ŞIRNEX - Xanê Agal, bi navê "Sembola Serhildanê" pirtûkek çap kir. Pirtûk, behsa jiyan, têkoşîn û bîranên Binevş Agal (Bêrîvan) ku bûye sembola Newrozê dike.
Ew ne tenê di dîroka berxwedanê ya Êzidiyan de, di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jî her tim tê bibîranîn. Binevş Agal (Bêrîvan) a êzidî, di sala 1966’an de li navçeya Qubînê ya Êlihê tê dinê. Navê xwe ji destana kurd ‘Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn’ girt. Binevş û malbata wê, di 1980’ê de piştî darbeya 12’yê Îlonê ji ber êrîşên li Kurdistanê koçî Ewropayê dikin. Agal, di sala 1984’an de li Almanyayê tevli nav refên PKK’ê dibe. Di sala 1985’an de derbasî Sûriye û Rojavayê dibe. Di sala 1988’an de ji bo xebatê diçe Cizîra Şirnexê. Di demeke kurt de, li Cizîrê ‘efsaneya Bêrîvan’ deng vedide. Bandorê li her malê, li her jinê dike ku tevli têkoşîn û berxwedanê bibin. Piştî herêm bandorê ji Agal digire, dewlet dikeve pey wê. Tu hewledanên dewletê yên teslîmgirtinê bi ser nakevin û Agal di 18’ê Çileya 1989’an de, di şer de jiyana xwe ji dest dide. Ji wê rojê heta niha bi hezaran jinên ciwan li ser xeta Binevşê dimeşin.
Xwîşka Binevş Agal (Berîvan) Xanê Agal, li ser serpêhatî, têkoşîn û bîranên Binevşê bi navê "Sembola Serhildanê" pirtûkek nivîsî û çap kir. Xanê Agal, di sala 2018'an de dest bi nivîsandina pirtûkê kiriye û di sala 2021'ê de qedandiye. Pirtûka aliyê Weşanên Enstîtuya Kurdî ve hatiye çapkirin û ji 225 rûpelan pêk tê. Pirtûk, pirtûkeke biyografiyê ye.
Xanê Agal, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa naveroka pirtûkê kir.
DI PIRTÛKÊ DE BALÊ DIKŞÎNÊ LI SER JIN Û ÊZDATIYÊ
Agal, anî ziman ku wê di pirtûka xwe de bal kişandiye li ser jin û êzidatiyê û wiha qala xebata pirtûkê kir: "Min di sala 2018'an de, dest bi xebata pirtûkê kir. Ji bo bîranîna wan rojan, pêdivî bi demê hebû. Ji bo nivîsandina van bîranînan, sal lazim bûn û min hêdî hêdî ev bîranîn nivîsandin. Di destpêkê de armanca min a nivîsandina pirtûkeke bi vî awayî tune bû. Pişt re hêdî hêdî fikra nivîsandina pirtûkekê di hişê min de ava bû. Helbet derdorê jî di vê mijarê de alîkariya min kir û xwestin ku ez van bîranîna bikim pirtûk. Ev daxwaza derdorê di hişê min de nivîsandina pirtûkê ava kir. Di naveroka pirtûkê de, behsa Bêrîvanê dikim û mijara sereke Bêrîvan e. Mijara Bêrîvanê, bi xwe mijareke pirrenginî ye. Aliyekî xwe êzidatî ye, aliyekî xwe kurdayetî ye û aliyekî xwe jî pirsgirika herî esas jin e. Di pirtûkê de ez qala civak, jiyan, zilm, zordarî û dagirkeriyê dikim. Di pirtûkê de, ez balê dikêşim li ser jin, êzidî û kurdbûyinê. Ji bilî vê jî pirtûk gelek mijara digire dest. "
'MIN EV WEKÎ DEYNEKÎ DIDÎT'
Agal, di berdewama axaftina xwe de, bilêv kir ku wê her tim li hemberî têkoşîna Binevşê xwe deyndar ditiye û qalkirina Binevşê gelek zehmet bûye û got: "Sedemê berhevkirina min a van bîranînan, ew bû ku Bêrîvan hem xwîşka min bû û hem jî hevala min bû. Kes wekî min nikare Bêrîvanê nas bike. Dibe ku di salên dawî de em ji hev veqetiyan, cihê ku ew lê dima û ez lê dimam ji hev du dûr bû, lê di kok de naskirin girîng e. Çawa dest pê kir û herikî. Bi fikra min vegotina vê girîng û bi wate ye. Ya herî baş vê rastî û heqîqetê bîne ziman ez bûm. Ji ber wê jî vegotina wê gelek girîng bû. Min ev li ser xwe wekî deyn dît. Deynê xwişkîtiyê, deynê hevaltiyê û hogirtiyê bû. Min pêdivî pê dît ku vê rastiyê û heqîqetê bînim ziman. Min ji nêz ve nas dikir. Min gelek tiştên wê ji nêz ve dizanî. Li ser vî esasî, ev fikr hêdî hêdî di min de peyda bû. Ji bo ku ez vî deynê hevaltiyê bi cih bînim, min dest bi xebateke bi vî rengî kir. Di êzidatiyê de gelek pêwîst e ku mirov bibe zimanê heqîqet û rastiyê. Jin, êzidatî û kurdbûyîn gelek wekhev in û qedera wan pir girêdahî hev e. Pirsgirêka jinê jixwe pirsgirêkeke cîhanî ye. Ji ber wê jî min pêwîstî dît ku ez van heqîqetan ragihînim."
Agal, anî ziman ku di destpêkê de fikrekî wê ya ku pirtûkekê binivîse tune bû û got: "Miroveke ku ji bo heqîqetê canê xwe bide, li cem yên mayî mayînde dimîne. Di oxira vê heqîqeta ku can hatî dayîn de, vegotina wan gelek zehmet e. Pêwîste ku em vê heqîqetê di dîrokê de jî binivîsin. Ji bo ku di xizmeta mirovahiyê de bimîne divê mirov binivîsîne. Berhem û heqîqetên bi vî rengî pêşeroja azadiya jinê, azadiya civakê ronî dikin. Xebata vê pirtûkê demdirej e. Sedemê dirêjkirina vê xebatê jî min bi xwe zelal nekiribû ku kengî derbixînim. Min gotî heger ez bixwazim tişteke baş derbixînim, divê ez hêdî hêdî binîvîsim. Carina ji bo nivîsandinê dema min jî têr nedikir. Ev jî yek sedemê dirêjkirina pirtûkê bû. Dema ku dem diket navberê ez ji mijarê dûr diketim. Carina min nedizanî ku min li ku daye sekinandin. Heta careke din, min girêdaneke bi hev re çêdikir, ji min re gelek zehmetî derdiket. Di sala 2021'ê meha Çileyê de hat çapkirin. Lê belavkirina wê çênebû û lê hê ev 10 roj in belavkirina wê çêbû. Ji ber koronayê belavkirina wê çênebû û dirêj bû."
'DI HUNDIRÊ MIN DE TIRSA KU EZ JÊ RE NEBIM BERSIV HEYE'
Agal, di dawiya axaftina xwe de got: "Dema ku mirov pirtûkekî dinivîsîne mirov bi hesasiyeteke mezin nêz dibe. Her tim di hundirê mirov de metirsiyek heye. Di min de jî ev metirsî hebû û min her tim digot, 'Gelo ez ê bikaribim heqîqet û têkoşîna wê bînim ziman?' Heger kesa/ê ku di pirtûkê de tê vegotin jî pir bi bandor be, bi rastî jî ev hesasiyeta mirov hîn zêdetir dibe. Lehengek serbilind e. Ji ber wê jî mirov dixweze di pirtûkên bi vî rengî de xwendevan têr bike. Di nava vê herikandina tevgerê de pêdiviya bi vê pirtûkê mijarên perwerdehiyê û dersên dîrokî ne. Ji ber wê jî gelek giranbuhan e û mirov jê ditirse. Di hundirê mirov de tirsa ku ez jê re nebim bersiv heye. Tenê niha tişta ku ez difikirim gelo wê xwendevan çi bibêjin, gelo wê xwendevan razî bibin? Çimkî lehenga pirtûkê keseke nas e. Bêgûman dê kêmasî her hebin, lê cara yekem dema ku mirov jê re nebe bersiv jî mirov pê diêşe. Ez niha li benda bertek û rexneyên xwendevana me."
MA / Zeynep Durgut