Term: Çîroka pevçûna Qanaxî û Ûsikîyan

img

AMED - Romana Hisên Kemal a bi navê "Term", ji Weşanên Wardozê derket. Nivîskar di romanê de dikeve pey şopa çîroka pevçûna gundê Qanaxî û eşîra Ûsikîyan. Her ku çîrokê vedikole; bi êşek, janek, trajediyekê re rû bi rû dimîne. 

Hisên Kemal, di sala 1963’yan de li gundê Kifrîyê yê bi ser Pirsûsa Rihayê ve ji dayik bû. "Term", romana wî ya yekemîn e û berhemên wî yên ji bo weşanê têne amadekirin hene. 
 
Demekê li hêla Besniyê, pevçûneke mezin di nava gundê Qanax û eşîriteke Sirûcê de çêbûye. Qanax, gundekî hêleke wê li Samsatê dinêre, hêlek li Besnîyê. Di sînorê Rihayê de ye lê gundê Semsûrê ye. Rêya vî gundî bi qasî ku bi Semsûrê dikeve, bi Rihayê jî dikeve. Nivîskar li pey şopa vî şerî ji Semsûrê heta Amedê, Riha, Sirûc û Binxetê digere û her ku axê vedide; bi êşek, janek, trajediyekê re rû bi rû dimîne. Hisên Kemal ji bo vê serpêhatiyê di destpêka berhemê de van hevokan xêz dike: 
 
“Li Semsûrê li ber deriyê mizgeftekê, bi temenê xwe yê nêzî nodî, bes parsekek mabû şahida wan rojan… Rojekê li kolanên Semsûrê, li dûmahiyên şarmendîya kevnar digeriyam. Di nava kolan û çarşîyên bajarê kevn de, rêberê min li ser nivîskên mizgeft û dûmahîyên dêran, li ser xêrat, çeşme û hemaman, bi qasî zanibû agahî dida min. Ez li ber nivîseke Mizgefta Kabeyê sekinîbûm û ketibûm hewla xwendina tîpên erebî yên di nava hevdu da belav dibûn. Rêberê min bi enîşka min girt û bi wê de pîrek raberî min kir… Di şûna xwe de, mîna zikrê sofiyan bi pêş ve bi paş ve hêl dibû. Em nêzî wê bûn, min dibihîst di ber xwe de bi xwe re dipeyivî. ‘Min çi kir gundîno… Bajarîno… Min çi kir?’ Di nava zikrê wê de çend nav jî digotin: Serdar… Gulîzer, Suloyê pîsik… Awzer… Qanax… Çolo…”
 
Nivîskar vedigere Rihayê lê pîrê jibîr nake. Ew zikrên pîrê meraqek di dilê nivîskar de bi cih kiriye. Bi porê xwe yê hinekirî, diranê xwe yê bi tenê carinan ji nişkave tê bîra wî. Rojeke êdî hew dikare pêşiya vê meraqê bigire, dikeve pey şopa qiseta pevçûna Qanaxî û Ûsikîyan. Ew çîroka ku malbatan tertûbelav dike, zarokan sêwî dihêle û domahiya xwînrijiyê dike:
 
“Awzer Axa, şeva ku Ûsikîyan cerd birin ser Qanaxê, bi guleyekê, di nava deriyê odeya xwe de hat kuştin. Zibêde û zarokên din çûn hêla Meletiyê, nava merivên xwe. Fat, li Qanaxê ma; zarokên xwe sêwî mezin kirin. Sîno, Mala Eyşê bir Rihayê. Wê jî zarokên xwe sêwî mezin kirin. Sado û Kurdo, roja ku Çolo kuştin sînor derbas kirin. Wextê derbas dibûn, cendirme bi wan hesîyan. Kurdo bi guleyên cendirmeyan hat kuştin. Termê Kurdo bi paşiya cemseyekê ve girê dan, li gundên Sirûcê gerandin; ka kesî nas dikir…? Sado li kuştina Kurdo nesekinî. Sînor derbas kir. Xebera mirina Kurdo da Ûsoyê Temir Axa. Dû ra çû Helebê, nik apê xwe yê Îso. Qanax jî mîna berindirê belav bû. Mîna xerabeyekê li serê çiyayên Besnîyê ma…” 
 
Romana "Term" a Hisên Kemal, herikbar e û xwedî zimanekî hilû ye. Xwîner dema bixwîne wê gelek peyvên resen jî hîn bibe.