DERSIM - Jinên dersimî ji bo zaravayê kirmanckî bang kirin: "Heger zimanê me bê jibîrkirin, em ê nemînin."
Li Tirkiyeyê yek ji zaravayên kurdî kirmanckî bi xetereyek mezin re rû bi rû ye. Jinên dersimî di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bal kişandin ser zaravayê kirmanckî û ji bo neyê jibîrkirin bang kirin.
‘EM Ê NEMÎNIN'
Hatîce Guler a 60 salî anî ziman ku gava ciwan bûye nizanibûye asîmlasiyon çi ye, lê belê piştî darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê koçberî dest pê kiriye û çand û zimanê wan bi xetereyê re rû bi rû maye. Guler, destnîşan kir ku piştî wê kîjan hikûmet hatiye xwestiye çand û zimanê wan bi wan bide jibîrkirin û got: "Em, piştî tahdeya 12'ê Îlonê, me hew îdare kir û me berê xwe da bajaran. Paşê bi polîtîkayan dest tunekirina ziman û çanda me kirin."
Guler, anî ziman ku zarokên wê nikarin bi zimanê xwe biaxifin û got: "Em dixwazin zarok di biçûkaniya xwe de hînî zimanê xwe bibin. Li Almanya û Fransayê zimanê me hatiye qebûlkirin û tê hînkirin. Çima li welatê me ne wisa ye? Zarokên me tên asîmlekirin. Tenê zimanê me maye, bila wî jî tune nekin. Heger zimanê me bê jibîrkirin, em ê nemînin."
Hatîce Turkmez jî destnîşan kir ku zext û zorî çi dibin bila bibin, dîsa jî bi Kirmanckî diaxife û zimanê xwe jibîr nekiriye. Turkmez got: "Ev qas zext hene, lê hê jî em bi zimanê xwe diaxifin. Hege rme heya niha jibîr nekiribe, nexwe divê nifşên bê jî baixifin û xwedî lê derkevin."
ÎBADET BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ
Elîf Yalniz jî anî ziman ku her tiştî bi zimanê xwe dikin û got: "Em îbadeta xwe jî bi zimanê xwe yê zikmakî dikin. Li Dersimê jin bi tirkî jî zanibin, lê gava îbadeta xwe dikin bi kirmanckî dikin. Ji lew ra di dua û îbadeta me de tirkî tune ye. Navên diyarên me bi zimanê me ye. Em dibêjin 'Ya Xizir, ya Duzgun Baba, ya Munzir Baba' û destên xwe vedikin. Divê gelê Dersimê hay ji vê hebe. Divê zimanê me winda nebe."
Yuksel Kasûn jî anî ziman ku ji xeynî zimanê xwe bi tu zimanî naaxife. Kasûn, bilêv kir ku 3 zarokên wê hene, bi her sêyan re jî bi kirmanckî diaxife û got: "Keça min bi zimanê xwe diaxife. Lê belê hevsalên wê, wê fêm nakin. Lewma divê her kes bi zimanê xwe bi zarokên xwe re biaxife û hînî wan bike. Her wiha divê li nexweşxaneyan, li dibistanan jî pê biaxifin. Mesela gava em diçin enxweşxaneyê em nikarin derdê xwe ji bijîşk re bibêjin. Ji lew ra nizanin. Em bibêjin serê me diêşe, bijîşk bi tiştekî fêm nake. Bila dixtor jî, mamoste jî hîn bibin û biaxifin. Sedema nefermîbûna zimanê me zext û zorî ne."