NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar û Lêkolîner Ûgûr Dûrsûn Adsiz ku lekolînên akademîk dike di encama lêkolînên li ser dîroka kurdan de xwe gihande 2 stran û helbesteke ku heya niha nedihatin zanîn. Stran derbarê Mîr Bedîrxan Beg, helbest jî derbarê Şêx Ûbeydulahê Nehrî de ne.
Nivîskar û Lêkolîner Ûgûr Dûrsûn Adsiz ku li ser dîroka kurdan xebat û lekolînên akademîk dike, xwe gihand 2 stranên ku di salên 1800’î de hatine gotin û helbesteke ku di heman salan de bi alfabeya kîrîl bi kurdî hatiye nivîsandin.
Her du stran jî ji aliyê Vagharshag Shahinian hatine gotin. Shahinian, ermenî ye û di sala 1889’an de li bajarê Wanê ji dayik bûye. Di sala 1910’an de koçî Amerîkayê dike. Demek li vê derê dimîne û paşê vedigere Ermenistanê û li dijî Osmaniyan şer dike. Piştî şer, li Ermenistanê serleşkeriya hezar û 100 leşkerî dike. Demek li vê derê serleşkeriyê dike û dîsa vedigere Amerîkayê û di sala 1976’an de diçe ser dilovaniya xwe. Shahinian, her du stranan dema li Wanê bûye ji dengbêjan hîn bûye.
MALPERA HOUSHAMADYAN
Stranên ku Shahinian gotine ji aliye kurê wî ve di sala 1950’an de hatine qeydkirin û wê di demeke nêz de li ser Malpera Houshamadyanê (www.houshamadyan.org) bên weşandin. Stranên ku Shahinian gotiye yek ji wan bi tirkî ye û yek ji wan jî bi kurdî ye. Malpera Houshamadyan, weke ku ji navê wê jî diyar e malpereke ermeniyan û di sala 2010’an de li paytexta Almanya Berlînê hatiye avakirin. Tu armanceke karê ya malperê tuneye. Malper, jiyana ermeniyên dema Împaratoriya Osmaniyan lêkolîn dike.
STRANA BI TIRKÎ
Strana bi tirkî derbarê şerê di navbera Mîr Bedirxan Beg û Muşîr Osman Paşa de ye. Muşîr Osman Paşa, paşayekî payebilind ê Osmaniyan e û gelek caran êriş biriye ser Balkanan. Di sala 1847’an de êriş dibe ser Mîr Bedirxan Beg jî. Di vê êrişî de Muşîr Osman Paşa, hin mîrên kurd dikişîne cem xwe û Mîr Bedirxan Beg di zorê de dihêle. Ji ber êrişên Muşîr Osman Paşa yên li hemberî xwe Mîr Bedirxan Beg xwe daveje Keleha Ewrexê. Piştî şerê 3 rojan Mîr Bedirxan Beg bi şertê ku tiştek bi serê wî û malbata wî de neynin xwe radest dike. Di stranê de têkoşîna di navbera Mîr Bedirxan Beg û Muşîr Osman Paşa weke ew vebêjin tê vegotin.
Gotinên stranê wiha ne:
“Bedirhan Bey dedi hey kapı kapı
Sonra seni çağırttırırım way lı mın babo
Çok dara düşsem Han Mahmut şimdi de gelir
O da bu yerlerin bir kehremanî
Ram di ray ray ram di ray ray r ara ri rayy
Ram di ray ray ram di ray ray r ara ri rayy
Amaneeyyyy Osman Paşa dedi hey şaşkın ahmak
Dört yanınî keserim yoksul kaçamak
Devletten emir olunmuş
Seniii seniii seniii buyurttururum şehir istanbulî
Ram di ray ray ram di ray ray r ara ri rayy
Ram di ray ray ram di ray ray r ara ri rayy
Amaneeyyy Bedirhan bey dedi
Galibe şaşkın ne cesaret ile bu dağları aştın
Ancak geldin kendin tuzağa düştün
Her ne hal olsa koyu vermem yakaniiii
Rin na na ninay Rin na na ninay
Rin na na ninay Rin na na ninay
Amaneeyyy Osman Paşa dedi
O topları kurun hazır cem olun alesta durun
Marş ettiğince zurnayı vurun
Varsın çalınsın Alî- Osmanî
Rin na na ninay Rin na na ninay
Rin na na ninay Rin na na ninay”
STRANA BERÎTÎ
Strana bi kurdî ya ku Shahinian dibêje jî bi navê Berîtî ye. Lêkolîner Ûgûr Dûrsûn Adsiz, vê stranê bi folklornas Seyda Goyan daye şîrovekirin û Goyan, têkildarî stranê ev tişt dibêje: “Stran meqameke berê tê gotin. Di vê meqamê de kurd dibine du kom û davêjine ber hev. Berê dema ku zarok lîstikan dilîstin vê stranê digotin. Rexmî ku berê gelek dihat gotin bi demê re hatiye jibîrkirin. Me ji vê cûreyê re digot Berîtî. Di berîtiyê de hin hevokên weke zûgotinok ku wateyê wan tunene jî tên bikaranîn. Di rêzên destpêkê û rêzên dawîn ên stranê ku ez wateyê nadime ji ber vê ye.”
Gotinên vê stranê jî wiha ne:
“BERÎTÎ
Hooo qo rako talla raqo tallasdiko tirseneko
Pozê min poz bi çî poz bi yek
Yekemin yek nav botan
Duyemîn du Cizir Began
Sêyemîn sê payîzan
Dommer vatooo dommer vatooo
Hooo qo rako talla raqo tallasdiko tirseneko
Pozê min poz bi çî poz bi yek
Yekemin yek nav botan
Duyemîn du Cizir Began
Sêyemîn sê payîzan
Çaremîn çar parekan
Dommer vatooo dommer vatooo
Hooo qo rako talla raqo tallasdiko tirseneko
Pêncemîn pênc nav botan
Çaremîn çar parekan
Sêyemîn sê payîzan
Dommer gartooo
dommer gartooo
Hooo qo rako talla raqo tallasdiko tirseneko
Pozê min poz bi çî poz bi yek
Pêncemîn bêjna botan
Şaşamîn şaşê temam
Heftêmîn heftê heftan
Dommer vatooooo dommer vatooo
Hooo qo rako talla raqo tallasdiko tirseneko
Pozê min poz bi çî poz bi heft
Heftemîn heftê heftan
Şaşêmîn şaşê temam
Pêncemîn bêjna botan
Çaremîn çar parekan
Sêyemîn sê payîzan
Duyemîn Cizîr Began
Yekemin yek nav botan
Dommer vatooo dommer vatooo”
HELBESTA ŞÊX UBEYDULLAH
Piştî her du stranan niha jî em bala xwe bidine helbesta bi kurdî ku ji aliyê Adsız ve hatiye dîtin. Helbest, ji aliyê rûsekî ve bi alfebeya kirîlî bi kurdî hatiye nivîsandin û di 22’ê hezîrana 1882’an de di rojnameya rûs “Kavkaz” ku edîtoriya wê David Geoprgeviç Eristavi kiriye de hatiye weşandin. Di Helbestê de rexne li serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî tê kirin.
Adsiz, helbestê latînîze kiriye û rêz bi rêz bi nivîskar Letîf Brûkî daye şîrovekirin. Rêzên bi reqam orjînala helbestê, rêzên li hemberî rêzên bireqem ji aliyê Adsiz ve hatine latînîzekirin û rêzên di bin rêzên bireqem de jî ji aliyê nivîskar Brûkî ve hatine şîrovekirin.
Helbesta bi resenî hatiye latînîzekirin û şîrovekirin wiha ye:
“ŞÊX UBEYDULLAH
1.Мёджлисъ гута: шёйхи гаша, Meclis gotê; şêx î gaşa
(Meclise gotin şêx ne raste)
2.Сэреху бистйча шаша, Serê xwe bistiça şaşa
Bistiça Serê xwe weke
3.Рёгъ у сёмбиль ва бетраша, Rû û simbil va bet raşa
Seqqel u smela xwe teraş ke (hilde)
4.Льдюньяи бебитъ тамаша, Li dûnyayi bebit tamaşa
Dineda bibi bekenok bo temaşe
5. Жберъ эскёри шахъ у паша, Ji ber eskerî şax û paşa
Leşkerê şax û paşa êrîş kirin, meşiyan (pêşda)
6. Эскери ханъ у хвендкари; Esker î xan û xwendekar î
Leşkerên xan ê xwînxwaran
7. Лесёръ шёйхи топанъ бари, Li ser şêx î topan bar î
Ser şêx ra topan barî (ca baran)
8. Льшейхи бу рёшу, тари, Li şeyx î bu reş û tar î
Rast e
9. Шейхъ шами дюнья бибари. Şeyx şam î dinya bibar î
Şamî ye şexra dinya bibarî (tengbû; kinge merzel seva miriyan dikolin, teda cel ra şamî dibejin, cinaze datanîn û ser dar davejin û he xullî dikin )
10. Шейху, ту на саръ-аскари, Şeyx, tu na serasker î
Şeyxî, ne ser leşkerî (komutanî)
11.Нэ сэрхёнги, не шеркяри, Ne serxeng î ne şerkiyar î
Ne serxengi (albay), ne şervani
12. Нэпъ мирйдо би маеари, Nep mûrîdo bî mayar î
Ne mrîdî maî ari (necar î, acizî )
12.Нэпъ сопиа, хуэли псари. Nep sof î xweyelî pisarî
Ne sofi yi, xulli seri
13. Нэ бёги у на амэльмэнди, Ne beg î û ne amelmend î
Ne begî, yenî ne ji xudan karek emelî (xudan senet, karmend, tuccar)
14. На меддури, на эфёнди! Ne mûdûr î ne efend î
raste
15. Кэсъ низанидъ, шейхъ, ту чэнди Kes nizanîd şeyx tu çend î
Tu tu çend – tu kiyi?
16. Та кэркири некшабенди Ta kerkîr î nekşabend î
Te tarikata nekşabend î kerkiri (kuşti)
17. ту на хуендкари у на хани Tu ne xwendekar î û na xan î
Rast e
18. ту на шиарафи рахмани Tu ne şerîf î raxman î
Raste (tu ne insane şerîf î û dil tehmî)
19. Ту дэйвани, ту шейтани Tu deyvan î tu şeytan î
Tu dinî(divane, rihe kera cinna ketiye), tu şeytan î (ne mirove xerî)
20. Та кэркйръ гинда инснаи... Ta kerkîr ginda insan î
Te mirova te ra gundeki kuşt”
MA / Kadrî Esen