AMED - Hejmara 20'an a Kovara Dilopê bi dosyeya "Raperîna Nan a Amedê" û "Xizanî û newekheviya aboriya herêmê" derket.
Kovara Dilopê ku her ji du mehan carekê bi kurdî û tirkî di warê çand, huner û polîtîkayê de weşanê dike bi hejmara xwe ya 20'an a meha gulan û hezîranê li pêşberî xwîneran e. Di vê hejmara kovarê de bi zimanên kurdî û tirkî dîsa gelek nivîsên balkêş hene.
Dosyeya vê hejmara kovarê Raperîna Nan a Amedê ye ku di sala 1880'an de qewimiye. Özge Ertema akademîsyen vê raperînê bi nêrîneke alternatîf dinirxîne. Ertem dibêje ku ji her dorhêlê gelê Diyarbekirê li dijî buhabûnê û xizaniyê li hemberî serdestan bi hev re serî hildaye. Dosye bi hevpeyvîna İnanç Yıldız a ligel Yüksel Gençê berdewam dibe. Yüksel Genç ku Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadî ya Sosyo-Polîtîk e, dibêje Stenbol jî tê de li 33 bajaran nifûs kêm bûye lê li bajarên Kurdistanê zêde bûye û ev jî dê xizanî û newekheviya aborî ya li herêmê girantir bike.
Barış Avşar weke hejmarên borî berê me dide mîtolojiyê. Avşar vazoyek dide ber xwe kus ê hezar sal berê li bajarê Ûrûkê hatiye çêkirin. Avşar dibêje ku motîfên vazoyê nîşan dide ku ka insanên wê demê çavkaniya jiyanê û çerxa jiyanê bi çi awayî fêm kirine. Mesut Alpê arkeolog jî li ser Tofana Nuh nivîsiye: Çi tofan e? Weke her car xwestiye ku lingên vê mîtê jî pêhn li erdê bikin. Alp diyar dike ku ev mît ne tenê ya vê herêmê ye, bi mînakan nîşan dide ku li gelek deverên dinyayê ev mît heye û berî olên yekxwedayî jî ev mît tê zanîn.
Tahirxan Giravî berhema Sofoklîs a bi navê Antigone wergerand kurdî. Zelal Sahidenur Sarı ligel wî hevpeyvînek kir. Giravî serpêhatiya xwe ya hînbûna yewnanî, wergerên klasîkên yewnanî bo kurdî dike û sedema wergerandina Antigoneyê diyar dike. Giravî dibêje ku Sofoklîs behsa dayîkên şemiyê dike, loma min xwest wergerînim kurdî.
Di vê hejmarê de Recep Maraşlı li ser ‘tezeke’ nijadperest a Tirkiyeyê nivîsiye û dipirse: Ecacoka ku ji Asyaya dûr rabû çi anî bi xwe re?
Bi kitêba xwe ya "Belkî Îşev Binive" nîqaşekê dabû destpêkirin Murat Bayram di rojnamegeriya kurdî de; rojnamegeriya edebî çi ye û çima li ba kurdan qels e? Bayram di hevpeyvîna xwe de dibêje: Em hewceyî nûçeçîrokên îro ne!
Di hejmara dawî ya kovarê de Mehmet Bayrak li ser Yılmaz Guney, Ayhan Erkmen li ser Osman Sebrî, Mela Mihyedîn li ser Seyadê Şamê, İsmail Beşikçi li ser kitêba Berjîn Haki ya bi navê Alizade nivîsîn. Weke din Arif Aslan, Ali Yavuz, Sezai Sarioglu û Elif Eser bi nivîsên xwe di vê hejmarê de cî girtine.
Selim Temo, Firat Keklîk, Reyhan Sarhan û Muslum Aslan helbestvanên hejmara dawî ne; Fewzî Bîlge jî bi wêneyê xwe rûpelên vê hejmarê xemilandiye.