‘Mahmût Baksî ji bo nifşê nû hêvî bû'

img

AMED - Di ser mirina nivîskar û rojnamevan Mahmût Baksî re 20 sal derbas bûn. Nivîskar Firat Cewerî, bal kişand ji bo wêjeya Baksî got: "Ew, ji bo nifşên nû mîak bû, hêvî bû." 

 
Nivîskar û rojnamevanê kurd Mahmût Baksî, di sala 1944'an de li gundê Suphî yê navçeya Hezo ya Êlihê hat dinê. Baksî, di sala 1967'an de li Rojnameya Batmanê dest bi rojnamevaniyê kir û di sala 1969'an de jî romana wî ya ewil "Mezra Botan" çap bû. Baksî ku di sala 1968'an de bû Serokê Navçeyê yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), di heman salê de jî bi awayekî çalak di nav Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger  (DÎSK) de cih girt û dest bi kar û barên sendîkayê kir. Wê çaxê ji ber kar û barên xwe yê siyasî 15 sal ceza li Baksî hat birîn û lewma mecbûr ma biçe Swêdê. Li Swêdê di rojnameya "Aftonbladet" û gelek rojname û kovarên din de xebitî. Baksî, 22 salan rojnamegerî kir û ji bo televîzyonên Swêdê bernameyên zarokan amade kirin. Pirtûka wî ya ewil a ji bo zarokan "Zarokên Îhsan" di sala 1978'an de hat çapkirin û li dibistanên Swêdê di çarçoveya perwerdehiya kurdî de hat xwendin. Her wiha romana wî "Keça Kurd Zozan" jî bû mijara fîlmê kartonî. Romana wî ya bi navê "Hêlîn" di qada navneteweyî de xelat wergirtin. Baksî ku di 56 salên temenê xwe de 22 pirtûk nivîsandin û pirtûkên wî li 10 zimanan hatine wergerandin, di 19'ê Kanûna 2000'î de li Stcokholmê jiyana xwe ji dest da û li ser wesiyeta wî li Amedê hat veşartin. 
 
Nivîskar Firat Cewerî di salvegera mirina Baksî de, behsa Baksî û wêjeya wî kir. 
 
‘JI BO AZADIYA GELÊ XWE TÊDIKOŞIYA' 
 
Cewerî, anî ziman ku Baksî kesekî piralî bûye û got: "Gava li ser sifreya hunermendan rûniştana hunermend bû, dengbêj bû. Di nav wêjevanan de wêjevan bû. Di nav siyasetmedaran de siyasetmedar bû. Carinan gava ez, Baksî û Şivan Perwer dihatin cem hev du, stranên Şivan digotin. Werê digot, ez heyr dimam. Gava min jê re digot 'Çima tu nebûyî hunermend?' Digot, 'Ez bûbûma hunermend nan ji Şivan re nedima.' û em dikeniyan. Di siyasetê de jî werê bû. Gav diket wê atmosfera siyasî, hêla wî ya wêjeyê dihat jibîrkirin. Tu serokekî kurd tune bû ku Baksî ew nas nekirina û bi wan re ne dost bûna. Ji bo gelê kurd rojek berî rojekê azad bibe, her tim têdikoşiya. Bi rêya çapemeniya Swêdê kurdan, têkoşîna gelê kurd bi civaka Swêdê da naskirin." 
 
‘JI BO NIFŞÊ NÛ HÊVÎ BÛ' 
 
Cewerî, destnîşan kir ku Baksî di wêjeya kurdî de xwedî roleke pir girîng e û got: "Gava dest bi nivîsandina bi kurdî kir, wê çaxê hejmara kesên bi kurdî dinivîsandin pir kêm bû. Ji avakirina komarê heya sala 1980'yî tenê çend berhemên kurdî hatibûn çapkirin. Baksî ku zû de bi wêjeyê re eleqedar dibû, li ser vê yekê jî hûr bû. Nexasim jî li ser wêjeya zarokan hûr bûbû. A rast Baksî sêzimanî bû; kurdî, swîrî û tirkî. Pirtûkên wî bi her sê zimanan dihatin weşandin. Lê kurdî bêtir li pêş bû. Ew, ji bo nifşê nû mînakek bû, hêvî bû." 
 
MA / Eylem Akdag