AMED - Derhêner Elîf Yîgît derbarê belgefîlma xwe ya Heskîfê de diyar kir ku ji bo bîra civakî neyê jêbirin biryar daye ku belgefîlmeke wisa bikişîne û got: “Dema min di televîzyonê de dît ku pêvajoya xerabkirina Heskîfê dest pê kir, Palmîraya ku DAÎŞ'ê ji holê rakir hat bîra min û bandoreke mezin li min kir.”
Warê dîrokî yê 12 hezar salan Heskîf bi gelek gundên xwe re di bin ava Bendava Ilisûyê de ma. Derbarê vê yekê de gelek nûçe hatin çêkirin, nivîs hatin nivîsîn û belgefîlm hatin kişandin. Derhêner Elîf Yîgît jî derbarê pêvajoya xerabkirin, mayîna bin avê ya Heskîfê û koçkirina gelê herêmê de belgefîlma bi navê “Heskîf” kişand. Yîgît ku têkildarî belgefîlma ku kişandiye ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
'BI DÎROKÊ VE ÇAND JÎ JI HOLÊ HATIYE RAKIRIN'
Yîgît, bi bîr xist ku cara ewil di sala 2013’an de ji bo gerê çûye Heskîfê û wiha got: “Dema ku min di televîzyonê de dît ku pêvajoya xerabkirina Heskîfê dest pê kir, bandoreke mezin li min kir. Palmîraya ku DAÎŞ'ê ji holê rakir hat bîra min û min got ‘di sedsala 21’emîn de çawa ev tişt çêdibin?’ Tişta ku ji destê min were min xwest pêk bînim. Ji bo bîra civakî neyê jêbirin min biryar da ku belgefîlmeke wiha çêbikim. Di 19’ê tebaxa 2019’an min dest bi kişandina ewil kir. Piştî ku ez çûm wê derê min ferq kir ku ne tenê binyada dîrokî, bi dîroka wan mirovan ve çanda wan jî ji holê hatiye rakirin."
‘EV DER NE MALA MIN E’
Yîgît, da zanîn ku belgefîlm ji sê beşan pêk tê û wiha axivî: “Beşa yekemîn ji beriya xerabkirina navenda Heskîfê û gundan, jiyan çawa berdewam dikir, beşa duyemîn ji pevajoya xerabkirin û piştî ku pêşiya avê girtinê, beşa sêyemîn jî piştî ku pêşiya avê hat girtin koçkirina mirovan û jiyana wan a Heskîfa nû pêk tê. Tişta herî zêde bandor li min kir apekî ku nexweşê alzheimerê û hêj ne elimî bû Heskîfa nû, her tim difikirî ku mala wî li Heskîfa kevn e û mala wî di bin avê de nemaye. Hevpeyvîna ku me bi lawê wî re kir digot bavê min dibêje 'min bibin mala min, ev der na mala min e'. Tişta ku min xwest li vir bidim, bi awayekî civakî û jiyanî bandoreke çawa li mirovan kir. Ji xwe di hevpeyvîna de jî ev hene."
‘PSÎKOLOJIYA MIN NEBAŞ BÛ’
Derbarê tecrûbeya xwe de jî Yîgît, destnîşan kir ku ji ber yekemîn belgefîlma wê ya dirêj e tecrûbeyek jê re çêbûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji aliyê aboriyê û ewlehiyê ve min hinek zehmetî kişandin. Ji ber ewlehiyê destûr nedidan. Ji bo debara xwe bikim diviya bû ku bixebitim jî ji ber wê carna 2-3 mehan ji heremê derdiketim. Min bawer nedikir ku dê Heskîf di bin avê de bimîne. Ez ji bo fîlmekê çûm Stenbolê piştî mehekê dîsa vegeriyam Heskîfê. Dema min dît ku xanî hêdî hêdî di bin avê de dimînin matmayî mam û min xwe nebaş hîs kir. Psîkolojiya min nebaş bû. Min got ‘ez vî karî bidomînim an bihêlim.’ Dûre min biryara domandina karê xwe da û xwest ku mirov piştî sedsalan be jî bibînin çi li vir çêbû ye.”
‘ZAROK NIKARIN LI ÇADIRAN BIMÎNIN’
Yîgît, anî ziman ku dema belgefîlma wê qediyaye her derê Heskîfê di bin avê de maye û axaftina xwe wiha domand: "Dema ez diçûm kişandina dîmenan av carna kêm dibû carna zêde dibû. Ez çûm cem mirovên ku li çadiran dimînin, zarokên wan ji ber maran ne dikaribûn li çadiran bimînin ne jî koçî navenda bajêr dikirin. Hejmareke zêde mar hebûn. Girek di nava avê de maye ji ber ku hejmara maran li wir zêde ye navê wê kirine girava maran. Dîsa me dît ku gelek masî ji ber qirêjiya avê miribûn. Ji ber nem zêde bû li sewalên li wê derê hin nexweşî derketine."
‘BELGEFÎLM WÊ JI HEMÛ MÎHRÎCANÊN CÎHANÊ RE WERE ŞANDIN’
Di berdewamê de Yîgît, bi lêv kir ku belgefîlm di 2’yê Cotmehê de bi her tiştê xwe ve qediyaye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê belgefîlmê ji hemû mîhrîcanên cîhanê re bişînin. Niha me ji Mîhrîcana Fîlman a Sundance û Visions du Reel re şand. Em dixwazin salekê li mîhrîcanan bigere. Bila li gelek welatan mirov bibînin û belgefîlm deng derxîne. Pişt re em ê biweşînin ku herkes temaşe bike. Zimanê orjînal ê belgefîlmê kurdî û tirkî ye. Ji ber ku dê biçe mîhrîcanên derveyî welat me jêr nivîsa îngîlîzî jî lê zêde kiriye. Dema li Kurdistan û Tirkiyeyê were weşandin wê li jêrê wî nivîsa kurdî û tirkî bê zêdekirin. Pişt re li gor welatên ku were weşandin dê zimanê wan jî lê were zêdekirin.”
Elîf Yîgît kî ye?
Derhêner Elîf Yîgît, di sala 1994’an de li Gundê Kendal ê navçeya Pasûrê ya Amedê hatiye dinê. Ji ber karê bavê xwe û şewitandina gundan di sala 1997’an ji mecbûrî koçî Çanakkaleyê dikin. Piştî ku li wir 7 salan dijîn koçî Stenbolê dikin. Li Stenbolê jî piştî ku 15 salan dijîn koçî Amedê dikin. Yîgît di sala 2016’an de li Zanîngeha Çandê ya Stenbolê ji beşa Radyo, televîzyon û sînemayê derçûye. Belgefîlma Heskîfê, piştî kurte fîlma ‘lîstikên bê sînor’ belgefîlma Yîgît a duyemîn e.
MA / Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaman