AMED – Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, diyar kir ku mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî di peyman û lihevkirinên navneteweyî de hatiye ewlekirin û bang li Tirkiyeyê kir ku berpirsyarên xwe yên van peyman û lihevkirinên navneteweyî ku aliyê wan e bi cih bîne.
Perwerde û hînkirina zimanê kurdî ji salên damezrandina Komarê ve li Tirkiyeyê qedexe ye. Lê ji van salan ve daxwaza kurdan a bi rengî heye û ji bo vê yekê têkoşîn didin. Bi derketina netewdewletan re ziman û çandên cuda hatin bi sînorkirin û li seranserê Cîhanê nêzî 6 hezar ziman hatin tunekirin. Li Tirkiyeyê jî ji ber ku ji bilî tirkî perwerde hat qedexekirin, 3 ziman tunebûn û 15 ziman jî bi tunebûnê re rûbirû ne. Bi têkoşîna kurdan a bi ziman re kêmneteweyên din jî vê daxwaza anîn ziman, lê di vê mijarê de hê gav nehatine avêtin.
ZEXTÊ LI SER KURDÎ ZÊDE BÛNE
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, derbarê zext û nedayîna perwerdeya bi zimanê kurdî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û nirxandinan kir. Cizîrî, diyar kir ku bi awayekî rêxistinkirî bersiv bidin zextên li ser zimanê kurdî û wiha got: “Ji ber ve sedem 9 partî hatin gel hev û platformek ava kirin. Di nav 4 sal in dawîn de zextên li ser kurdî zêde bûn. AKP projeyên xwe yên ji bo zimanê kurdî bi MHP’ê re amade dike. AKP bi partiyeke mîna MHP’ê nîjadperest re wê gaveke çawa ji bo kurdî bavêje? Ev partî li dijî hebûna kurdan û zimanê wan e. Tişta ku van pêşniyar bikin tenê pişaftin e. Niha hikumet jî li gorî vê nêzî kurdî dibe. Heta ku ev tifaq hebe jî wê wiha nêz bibe.”
‘BI MILYONAN XWENDEKAR JI ZIMANÊ XWE YÊ ZIKMAKÎ BÊ PAR IN’
Cizîrî, destnîşan kir ku wê cara 97’emîn sala perwerde û hînkirinê dest pê bike û ev tişt got: “Kurdî ji bo kurdan meseleya hebûnê ye. Bila êdî hikûmeta di mijara kurdî gavên şênber bavêje. Bi milyonan zarokên kurd bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê nabînin. Kî/ê dixwaze bi çi zimanî perwerde bibîne, divê ji b ovan bingeha vê mijarê ya qanûnî bê avakirin. Xesareke vê yekê ji tu kesî re tuneye.”
PEYMANÊN EWLEKIRINA PERWERDEYA BI ZIMANÊ KURDÎ
Cizîrî, diyar kir ku mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî di peyman û lihevkirinên navneteweyî yên mîna Peymana Navneteweyî ya Mafên Siyasî, Takekesî û Zimanan, Peymana Mafê Zarokan, Peymana li dijî Cihêkariya di Perwerdeyê de ya Neteweyên Yekbûyî, Belgenameya Civîna Kopenhagê ya Konferansa Mirovî ya AGÎK’ê, Danezana Mafên Kesên Kêm Ziman û Ol û Nîjad ango Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, Peymana Derbarê Parastina Kêmaniyên Neteweyî de hatiye ewlekirin û bang li Tirkiyeyê kir ku berpirsyarên xwe yên van peyman û lihevkirinên navneteweyî ku aliyê wan e bi cih bîne.
MA / Fethî Balaman - Cahît Olmez