AMED - Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê 5 sal berê li Sûrê hat qetilkirin, strana “Hewar” li ser medya înternetê parve kir.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçi di 28'e mijdara 2015’an de li ber Mînareya 4 ling a Sûra Amedê dema daxuyanî dida bi êrîşa çekdarî re rû bi rû ma û hat qetilkirin. Kardeş Turkuler, piştî 5 salan ji bo Tahir Elçî bibîr binin, strana bi navê "Hewar" nivisandin û li ser medya înternetê parvae kirin. Koma Kardeş Turkuler bi navê Hewar stran parve kir.
Gotinên stranê yên bi kurdî wiha ye:
Dema dibû payîz
Qûling di hatin ba te ref bi ref
Ji ezmana keder dibarîya
Erd dibû hewar hey hewar
Dema dibû bûhar
Qûling vedigerîyan dîsa ref bi ref
Ji ezmana dîsa keder dibarîya
Erd ju nûvde dibû
Hewar hey hewar
Payîz deme ku wendabu
Ezman tu bû
Erd tu bû
Qûling ez bûm
Qûling di ezmanande wendabu
Ezman tu bû
Erd tu bû
Qûling ez bû.