Jiyanên nîvcomayî: Şerm

img

AMED - Romana Sîdar Jîr a bi navê Şerm ji Weşanên Lîs derket. Nivîskar serpêhatiyê ku bingeha xwe ji rastiyê digire temam nake û jiyanên nîvcomayî li benda temamkirina xwîneran dihêle.

Nivîskar Sîdar Jîr ku heya niha berhemên wî yên çîrok, teorî û werger hatibûne çapkirin, bi romana xwe ya yekemîn derdikeve pêşberî xwîneran. Romana Sîdar Jîr a bi navê “Şerm” ji Weşanên Lîsê derket. 
 
Mirov berî dest bi xwendina romana Şerm a Sîdar Jîr dike, berga pirtûkê awirên mirov hişk zeft dikin û bernadin. Ew xezala nazenîn û du kevokên ‘bêçav’ bi zimanekî bêdeng li nava çavên xwîner dimeyizînin û dibêjin; “hoo xwîner o! Hela bi vir de were, ez te di nava kûrahiya bîra te de xerq bikim. Lê hay ji xwe hebe tu nefetisî, bêhna te neçike, qidûmên te neşikên ha! Hêza xwe ji reşbelekên rûpelê pirtûkê re bihêle…” 
 
Dema min ji bo xwendinê pirtûk girte destên xwe qederekê li ser vî resmî bişirîm. Ew xalîçeyên rengareng ku bi karxezal, pezkovî û teyrên tawis xemilî û li dîwarên her malekê daleqandî bûn hatin bîra min. Gelo wan xalîçeyan çi bext û textên çavên li ser wan geriyabûn guherandibû… Piştî van pirsan ev berg meraqekê jî bi xwîner re çêdike. Gelo nîviyê xalîçeyê yê din çi vedişêre? 
 
Jiyana hemû karakterên di romanê de weke wê xalîçeya li ser bergê nîvcomayî ye. Nivîskar jî vê serpêhatiyê ku bingeha xwe ji rastiyê digire temam nake. Gelo xwendevan, van jiyanên nîvcomayî di xeyal û hefseleya xwe de wê bi çi awayî temam bike?
 
“Ji destpêka jiyanê heta vê çerxa sergêjîyê, awirên jinên keserkûr mîna aleke bêsirûd tim li ba dibin. Di nîrê jiyaneke nîvcomayî de her tişt wekî rûpelekî kêm ê pirtûkek e pîroz e. Li gorî hemû baweriyan, rûpelên kêm ên wan pirtûkan rengê rondikên dayikan in…”
 
Nesrîn, Dilşa, Xezal, Serhed, Şêrdil… Her yek ji van karakteran di qonaxeke jiyanê de digihîjine karakterê sereke yê Şermînê. Lê serê Şermînê jî bi xirecir e. Gelo wê karibe van girêkên hişk ji nava hev derîne û aram bibe. Ji wê odeya ku ji bo Şermînê “perestgeh” û çavên Serhed “qiblegeh” bû, wê karibe agirê dilê xwe vemirîne… 
 
BERÊ AWIRÊN ŞERMÎNÊ LI ROJAVA... 
 
Roman bi hevoka; “Berê wê li êvarê bû. Her liva wê bi ahenga bê re çirkînî ji paldanka wê ya darîn dianî. Deng jê dernediket…” dest pê dike û bi hevoka; “…heta nîvê şevê li ser paldanka darîn rûdinê û çavên wê li wê rêka axî û zirav e. Dengê qirçeqirça paldankê diçe asîmana / Û berê awirên Şermînê li rojava…” bi dawî dibe. 
 
Nivîskar Sîdar Jîr di navbera van hevokan de di 90 rûpelê romanê de jiyanên nîvcomayî li benda temamkirina xwîneran dihêle….
 
SÎDAR JÎR KÎ YE?
 
Sîdar Jîr di sala 1980’yî de li Şemrexa Mêrdînê ji dayik bû. Li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê qedand û li Zanîngeha Stenbolê Beşa Felsefeyê xwend. Nivîskarên ku heya niha 3 pirtûkên çîrokan û yek teorî nivîsiye ji zimanê îngilîzî û tirkî jî pirtûkan werdigerîne zimanê kurdî. “Şerm”, romana yekemîn a Sîdar Jîr e. 
 
Berhemên wî: Ariya Giyanên Stewr (Çîrok, 2004, Bajar, Stenbol), Dozdeh Çirk (çîrok, 2011, Lîs, Amed), Nasnameya Wêjeyê (teori, 2015, Lîs, Amed), Handa (çîrok, 2018, Lîs, Amed), Şerm (2021, Lîs, Amed)
 
Wergerên wî: Bi Kurdî Hezkirinekê Bide Min (C. Ersoz) (2016, Lîs, Amed), Diyariya Sersalê (O Henry) ( 2013, Lîs, Amed), Mêrikê Lal (Sherwood Anderson) (2003, Lîs, Amed), Mishefa Reş & Bextê Reş (Amed Gökçen) (2014, İstanbul Bilgi Üniversitesi, Stenbol)
 
MA / Abdurrahman Gok