RIHA - Ahmet Ûsta yê li Siwêregê bi kevirên reş (Bazalt) berheman çêdike, diyar kir ku hûnera keviran a ji Ermaniyan fêr bûye ji ber avahiyên betonê yên bilind dibin, tune dibe.
Ahmet Ûsta (69) ê li navçeya Siwêregê ya Rihayê dijî, 45 salin hûnera kevirên reş (bazalt) ên navdêr yên Qerecdaxê çêdike. Hostayê kevir ê ku berî 6 salan ji ber emrê xwe yê mezin û nexweşiyên xwe yên cuda, navber da bû pîşeya xwe, niha li mala xwe li ser kevirên bazalt fîgûrên şêr, amûrên malê û destaran di nexşîne.
Hûnera kevir li tevahiya cîhanê ji ber avahiyên beton ên bilind û mezin, îro hespî muzexaneyan bûye. Di heman demê de, di roja me ya îro de, hostayên hûnera keviran jî pir kêm bûne. Yên mane jî, di goşeyekê de hatine jibîrkirin. Li navçeya Siwêregê ya Rihayê, hema bêje di her goşeyekê de, mal, kerwanseray û mizgeftên bi kevirên bazalt hatine çêkirin hene. Hostayê hûnera kevir Ahmet Ûsta yê li Sîweregê dijî, ji ajansa me re qala serpêhatiya xwe ya 45 salin vî karî dike, kir.
ŞAGIRTÊ ERMENIYÊ YANÎ
Ûsta, diyar kir ku ew ji bavê xwe ferî vî karî bûye û wiha axivî: “Rojekê dema bavê min di kolanekê re derbas dibe, dibîne ku hostayekê kevir ê Ermenî yê navê wî Yanî bû dîwar lê dike. Dûre dest bi şopînadina vî hostayî dike. Hostayê Ermenî bangî bavê min dike û jê re wiha dibêje; ‘Tu min di şopînî. Mereqa te ya lêkirina dîwar heye. Sibe were gel min bixebite. Ezê te bikim hosta.’ Bavê min dibêje ev kar zore û vê daxwaza wî qebûl nake. Lê hosta israr dike. Bavê min dotirîn, ligel Yanî dest bi xebatê dike. Wê demê 15 zîv pere didan xebatkaran. Bavê min sala ewil ameletî kir. Li gorî gotinên bavê min li navçeyê hostayên kevir ên Ermenî yên bi navê Egop, Yanî û Moho hebûn. Piştî 5 salan bavê min bibû hostayê hûnera keviran. Dûre hosta Yanî û bavê min bûn hevpar û 25 salan bi hevre xebitînin. Ewil bavê min ev kar ji Ermeniyan fêr bû.”
HOSTAYÊN ERMENÎ
Ûsta, da zanîn ku piştî demekê mala Yanî hat talankirin û wiha pê de çû: “Bavê min pir rêz dida hostayê xwe. Piraniya avahiyên kevir ên li navçeyê Ermeniyan lêkirine. Berî 50 salan, hemû Misilman xwendekarên Ermeniyan bûn. Bavê min her tim digot, ‘em ji wan fêrî hûnerê bûn.’ Wê demê Ermeniyan hesinkarî, merengozî, nanpêjî û sefarkarî li navçeyê belav kirin. Em ji Ermeniyan fêrî hûnerê bûn. Di nava Misilmanan de, hûnermend tune bûn. Berî li navçeyê 100 hosta hebûn. Niha ji xeynî min tu kes nemaye.”
AVAHIYÊN BÊ HEJMAR
Ûsta, malzemeyên di destên xwe de yên teşe dide keviran nîşan da û wih bilêv kir: “Ev hemû ji Ermeniyan ji bo min mane. Min di 13 saliya xwe de dest bi vî karî kir. Ez û du birayên min, em bûn hostayê kevir. Birayekê min pir zû dest ji vî karî berda. 45 salan min ev kar kir. Ji ber nexweşiyên cuda, ev 6 salin nikarim vî karî bikim. Min nêzî 25 firin çêkirin. Di heman demê de, min bê hejmar mal û avahî çêkirin.
‘NIRXA HÛNERÊ NEMAYE’
Têkildarî kevirên reş (Bazalt) ên li herêmê jî Ahmet Ûsta, ev nirxandin kir: “Li ser kevirên reş berheman çêdikim. Ez van nafiroşim. Dema ku ez mirim ji bo ku bi van berheman bêm bibîranîn. Niha nirx û rêzdayîna hûnerê nemaye. Ev huner tune dibe. Ji bo vê ez pir xemgîn dibim. 3 kurên min hene. Yek ji wan jî fêrî vî karî ne bû. Ji ber ku ev kar mir. Çi dema ku dîwarên bi kevir qediyan ev kar jî qediya. Dewlet û hikumet jî xwedî vî karî dernakevin. Ewqas sal derbas bûn. Berê rêz û hurmet hebû, lê niha tuneye.”
MA / Bariş Polat