ŞIRNEX - Dengbêjê navdar ê herêma Botanê Cemalê Mihê yê koça dawî kir, stran, hezkirin û dengê xwe yê xweş li pey xwe hişt. Dengbêj Ehmed Bîlge got divê şûna hunera Cemalê Mihê vala nemîne. Xwişka wî Safiye Ertak jî anî ziman ku birayê wê dengbêjê êş û elemên gelê kurd bû.
Dengbêjê herêma Botanê yê bi nav û deng Cemalê Mihê di sala 1957’an de li gundê Kavilê Kalo yê bi ser bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê ji dayik dibe û ji zarokatiya xwe ve dest bi dengbêjiyê dike. Bavê wî li herêma Botanê zirnebêjekê bi nav û deng bûye û gelek stranên kurdî li ber zirnê gotine. Bavê Cemalê Mihê di 6-7 saliya wî de jê re xeremafonekê dikire û diyarî lawê xwe dike û bi piranî guhdariya Mihemed Arif Cizîrî, Hesen Cizîrî, Seîd Axa, Ehmed Axa, Îsa Berwarî, Evdilezîzê Leşker û Eliyê Firamez dike.
Cemalê Mihê li pey şopa bavê xwe dimeşe û hunera bavê wî tesîrek mezin li ser wî dike. Di temenê xwe yê biçûk de dest bi dengbêjiyê dike. Cemalê Mihê di gelek dîwanên dengbêjan de cih girtiye û beşdarî gelek konseran bûye. Cemalê Mihê ku ji ber nexweşîna pençeşêrê tedawî didît di 18'ê çileyê de bi şewba Kovîd-19'ê ketibû û li nexweşxaneyek Amedê koça dawî kir û xatirê xwe ji hezkiriyên xwe û dengbêjî û hunera kurdî xwest. Dengbêj Ehmed Bîlge û xwîşka dengbêj Cemal, Safiye Ertak qala jiyana Cemalê Mihê kirin.
DENBÊJÊ ZOZAN, GELÎ Û ÇIYAYAN BÛ
Dengbêj Ehmed, diyar kir ku Cemalê Mihê bilbilê çand û hûnera kurd û Kurdistanê bû û got: "Cemalê Mihê ji bo xwedî derketina çand û hunera kurdî bi erka xwe rabû û her xwedî lê derket. Ji mirina Cemalê Mihê re hêj gelek zû bû. Cemalê Mihê jiyana xwe li zozanan derbas kir. Havînan dihatin zozanên me. Dema ku hatin zozanan min Cemalê Mihê nas kir. Bavê wî jî ji gundê me gelek hez dikir. Bavê wî ji wî zêdetir nav û dengê xwe hebû. Hûnera ku bavê wî dikir, li Kurdistanê kes tune bû ku bike. Bavê wî bi zirneyê digot. Ez ne bawerim ku zirnaya weke wî li devereke din hebe. Bi reng, deng û qaîdeyên zimanê dayîkê û Botanê digot. Tu kengî biçûya mala wî mêvanên wî hebûn. Hezkiriyên wî pir hebûn. Heger ku li Botanê miroveke bi nav û deng hebûya ew jî bavê Cemalê Mihê bû. Bavê wî li kîjan civatê bûya, ji wê civakê re dibû cihê kêf û şahiyê. Bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû. Min û Cemalê Mihê zemanek dirêj û demên xweş bi hev re derbas kir.
JI BO HUNERA KURDÎ WINDAHIYEK MEZIN E
Bavê wî ji wî re xeremafonek diyarî kiribû û bi saya wê xeremafonê Cemalê Mihê di bin tesîra dengbêjiyê de ma. Dest bi kilambêjiyê kir. Ji xeynî deng û awazê wî cameriya wî li herêmê pir bi nav û deng bû. Gelê kurd ew bi deng û cameriya wî nas kir. Cemalê Mihê xwe bi civaka kurd dabû qebûlkirin. Ji zarokan bigire heta kal û pîran jê re bigota 'ji me re klamek bibêje' ew rûdinişt û ji wan re digot. Li ku bernameyek, şevbihêrkek, dawetek û dîlanek hebûya li wir cihê xwe digirt. Bi deng û awazên xwe bi bejn û bala xwe gelek jêhatî bû. Li pey şopa bavê xwe meşiya û ala wî dewr girt. Lê mixabin kes nîne ku cihê dengê wî bigire. Çûyina Cemalê Mihê ji çand û hûnera kurd re windahiyek mezin e."
'DIVÊ EM ŞÛNA CEMALÊ MIHÊ VALA NEHÊLIN'
Dengbêj Ehmed diyar kir ku pêwîste stranên dengbêjan nîvco mayî nemînin û ev bang kir: "Divê ku em cihê Dengbêje Cemalê Mihê vala nehêlin. Ez hêvî dikim ku çanda me ya dengbêjiyê winda nebe. Ez ji herêma bajarê Nuh, zarokên Nuh daxwaz dikim ku xwedî li vê çandê derbikevin. Divê em dengê Cemalê Mihê, Fadilê Cizîrî, Salihê Şirnexê nedin jibîrkirin û her tim xwedî lê derkevin. Bi hezaran kevneşopiyên me kurdan bê xwedî mane û tune bûne. Bangawaziya min ji mezinên me re ew e ku nehêlin çand û hûnera me winda bibe. Em çand û hûnera xwe ya kevnare jibîr nekin. Berê derfetên me hebûn. Lê niha pir kêm bûne. Pêwîste ku em qadên çand û hûnerê vekin û nehêlin ku ev çand winda bibe."
'ÊŞ Û ELEMÊN KURDAN QÎR DIKIR'
Xwîşka Cemalê Mihê, Safiye Ertak jî anî ziman ku Cemalê Mihê stêrka çand û hûnera kurdî bû û wiha qala birayê xwe kir: "Bavê min rojekî ji birayê min Cemal re xeremafonek kirî. Birayê min her tim stranên Meryem Xan, Mehemedê Arifê Cizrawî, Eliyê Firamez guhdar dikir. Birayê min gelek bi aqil bû. Strana ku guhdar dikir ji ber dikir. Deng û awazê xwe hemû ji wan girt. Dema ku xeremafon vedikir, nedixwest ku kes deng bike. Ji dengbêjiyê pir zêde hez dikir. Ji bo wî karê herî girîng gotin û guhdarî kirina kilaman bû. Heta emrê xwe yê dawiyê kilam gotin û tu tişt ji bo kilam gotinê ji wî re nebû asteng. Heta dawiya emrê xwe kes jê nexweş nebû û li ser wî bi xerabî neaxivî. Birayê min ne tenê li ser êş û elemên kurdan li ser dilşewatiya hemû gelên cîhanê kilam digotin."
Xwîşka Cemalê Mihê axaftina xwe bi dengê xwe yê dilşewat û xweş bi strana "Heyran Jaro" bi dawî kir.
Beşek ji stranê wiha ye:
"Heyran jaro
Wey li tu heyranî bejnika te gul û rihane,
Wey le tu xwedêke heyranê min negire kurike ji nevyanî hey jaro
Heyranê mi jaro migo tenîna sindîya,
wey belê walla migot malan barkir reşkê reşkona na weila babo sipîdikê ji berfika va kevîya,
simbelên heyranê min sortirin,
wey belê ji qurmizê serdestê keçikên van cuhîyan,
Heyran Jaro keçikê li min cahêlê hêsiran nebarîne heviya tava dikulê hey jarê"
MA / Zeynep Dûrgût