Nivîskar War: Kilamên dengbêjiyî dîroka kurdan e

img

EDENE – Nivîskar Ronî War destanên kurdî yên ku dengbêjan bi kilamên xwe anîne heta îro, dike mijara pirtûkên xwe. War diyar kir ku kilam dîrok û mêjiyê civaka kurdan e û xwest ku bêtir li vê çandê xwedî bê derketin. 

Yek ji kevneşopî û çanda herî qedîm ya gelê kurd dengbêjî û kilam in. Bi kilaman destanên lehengî û dîrokî vediguhezîne heta heyama niha. Ev destanên xwedî dîrokek dûr û dirêj bi dengbêjiyê li ser zar û zimanan dewam kiriye û ketiye guhê her kesî. Ji bo ev destan û çand neyê jibîrkirin nivîskar Ronî War van berheman, dike mijara pirtûkên xwe. 
 
War destnîşan kir ku xwedîderketina dengbêjiyê di heman demê de xwedîderketina hebûn, ziman, çand, jiyan û baweriya kurdîbûnê ye. 
 
'DIVÊ HÎN BÊTIR EM LI SERÊ HÛR BIBIN’ 
 
War anî ziman ku di kilamên dengbêjiyê de ku behsa destanên tên kirin li gel dîroka kurdan, kevneşopî û şopên çanda gel heye û got: “Ji ber vê yekê ev çand girîng e. Ji ber vê sedemê be jî pêwîst e kurd bêtir li ser dengbêjiyê hûr û kûr bibin. Her kilamek dengbêjan çîrokek e. Di heman demê de berhemek muzîkê ye jî. Divê ku muzîkjen jî guhd bidin vî dengî. Meqamên bingehîn ên muzîka kurdî di kilaman de veşartî ne.” 
 
'DENGBÊJÎ DÎROKA KURDAN E’ 
 
War got: “Li her cihê ziman lê hat qedexekirin, bi kilaman ziman hat jîndarkirin. Der barê kurdan de çi hebe, dengbêjan gotiye. Destanên lehengî, evînî û şeran bi kilaman heta roja îro hatiye ragihandin. Ji ber vê yekê ev kilam dîroka kurdan e. Di dîrokê de veşartî nee. Ji ber vê yekê divê nirxê dengbêjî û kilaman bê zanîn.” 
 
'DENG DEMEK ŞÛN DE WINDA DIBE’ 
 
War da zanîn ku dengbêjî wêjeya devkî ya kurdan e û wiha axivî: “Dema mirov li zimanê dengbêjan dinêre, mirov zimanekî paqij dibîne. Ev zimanê sade û kurdewarî bi sed salan hatiye vegotin. Ji ber zimanek xweş bû min li dengbêjan guhdar dikir. Min ji biçûkatiya xwe ve li wan guhdar dikir û heta ji destê min dihat min jî bi pênûsa xwe ragihand. Min xwest wan destanan veguherînim nivîsê. Çimkî deng heta demekê winda dibe. Deng namîne lê dema ew bibe nivîs dimîne. Nifşên pişt me dikarin îbêtir roman û destanên xweştir binivîsînin. Ji ber vê dixwazim binivîsînim.” 
 
'EZ DIXWAZIM ELEQE BÊTIR BÊ NÎŞANDAN’ 
 
War anî ziman ku ji salên xwe yên lîseyê ve dest bi berhevkirina kilam û destnan kiriye û wiha got: “Min xwest ez van çîrokên dengbêjiyê bigîhînim girseyan. Ji ber vî awayî min anî halê nivîskî. Xwîneran eleqeyek mezin nîşanî nivîsandina destanan da. Vê eleqeyê min bêtir teşwîqî nivîsandina van destanan kir. Destanên min kirin pirtûk, hevalên min wergerandin tirkî. Lê wergera tirkî tehma wî zimanê resen nade. Biwêjên kurdî dema tên wergerandin wateya xwe winda dikin. Herî dawî ez bang li her kesî dikim ku hin bêtir xwedî li çanda dengbêjiyê derbikevin.” 
 
RONÎ WAR KÎ YE?
 
Ronî War di sala 1969’an de li navçeya Dêrîka Mêrdînê ji dayik bû. War di sendîkayên karkeran de rêveberî kiriye. Gelek nîvîs, werger û çîrokên wî di rojname û kovarên mîna Azadiya Welat, Nûdem, Kevan, Nûbihar, Kulîlka Ciwan, War, Dergûş, Tîroj, Kovara W, Ajda, Notos, Hayal de hatin weşandin. War demek di rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê de cih girt. 
 
Berhemên War ên hatine weşandin ev in: “Bê Lome Be, Jiyan Jê Difûriya, Hemû Çîrok in, Gurzek Çîrok, Kevnedostê Min Gumgumok, Kuçeçîrok, Kevirê Di Bîrê De (Kuyudaki Taş), Feqiyê Teyran, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Tehar û Ziharê , Behlulê Dîwane, Deftera Wenda, Mele Nisredîn, Şahmaran , Şahê Dengbêjan Evdalê Zeynikê, Dewrêşê Evdî û Edûlê , Hespê Qemer.”
 
MA / Bêrîvan Altan – Hamdullah Kesen