Guneş: Zarok bi zimanê xwe perwerde nebin, serkeftina wan zahmet e

img

AMED - Mamosteyê zimanê kurdî Cemîl Guneş der barê pirtûka xwe ya “Duzimanî-Zarok û Perwerdehî” de diyar kir ku bi milyonan zarokên kurd hene, bi zimanekî din perwerde dibin û ev bandorek nebaş li wan dike û got: “Divê em bi civaka xwe bidin fêm kirin ku ev zarokên me bi zimanê xwe perwerde nebin, zehmet e ku serkeftî bibin.”

Pirtûka ‘Duzimanî-Zarok û Perwerdehî’ ya Mamoste Cemîl Guneş ji Weşanên Weqfa Mezopotamyayê derket. Guneş pirtûka xwe bi mijara tesbîtkirina pirsgirêkên zarokên kurd ên ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde nabin nivîsiye. Mijar bi pirsgirêkên zarokên ku diçin pola yekem rûbirû dimînin re hatiye hûnandin. Ji bo vê lêkolînê Guneş, bi 24 mamosteyên pola yekem ku li navçeya Dêrîka Merdînê dixebitin 12 jê jin 12 jî jê mêr in re hevdîtin kiriye. Her wiha zimanê zikmakî yê van mamosteyan 12 kurdî, 11 tirkî û yek jî jê erebî ye. Pirtûk ji sê beşan pêk tê. Beşa yekemîn "Ziman û Duzimanî" ye û beşda duyemîn jî "Ziman û Perwerdehî" ye û beşa sêyemîn jî ji "Daneyên Lêkolînê" pêk tê. 
 
Em bi mamoste Cemîl Guneş re derbarê pirtûka wî ya derçû re axivîn û ji me re qala pirtûkê kir.
 
Çi bû sedemê nivîsandina vê pirtûkê, we çima pêwîstî bi pirtûkeke wisa dît? 
 
Lê divê neyê jibîrkirin ku gelek sedemên me hene ku em bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Belkî yek ji wan ew e ku em kurd in. Heke em bi wan bidin bawerkirin ku zarokê we bi zimanê xwe perwerde bibe, derdora xwe bi zimanê xwe nas bike, her wiha çand, civak û xwezaya xwe bi zimanê xwe nas bike dê zarok hem bi zimanê xwe hem jî bi zimanê din jî serkeftî dibe, ez bawerim dê civak zêdetir li zimanê xwe xwedî derkeve
 
Ez nivîsandina vê pirtûkê wek tiştekî ku nebe nabe binav dikim. Em her tim gazinên xwe yên wek ‘Çima em bi zimanê xwe napeyivin, çima rêjeya axaftina bi kurdî roj bi roj kêmtir dibe?’ ji derdora xwe re dikin. Helbet zext û înkarkirin li ser kurdî heye. Lê heke em li para xwe binêrin, para me jî di vê rêjeya kêmbûna axaftina kurdî de heye. Ji ber ku axaftina zarokan a bi kurdî roj bi roj kêmtir dibe. Belkî tenê ev gotina ‘Tu kurdî, bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyive’ li ber destê me maye. Lê divê neyê jibîrkirin ku gelek sedemên me hene ku em bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Belkî yek ji wan ew e ku em kurd in. Heke em bi wan bidin bawerkirin ku zarokê we bi zimanê xwe perwerde bibe, derdora xwe bi zimanê xwe nas bike, her wiha çand, civak û xwezaya xwe bi zimanê xwe nas bike dê zarok hem bi zimanê xwe hem jî bi zimanê din jî serkeftî dibe, ez bawerim dê civak zêdetir li zimanê xwe xwedî derkeve û bi zarokên xwe re kurdî bipeyivin. Ev meseleya ziman û zarok bandora xwe li perwerdehiya zarokan jî dike. Wexta ku zarok zimanê xwe qels be, pir zehmet e ku zarok di zimanên din de jî serkeftî bibin. Mixabin di wextên pêş de serkeftina akademîk, hunerên ragihandinê, hunerên xwendinê yên zarokan têk dibe. Jixwe ev sedem ji bo xebateke wisa bes bû û êdî ev ji bo min pêwistiyek bû. Min digot divê ez bi vê xebata sehayî derdên van zarok tespît bikim û pirsgirêkên zarokan bikim rojeva dê û bav, keç û xort û rewşenbîrên me.
 
Di naveroka berhemê de çi beşên girîng hene, hûn dikarin hinekî qala navêroka pirtûkê ji me re bikin?
 
Ji bo vê pirtûkê du rêbaz hatine bikaranîn. Ya ewil xebateke lîteratûrî hatiye kirin û ya din jî bi xebatên sehayî hatiye piştrastkirin. Di beşa ewil de hin têgehên ziman û duzimanîyê hatine pênasekirin. Di beşa duyem de mijarên nîqaşên wek têkilîya ziman û perwerdehîyê çi ye, perwerdehîya bi zimanê zikmakî, perwerdehîya duzimanî, polîtîkayên ziman û perwerdehîyê yên Tirkiyê hene. Her wiha hin modelên perwerdehiya duzimanî û pergalên perwerdehiyê yên hin welatan jî hatine dayîn. Beşa sêyem ji bo xebata sehayî hatiye hiştin. Di vê beşê de çavdêrîyên 24 mamosteyan ku min hevdîtin bi wan re kir heye. Ji van mamosteyan 12 ji wan zimanê wan yê zikmakî kurdî, 11 ji wan tirkî û yek jî jê erebî bû. Ev dabeşî jî min bi xwe kir çunkî min xwest fikrên hevalên tirk û ereb jî bistînim, ka ew derbarê vê mijarê de çi difikirin. Ji ber ku li dibistanê ew bi xwe bi zarokan re rûbirû ne, belkû ji dê û bavê hin zarokan zêdetir wan dibînin û wan baştir nas dikin. Min derheqê 5 hunerên zarokan de pirs ji wan kir. Pirsên sereke 'Ev zarokên ku dibistanan ji xeynî zimanê xwe yê zikmakî perwerde dibin bi çi pirsgirêkan re rûbirû dimînin, haya me ji çiqasî heye?' bûn. Ez li ser hunerê wan yê xwendin-nivîsandinê, ragihandinê, guhdarkirinê, axaftinê û lihevkirina wan ya bi dibistanê re sekinîm.
 
We kengî dest bi xebata pirtûkê kir, çiqas dewam kir, we di vê pêvajoyê de tu astengî derketin pêşiya we?
 
Di wextê xebata min de pêvajoya aştiyê ji binî ve xerabibû mamosteyên ku min bi wan re hevdîtin dikir bitirs nêzîk dibûn. Wexta ku min ji mamosteyan re qala duzimanî û perwerdehîya bi zimanê zikmakî dikir, car caran bitirs û bixof bersiv didan.
 
Di sala nîvîyê 2017’an de min bi dest vê xebatê kir. Ji ber ku di warê xwe de xebata ewil ya kurdî bû, min xwest bi baldarî li ser bixebitim. Ji bo ku ez bi wan mamosteyan re re hevdîtin bikim, tenê 6 mehan li ser pirsan xebitîm. Bi alîkarî û şewirmendiya mamosteyên pispor ewil min pirs amade kirin. Pişt re xebata lîtaraturî û sehayî û amadekirina ji bo çapê bi giştî nêzî 3 salan dewam kir. Di wextê xebata min de pêvajoya aştiyê ji binî ve xerabibû mamosteyên ku min bi wan re hevdîtin dikir bitirs nêzîk dibûn. Wexta ku min ji mamosteyan re qala duzimanî û perwerdehîya bi zimanê zikmakî dikir, car caran bitirs û bixof bersiv didan. Lê min ew bawerî dida wan. Ji wan re digot her tiştên xwe deynin aliyekî, ez tenê dixwazim derdê van zarokan ji we hîn bibim. Ka zarok li dibistanê bi kîjan pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Pirsgirêka din jî ev bû ku piraniya mamosteyên ku min pê re hevdîtin kir ji têgehên wek duzimanî, nîvzimanî, perwerdehîya duzimanî bêhay bûn. Lê piştî ku min têgeh bi wan didan fêmkirin ew bi xwe qanih dibûn û pirsan bi zelalî dibersivandin. Zehmetiyeke din jî ew bû ku termînelojiya me ya perwerdehiyê tune ye. Di bikaranîna hin têgehên kurdî de hinek pirsgirêk derdiketin. Mesele ji bo em têgehekê bikarbînin me ji dehan hevalan pirsî ku em ji bo vî tiştî kîjan têgehê bi kar bînin. Wekî din astengîyên zêde tune bûn.
 
Piştî lêkolîna xwe hûn gihiştin armanceke çawa?
 
Jixwe ez jî endamekî vê civakê me. Kêm zêde min dizanî ev zarok bi çi pirsgirêkan re rûbirî dimînin, lê wexta çîrokeke zarokek kurd li dibistanê, min ji mamosteyan dibihîst dilê min diêşiya. Encama ku min dixwest bigihijimê ez gihiştim. Min dixwest xwendin û nivîsandina wan fêm bikim, li gorî encama min dît zarokên ku ji bilî zimanê xwe yê zikmakî perwerde dibin, li gorî hevalên xwe yên din herî kêm 6 mehan derengtir hînî xwendinê dibin. Lê xwendineke çawa? Xwendineke bêbinî. Piştî ku hînî xwendinê dibin û şûn de zarok ji xwendina xwe fêm nakin. Ji ber ku ji bo xwendinê du tişt hewceye divê tu peyvê nas bikî, pişt re peyvê fêm bikî. Lê ev her du jî li cem wan tune ye. Mînak ji ber ku zimanê wan li wê derê nayê qebûlkirin, derdê dilê xwe, kenê xwe pir kêm parve dikirin. Pir kêm caran ev xwendekar di nava polê de dipeyivîn. Dîsa li gorî encaman ragihandin pêk nayê, çimkî ji bo ragihandinê hunera axaftin û guhdarkirinê hewce ye. Ji bo ragihandineke baş pêk were, hewce ye ku zimanê axiver û guhdar yek be. Encamek ji wan jî pirsgirêka aîdîyetê ye. Gelek mamoste vî tiştî dibêjin ‘zarok xwe aîdê dibistanê nabînin.’ Çunkî dema tên dibistanê zimanê xwe li ber derîyê dibistanê dihêlin û ji wê derê dikevin çand, hiş, zimanek, rabûn û rûniştinek, kevneşopiyek, dengek, mekanekî din. Wexta zarok bi van tiştan re rûbirû dimîne, xwe xerîbê wê derê dibînin. Wexta ku tu li cihekî xwe xerîb bibînî pir zehmet e ku tu tiştekî biafirînî. Ji bo ku tu tiştekî biafirînî divê tu pêşî xwe aîdî wê derê bibînî. Aîdiyeta mirov jî encax bi ziman û nirxên mirov çêdibe. Encamên van çawa çê dibe? Bêguman trajîk in. Mesele hin zarok ji dibistanê direviyan, an jî li dibistanê dikeve kozikekê digirî, ji zimanê xwe fedî dike, wextekî şûn de diçe bi malbata xwe re pev diçe ‘çima tu bi vî zimanî bi min re xeber didî’ ji ber ku zarok bi wî zimanî li dibistanê nayê qebûlkirin. Xwe kêm, biçûk dibîne. Wexta ku ev çêdibin pir zehmet e ku ev zarok serkeftî bibe, ne ji aliyê xwendin û nivîsandinê ne ji fêmkirinê ne ji aliyê afirandinê ve. 
 
Li gor lêkolîna we civak an malbat çawa nêzîkî ziman dibe, divê di mijara ziman de nêzîkatiya malbatan ya li hemberî zarokan çawa be? 
 
Ziman ne tenê neteweyekê nîşan dide. Ziman gelek tişt e. Ziman ax e, jiyan e, jin e, xweza ye… Ji bo min ya herî muhîm ziman, zarok e.
 
Ji aliyê kar û xebatên ziman ve belkî hewce be heta wextekî em dev ji gelek tiştan berdin. Em pêşiyê herin bi dê û bavan re xeber bidin. Em herin bi kal û pîran, rewşenbîran, mamosteyan, rojnamevanan, helbestvanan, nivîskaran re biaxivin. Ku em ji wan re bêjin ‘bi milyonan zarokên me hene, bi zimanekî din perwerde dibin û ev bandoreke pir pir nebaş li wan dike û ev bandor tenê bi zaroktî namîne’ ji ber her ku mezin dibin ev pirsgirêk bi wan re mezin dibin. Divê em bi civaka xwe bidin fêm kirin ku ev zarokên me bi zimanê xwe perwerde nebin ew ê tu carî negihîjin serkeftina bi dilê xwe. Em her tim dibêjin bila herkes bi zimanê xwe bipeyive, li zimanê xwe xwedî derkevin. Lê çima? Gelek sebebên me hene. Zarok bi zimanê xwe bipeyvin, ew ê xurttir, serkeftîtir bibin, gelek tiştan biafirînin, kêfxweştir bibin, zêdetir ji mirovan hez bikin, ew ê zimanekî din jî baştir hîn bibin. Zarok zimanê xwe baş zanibin ew ê ji aliyê hunerên analîtîk ve gelekî serkeftîtir bibin. Wan hestên mirovan ew ê zêdetir hîs bikin. Ji ber ku tu van tiştan encax bi zimanê xwe hîn bibî. Ziman ne tenê neteweyekê nîşan dide. Ziman gelek tişt e. Ziman ax e, jiyan e, jin e, xweza ye… Ji bo min ya herî muhîm ziman, zarok e. Em bi vê nêzîkatiyê civaka xwe bi van tiştan bidin bawerkirin, ez bawer im dê rêjeya axaftina kurdî sal bi sal zêdetir bibe. Belkî hewceyî ewqas qêrîn û girî neke. Ji ber ku wexta civak bi zimanê xwe mezin bibe, Bi xwe û bi hêza zimanê xwe bihese tiştê ku pişt re bike afirînêrî ye. Wê êdî ji bo civaka xwe bixebite. Kesê ku xwe nas neke nikare ji bo xwe û civaka xwe pêşketinekê bike. Ev tiştên ku min rêz kirin ji alîyê gelek lêkoleran ve hatine piştrastkirin. Bi min kêmasiya me ya herî mezin ev e, em hêj girîngiya ziman ya ji aliyê zarok û perwerdehkirina wan ve baş nizanin. 
 
Bi berhema we berhemeke din jî li kurdî zêde bû û gelek pirtûkên kurdî hene. Berhemên heyî têra perwerdekirina nifşê nû ya zimanê kurdî dikin?
 
Ji xwe berhemên kurdî ne kêm in û ne bêqîmettir e jî helbet. Roman, helbest, lêkolîn hene û klasîkên me yên hêja hene. her yek ji wan xwedî qiymetek e, xwedî nirxekê ye. Lê tenê afirandina berheman ji bo rûniştina hişmendiya ziman û belavkirina zimanê kurdî ne bes e. Ji bo ku em vî zimanî belav bikin, ji bo em vî zimanî bikin zimanê zarokan divê zêdetir em bala xwe bidin xebatên hişmendiyê. Her wiha divê em kesên ku van berheman bixwînin mezin bikin. Şûna ku em bibêjin, tu kurd î û bi kurdî bipeyive divê em pirsên wek ‘Em çima bi kurdî bipeyivin? Kurdî ji bo zarokên me çi ye? Zarok divê çima bi zimanê xwe perwerde bibin?’ bibersivînin. Heke em li dû van pirsan bikevin ez bawer im ew berhemên ku bên nivîsandin jî dê zêdetir belav bibin û werin xwendin. Dê ji berhemên heyî zêdetir berhem werin afirandin. Çiqas zimanê te di nav civaka te de belav bibe, nifşên tên jî dê xwe zêdetir aîdî zimanê xwe bibînin. Hingê belkî ciwanên me gazina ‘bazara kurdî tune ye’ nekin û bibêjin ‘bazara kurdî heye, êdî kurdî tê nasîn, xwendin, nivîsandin' heye. Dê berê xwe ji ziman, çand û hunereke din berê xwe bidin çand, huner û zimanê xwe.
 
CEMÎL GUNEŞ KÎ YE?
 
Di sala 1989’an de li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Di sala 2011’an de ji Beşa Mamostetiya Dibistana Seretayî ya Zanîngeha Sêrtê mezûn bûye. Di sala 2014’an de li Zanîngeha Artukluyê di Beşa Çand û Zimanê Kurdî de, lîsansa bilind a bêtez û di sala 2018’an de jî lîsansa bilind a bitez xelas kiriye. Ji 2011’an û vir ve li dibistaneke seretayî mamoste ye. Ji 2010'an vir ve li sazîyên cuda dersdarîya astên cuda yên kurdî, formasyon û dîksîyona kurdî dike.
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaman