AMED -MED-DER ku dê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bi projeyên nû pêşwazî bike, anî ziman ku ew ê kurdî bigihînin zarokan.
UNESCO'yê di 17'ê Mijdara 1999'an de 21'ê Sibatê wekî "Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî" îlan kiribû. Lê belê yek zimanê ku hîn jî bi asîmlasiyonê re rû bi rû ye kurdî ye û hîn jî nebûye zimanê perwerdehiyê. Bi boneya vê rojê em bi mamsoteyên Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) re axifîn.
'BI KURDÎ BIAXIFIN'
Yek ji mamosteyên MED-DER'ê Alî Haran, destnîşan kir ku zimanê zikmakî ji bo civakan pir girîng e û gava zarokak tê dinyayê her tiştê wî/ê bi ziman pêş dikeve. Haran, diyar kir ku hemû kod li ser zarokan kom dibin û zarok bi wî awayî mezin dibe. Haran got: "Lê belê gzarokên ku li malê bi zimanê xwe yê zikmakî diaxifin, gava dizin saziyan û li wir leqayî zimanekî cuda tên, tarvmayek rû dide."
Haran, anî ziman ku çendî ku kurdî li platformên dîjîtal û di pirtûkan de hatiye astekê jî, lê belê nifşê nû bi kurdî naaxife. Haran got: "Zarokên ku ji dê û bavê xwe hînî kurdî nabin, paşê zehmtiyê dikişînin. Dê û bav bi kurdî bi zarokên xwe re naaxifin. Zarok bi tirkî mezin dibin. Bi vî awayî jî bi çanda tirkî şikil digirin. Banga me ya ji bo dê û bavan; bi kurdî bi zarokên xwe re biaxifin û tawîz nedin."
‘KURDÎ LI CÎHANÊ BELAV BÛ'
Haran, destnîşan kir ku Tirkiye berpirsiyariya xwe ya di warê zimanê dikmakî de bi cih nayne û got: "Bi ser de jî ji bo kurdî nemîne û ji her derî bê xalîkirin çi ji desta tê dike. Ji dêvla ku bi pêş bixe, radibe kurdî wekî tiştekî qirêjî be nîşanî cîhanê dide. Naxwaze li sazî, dezge û zanîngehan kurdî hebe. Li qadên dîjîtal jî asteng dike. Li Japonyayê dersên bi kurdî hebûn, lê Tirkiye ji bo pêşî li ber vê bigire bi ser vê de çû. Dixwaze kurdî tenê zimanê kuçeyê be. Lê êdî nikarin pêşî li ber vê bigirin. Ji lewra kurdî li seranserê cîhanê belav bûye. Nikarin kurdî biqedînin."
PROJEYÊN NÛ 'EM HENE'
Haran, diyar kir ku dê bi projeyên nû 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî pêşwazî bikin û wê çalakiyên wan ji 21'ê Sibatê heya 15'Ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bidomin. Haran, diyar kir ku dê heya 21'ê sibatê 4 bernameyên TV'yê yên kurdî, 5 hezar maskeyan çêbikin û dê li ser maskeyan girîngiya ziman bidin der û dê li se rvan maskeyan tîpên qedexekirî yên kurdî hebin. Her wiha Haran, anî ziman ku dê li ser twîterê jî hastaga #Emhene bidin destpêkirin."
Haran, bilêv kir ku dê hastageke bi zimanê bi îngilîzî jî çêbikin û got: "Em li ser 10 pirtûkên folklorîk ên bi kurdî jî dixebitin. Heya niha 6 heb hatine nivîsandin. Her wiha ji bo ku li qada dîjîtal jî kurdî belav bibe, em pirtûkên bideng amade dikin. Em vîdeoyên dersên onlayn jî digirin. Heya niha me bi kurmancî û dimilkî 20 heb vîdeo girtine. Gava biqedin em ê li ser qenala xwe ya Youtubeyê biweşînin."
Her wiha Haran, da zanîn ku dersên onlyan êdî sînorên Amedê derbas kirine, eleqeyeke zêde heye û di qeydên nû de di du rojan de 150 kesî qeyda xwe çêkiriye. Haran, bang li her kesî kir ku tevli dersên onlayn bibin.
'EM Ê ZIMANÊ XWE BIGIHÎNIN ZAROKÊN XWE'
Mamoste Niştiman Gul jî destnîşan kir ku zarok di zikê dêya xwe de ziman nas dikin û got: "Gava zarok diçin dibistanê, tim wergerê dikin û ji ber vê zehmtiyê dikişînin. Ji ber vê xwe ji her tiştî dûr dixin. Di vî warî de helwesta malbatan pir girîng e. Divê li malê ji axaftina bi kurdî netirsin. Ziman zindî ye, heya ji dest me bê divê em zimanê xwe bigihînin zarokên xwe. Her wiha dersên me yên onlayn jî didomin. Em ê bi beşdarbûyîna mirovan kêfxweş bibin. Wê ziman bi vî awayî bigihê her kesî. Û digihêje jî. Pêşiya me tarî, ronî ye. Her diçe em hîn bêtir pêş dikevin."
MA / Eylem Akdag