EDENE - Berdevkê Kovara Tîrojê ya bi KHK'ê hat girtin yê Amedê Reşo Ronahî, diyar kir ku OHAL'ê bandoreke cidî li ser wêjeya kurdî kiriye, divê di vê pêvajoyê de bi hilberîna zêde ji vê re bibin bersiv.
Bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) re û bi Biryara Di Hukmê Qanûnî De (KHK), gelek saziyên civakî dan girtin. Kovara kurdî ya çand û hunerî Tîroj jî ji hemû tundiyan para xwe girt û hat giritn. Berdevkê kovarê yê Amedê Reşo Ronahî, aşkera kir ku OHAL'ê bandoreke xirab li wêjeya kurdî kiriye.
‘NIVÎSKARÊN KURD DI BIN ZEXTÊN DIJWAR DE NE’
Ronahî da zanîn ku OHAL'ê bandoreke xirab li ser entelektueliya kurdî, wêje û nivîskaran kiriye û ev tişt gotin: "Ez wekî nivîskarekî kurd ê li Amedê; tu derfetên min ên ku ez şahiyekî li dar bixim tune ne. Her şahiya ku em bixwazin li dar bixin, polîs me dişopînin û taciz dikin."
'OHAL'Ê WÊJEYA KURDÎ TENG KIR’
Ronahî destnîşan kir ku piştî sala 2010'an di wêjeya kurdî de bertengiyek heye, heta dawiya sala 2015'an di warê pirtûk û kovaran de çapeke berfireh xwe daye der; lê di nava xwe de wekî çap tengasiyekê dikişîne. Ronahî, da zanîn ku tengasiya di wêyeja kurdî de bi pêvajoya OHAL'ê re hêj zêdetir bûye, lê asta ku wêjeya kurdî hatiyê pêwîstî bi pêngavekê heye û ev tişt anîn ziman: "Em behsa şikandina qalikê xwe dikin. Ev pêvajoyeke wisa ye divê bi têkoşîna civakî re bê derbaskirin. Mînak; pêvajoya Şengal û Kobanê ji bo gelek wêjevan û nivîskaran xaleke girîng bû. Di serdemeke ku kurd di warê polîtîk de xitimî bûn, berxwedana Şengal û Kobanê; ji bo kurdan çavkaniyeke moral û motîvasyonê bû û vê di wêjeyê de jî xwe da der. Lê nivîskar û wêjevanên ku berxwedana Kobanê û Şengalê û ew qirkirina li dijî mirovahiyê di helbestan de, nivîsan de derxe pêş, hema bêje tune bû. Vê yekê şikandinek da çêkirin; lê di pêvajoya OHAL'ê de di nava xwe de tengasiyek û tengbûnekî dijî."
‘PÊVAJOYA ŞOREŞGERÎ YA TÊK NAÇE DIKARE DERÊ HOLÊ’
Ronahî bal kişand ser tengasiya wêjeya kurdî û di vê der barê de ev tişt got: "Divê wer neyê fêmkirin ku her nivîskar û helbestvanên bi kurdî dinvîsin karekî baş dikin. Wêje û hunera kurdî hin tişt buhirandin. Divê der barê naveroka wêjeya xwe de, rastiya civakî û hebûna wê de nîqaşan bimeşîne. Dema ev nîqaş meşand jî divê ji wêjeya mazlumî, zimanê arabesk û bi taybetî jî ji zimanê polîtîk ê arabesk dûr bisekine. Dema ev hebe dikare hinekî nûbûn, rastiya civakî û nûbûna şoreşgerî derxe holê."
'BI HILBERÎNA ZÊDE SEREDERÎ PÊKAN E'
Ronahî aşkera kir ku heta dawiya sala 2015'an pirtûkên di warê wêjeya kurdî de hatine çapkirin û kovarên ku derketine, girseyeke xwe ava kiriye, wê demê şahiya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo wêjeya kurdî saz kiriye, ciwanan eleqeyeke mezin nîşan daye. Ronahî derbirî ku kovarên kurdî yên niha weşanê dikin, pirtûkên ku niha tên çapkirin, di hejmara wan de kêmbûnek heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi kêmbûna weşanan re, vê yekê bandoreke xirab li ser xwendvanan kir. Dema zext zêde bin hêj zêdetir hilberîn tê kirin û tiştên biqalîte derdikevin holê. Kurd jî di vê pêvajoyê de; divê hilberîneke zêde bikin, divê wêjevan hêj zêdetir bi xwendevanan re bidin û bistînin, hêj zêdetir di nava xebatên wêjeyî de bin; bi vî şeklî dikarin bi serkeftî ji pêvajoyê derên."
MA / Hamdullah Kesen