AMED - Li Çêrmûkê kenîşteya cihûyan a ji sedsala 14'emîn ve mayî, li ber herifandinê ye.
Li Taxa Kale ya navçeya Çêrmûk a Amedê, kenîşteya cihûyan a ji sedsala 14'emîn mayî ku bi kevirên bazalt û kalkerî hatiye çêkirin, hindik maye biherife. Li gor salixên ku J.J. Benjamîn ê ku di sala 1848'an de serdana navçeyê kiriye, li Çêrmûkê 100 malbatên cihû hebûne. Lê belê piştî Qirkirina Ermeniyan a sala 1915'an, ên ewilî terka herêmê kirine cihûyên Çêrmûkê bûne û pê re pê re cihûyên li Amedê jî koç kirine. Gava di sala 1948'an de Dewleta Îsraîlê hatiye avakirin koçberî hîn bêtir zêde bûye û di salên 1950'yî de hema bibêje bajar ji cihûyan xalî bûye.
KENÎŞTEYA DAWÎ
Bi qasî tê zanîn li Amedê du kenîşteyên cihûyan hene; yek jê li Çêrmûkê û ya din jî li Taxa Eber Şêxê ya Sûrê ye. Kenîşteya li Sûrê di dema qedexeyên derketina kolan ên sala 2015'an de ji ber şerê ku qewimî bi temamî herifî. A li Çêrmûkê jî li ber herifandiyê. Ev kenîşte niha wekî depo tê bikaranîn. Li têketina kenîşteyê du derî hene, lê wer xuyaye deriyek wê dû re hatiye çêkirin. Hewşa wê çargoşeyî ye û dîwarên derdora wê bilind in. Li têketina kenîşteyê kîtabeyek bi îbranî heye. Mekanê sereke yê kenîşteyê li ser du stûna ye. Li dîwarê wê yê li hêla başûr, Ehalek (dolaba ku kopyeyên Tewratên destxetî) heye.
HINDIK MAYE BIHERIFE
Binbanê kenîşteyê bi textan hatiye çêkirin û ji ber kes lê ne miqateye hindik maye bê xwarê. Ji bo neherife hin sirix hatine bikeyskirin.
Midûriyeta Desteya Parastina Heyînên Çandî ya Amedê di 14'ê Sibata 2002'yan de wê wekî "heyîneke çandî" tescîl kiriye. Lê belê ji ber ku tevdîr nayên girtin, kenîşet hindik maye hilweşe.
MA / Cahît Ozbek