nirxand. Şandeya MÎT'ê wiha bersiv da: "Ev li gorî daxwazên me nîne."
 
* Şandeya MÎT'ê ev agahî dan şandeya Fransî: “Divê hûn têkiliyên xwe bi hikûmeta Şamê re berfireh bikin û şerê hikûmeta Şamê yê li dijî terorê teqdîr bikin.”
 
* Şandeya MÎT'ê îspat kir ku şandeya Fransî ya li Sûriyeyê bi rêya koordînasyona veşartî bi şandeya Îsraîlê ya berpirsiyarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re piştgirîya PKK'ê kiriye.
 
* Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Îsraîlê re diyalogên veşartî dimeşîne û perspektîfên Îsraîlê bi kar tîne; her wiha kiryarên hikûmeta Şamê li Sûriyeyê wekî hincetekê bi kar tîne da ku projeya Îsraîl, Amerîkî û Fransî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne.
 
* Şandeya MÎT'ê ji şandeya Fransî re wiha got: "Piştgiriya we ya ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera Bakurê Iraqê û Bakurê Sûriyeyê de ji bo PKK'ê sûdmend bû. Ev yek di heman demê de li dijî ewlehiya Tirkiyeyê ye.'
 
* Fransa, divê di navbera piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan û naskirina rejîma Şamê de hevsengiyekê çêbike. 
 
* Şandeya MÎT'ê ev agahî da şandeya Fransî: "Operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanc dike ku endamên PKK'ê û kampên perwerdeyê hedef bigire, ne ku Rêveberiya Xweser hilweşîne. Bi avakirina îstîqrara li eniyên şer, endamên PKK'ê çalakiyên xwe yên siyasî û leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh kirine."
 
* Şandeya MÎT'ê ev agahî da şandeya Fransî: Rola we di diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rejîma Şamê de yekalî ye û aramiya Sûriyeyê dixe xetereyê.
 
* Piştgiriya Tirkiyeyê ji bo partiyên din ên li Libnanê dê bandoreke neyînî li ser piştgiriya Fransayê ya ji bo Rêveberiya Xweser bike.
 
* Şandeya Fransî ev agahî da şandeya MÎT'ê: Divê hûn hevkariya xwe ya bi Fransayê re di warê bêçekkirina partiyên Şiî yên li Libnanê de berfireh bikin û îstîqrara siyasî garantî bikin.
 
* MÎT di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê ji bo dijberiya piştgiriya Fransa û DYA'yê ya ji bo projeya Rêveberiya Xweser, bi dizî piştgiriya xwe ya leşkerî û siyasî ya komên şiî yên li Libnanê bidomînin.
 
* MÎT nirxandina xwe jî didomîne û dibêje: "Fransa niha hewl dide çekan ji peravên Sûriyeyê vekişîne. Her wiha plan dike ku li peravên Sûriyeyê di bin serweriya xwe de hikûmeteke herêmî ya xweser ava bike. Fransa her wiha hewl dide ku Pasvanên Peravên Sûriyeyê kontrol bike û bi dizî bi rûsan re li dijî hikûmeta Sûriyeyê hevrêzî û hevkariyê pêş dixe."
 
* Di heman demê de, MÎT'ê kifş kir ku di navbera Îsraîl û Fransayê de ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser tifaq û peymaneke veşartî heye û ev peyman hem ji hêla leşkerî ve û hem jî ji hêla siyasî ve di astek bilind de hatiye çêkirin.
 
* Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) nirxandina xwe didomîne û diyar dike ku veqetandina herêmên Ereb ji herêmên Kurdan yek ji planên wê yên leşkerî û ewlehiyê yên bingehîn e. Wekî din, ew bi hikûmeta Şamê û komên herêmî yên herêmê re ji bo pêkanîna vê planê ji nêz ve dixebitin. Di vê çarçoveyê de, MÎT'ê ji hikûmeta Şamê re ragihand ku balafirên şer ên tirk dê berpirsiyariya parastina hêzên bejayî bigirin ser xwe. Ev yek dê alîkariya hêzên hikûmeta Şamê bike ku herêmên Ereb ji QSD'ê rizgar bikin.
 
* Di heman demê de, Rêveberiya Xweser hewl dide ku koordînasyon û hevrêziya xwe bi welatên Ewropî re zêde bike da ku statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike û rewa bike.
 
* Şandeya MÎT'ê û hikûmeta Şamê ji bo têkbirina projeya Îsraîl, Fransa û Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din hevkariyeke leşkerî û siyasî kirin.
 
MA / Erdogan Altan