STENBOL – Kevneşopiya Sêva Mêxekrêj ku di dîroja kurdan de remza aştî û evinê ye, ji nifşan derbasî nifşan dibe û zindîbûna xwe diparêze.
Sêva Mêxekrêj ku di dîroja kurdan de remza aştî û evinê ye, bi salan e ji nifşan derbasî nifşan dibe. Mêxikên ku weke sêwirandina evînê ya kes ku nayê ziman li sêvê tê nexşandin weke nişana hezkirinê tê zanîn. Bi awayekî ku di sêvê de valahî nemîne mêxik li sêvê tên nexşandin û bi vî awayî Sêva Mêxikreş dertê holê. Ji ber belavbûna bîna mêxikê ya lê heta sed salan jî sêv bêyî ku xera bibe xwe diparêze. Ev jî dibe bîr û baweriya ji aştî û êvînê. Ev kevneşopiya ku li ber windabûnê ye, di rojên taybet de hewl tê dayîn bi bernameyan bê parastin. Em bi Hunermend Seywan Saedîan ku ji bo berdewamkirina vê kevneşopiyê xebatan dike re axivîn.
ANEKTODA SÊVA MÊXIKREŞ
Hunermend Seywan Saedîan, diyar kir ku kevneşopiya Sêvê Mêxikreş di çanda kurdan de xwedî dîrokeke kevn e û hindik be jî di çavkaniyên nivîskî de cih digire. Saedîan got ku bi piranî di kilam û çîrçîranokan de rastî kevneşopiyê Sêva Mêxikreş tê û anektodeke wê ya di çîrçîranokekê de wiha ragihand: “Keçeke ku erdê wê bê ajotin heye. Ji ber ku keç û dayika xwe bi tenê ne ji bo xebatê bangî zilamên ciwan kirine. Rojek beriya ajotina erd li deverên cuda keçikê Sêva Mêxikreş daye ciwanan. Rojek pişt re li nav erd dema ku ciwan pirsa “Tu ji kî ji me hez dikî?” li keçikê dikin û keçik jî dibêje, ‘ciwanê min Sêva Mêxikreş dayê’. Bi vî awayî her zilam ji wî tirê qê ku keçikê Sêva Mêxikreş daye wî tenê û baş dixebite.”
‘REMZA AŞTÎ Û EVÎNÊ’
Saedîan, da zanîn ku vê kevneşopiyê ji dayika xwe hîn kiriye û têkildarî kevneşopiyê ev agahî dan: “Li Kurdistanê dema ku jin dildar bûne nikaribûna hezkirina xwe ji hezkiriyên xwe bibêjin. Ji bo gotina hezkirinê rê di Sêva Mêxikreş de dîtine. Ji bo ku hezkirina xwe diyar bikin sêvê vi mêxikan nexşandine û hezkirina xwe ragihandine. Di vî warî de dema ku em bala xwe bidinê em ê bibînin ku remza evînê ye. Her wiha remza aştiyê ye jî. Ji bo pêşîgirtina şerên di navbera eşîran de û lihevanîna hezkiriyan jî hatiye bikaranîn.”
ELEQEYA ZÊDE
Di berdewamê de Sedîan, got ku bi Sêva Mêxikreş a ku dayika wî diyarî wî kiriye dest bi xebatên berdewamkirina kevneşopiyê kiriye û axaftina xwe wiha doman: “Destpêkê min li Iraqê dest bi xebata xwe kir. Ji wîr jî derbasî gelek cihan kir. Projeyên me li Stenbol, Amed û Wanê jî pêk hatin. Her wiha hê jî li Ewropa xebatên ku didomin hene. Me di xebatên ku heta îro kiriye de eleqeyeke mezin dîtiye. Kesên ku Sêva Mêxikreş çêdikin ne tenê kurd in. Gelek mirovên ku li Ewropayê dijîn jî eleqe nîşan didin.”
‘DIVÊ EM ÇANDÊ BIDIN JIYÎN’
Saedîan, bi lêv kir ku ji ber vîrûsa koronayê navber dane xebatên xwe ye rû bi rû û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Em bi awayekî onlîne xebatên xwe yên vegotina dîroka Sêva Mêxikreş û çêkirina wê didomînin. Ji bo berdewamkirina kevnoşopiyê tişta ji destê me bê em ê bikin. Bi dûrbûna ciwanan a ji çanda xwe civak birîndar dibe û ev dibe pirsgirêkeke mezin. Ji bo zindîkirina çanda xwe barekî mezin dikeve ser milê ciwanan. Ne tenê ji bo Sêva Mêxikreş divê ciwan ji boz iman û çanda kurdî jî xebatan bikin. Di rastiyê ev tenê ne peywira ciwanan peywira me hemûyan e. Lê di demên dawîn de ciwan hewl didin kevnoşopiya Sêva Mêxikreş bikin amûra çanda populer. Ev rewş min aciz dike.”