ŞIRNEX - Medreseya Feqîyê Teyran a dîrokî ku li gundê Keraşînê navçeya Basa ye, ji ber xemsarriya dewletê û mirovên li herêmê hilweşiyaye û tenê dîwarên wê mane.
Li herêma Şirnexê heta niha gelek berhemên dîrokî ji ber nêzîkatî û xemsariya dewletê tune bûne. Berhemên mayîn jî bi tu awayî nayên parastin û li ber tunebûnê ne. Medreseya Feqîyê Teyran a li gundê Keraşînê yê navçeya Basa ya Şirnexê jî yek ji van berhemên ku li ber tunebûnê ye. Medreseya ku tê gotin Feqîyê Teyran têde perwerde daye, ji ber bêxwedîtiyê hilweşiyaye. Li gorî hîn çavkaniyan, medrese weke yekem medreseya wêjevanê kurd Feqiyê Teyran tê penasekirin. Lê niha tenê dîwarên medreseyê mane û medrese di her warî de hilweşiyaye.
JI HÊLA RÊYA BEJAHÎ VE HAT HILWEŞANDIN
Medreseya dîrokî heta niha bi tu awayî ji hêla Wezareta Çand û Tûrîzmê ve nehatiye parastin û ji bo parastina medreseyê xebatek nehatiye kirin. Tê gotin ku di sala 1990'an de Rêya Bejahî rêyekê di nav medreseyê re derbas dike û piraniya medreseyê hildiweşîne. Beşên medreseyê yên mayî jî ji ber operasyonên leşkerî û xemsariya dewletê û mirovên li herêmêxesareke mezin dîtine.
MA / Zeynep Dûrgût