Weşanxaneya Na ‘Karmamiz’ a 57 salî weşand

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Weşanxaneya Na, zaravayê kurmancî ya romana Elî Hesenyanî “Karmamiz” ku bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin weşand. Roman behsa jiyana pêşmergeyekî dike.

Weşanxaneya Na ku bi berhemên diweşanî xizmeta wêjeya kurdî dike, bi romaneke nû derket pêşberî xwînerên kurdî. Weşanxaneyê, romana Elî Hesenyanî (Hawar) ya bi navê “Karmamiz” weşand. Romana ku ji 82 rûpelan pêk tê, temenê wê digihîje 57 salan. Serpêhatiya nivîsandina vê romanê weka ya gelê kurd dramatîk e. 
 
HETA KU TÊ NIVÎSANDIN…
 
Nîvîskarê romanê Elî Hesenyanî, di sala 1964’an de dest bi nivisandina wê dike. Heta ku di dawî dibe; roman carekê bi avê re diçe, carek bi agirê bombeyan tê şewitandin û carekê jî li zindanê tê desteserkirin. Herî dawî Hesenyanî, di sala 1971’an de li gundê Kavlanê ya navçeya Gewreka Mehabadê karmamiz(karxezal)ê temam dike û digihîne ber destê xwîneran.  
 
ÇÎROKA PÊŞMERGEYEKÎ VEDIBÊJE
 
Karmamiz bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin û heta niha bi zaravayê kurmancî qet nehatiye weşandin. Weşanxaneyê, zaravayê kurmancî ya romanê ku ji aliyê Muhsîn Ozdemîr ve hatiya kirin, weşandiye. Roman, behsa jiyana pêşmergeyekî dike û di romanê de bi çîroka jiyana vî pêşmergeyî re dîroka gelê kurd hatiye vegotin. 
 
BI DEVÊ HESENYANÎ “KARMAMIZ”
 
Hesenyanî, têkildarî serpêhatiye romana xwe ev agahî dane: 
 
“Di sala 1964’an de, wê dema ku li zîndana Qizilqela ya Tehranê bi tawanê kurdîtiyê zîndanî bûm, min çîrokek bi zimanê farsî nivîsî bi navê “Ronak Ahuyê Kuhestan” ango “Ronak, Mamiza(Xezala) Zozanê”. Mixabin di ketin û rabûnên jiyanê de tevî gelek helbest û nivîsar û çîrokên din ji destê min çûn û tunebûn. Lê çawaniya çîroka min her di bîra min de mabû, heta ku di sala 1979’an de, li binê çiyayê Qendîlê rastî pêşmergeyekî hatim, me hev nas kir. Bîranînên xwe ji min re vegotin. Serpêhatiya wî gelekî dişibiya serpêhatiya lehengê çîroka min. Min bi wî re biryar da ku serpêhatiya rasteqîn a wî pêşmergeyê qehreman bi serpêhatiya xeyalî ya lehengê çîroka xwe bikim yek û bikim çîrokek, min dest bi nivîsandina wê kir. Mixabin hêj nîvco bû bi min re ket nav çemê Kewlê, tevî hin nivîsarên din, ew jî di avê de çû.
 
Min ji nû ve dest pê kir. Ji ber jiyana pêşmergetiyê her bi kû ve biçûma min nivîsên xwe jî bi xwe re dibirin û ji bo nivîsandinê min ji her derfetekî sûd werdigirt. Heyanî şevekî li gundekî aliyê Hewşarê ku min danî odeyekî. Topeke dijmin li xênî dikeve û çîroka min jî dibe belagêraya we. Min dev jê berneda û sêyemîn car dîsa min nivîsand. Lê mala xwedê ava vê carê min di roja 1971'an de, li gundê Kavlanê ya navçeya Gewreka Mehabadê temam kir.”
 
ELÎ HESENYANÎ KÎ YE?
 
Di sala 1939’an de li Tehranê ji dayik bûye û ji ber xwendin û karên xwe piraniya jiyana wî li Tehran û Mehabadê derbas bûye. Li Zanîngeha Tehranê beşa Maf û Zanyariyên Siyasî dixwîne û li Tewrêze jî qursa parêzeriyê digire. Hevkariya kovara Sirweyê dike. Piştre bi komek şair re Encûman Edebî (Komeleya Wêjeyê) dadimezrîne. Di sala 1989’an de terka welat dike û diçe Fînlandiyayê. Piştre jî diçe Danîmarkayê û li wir niştecih dibe. Xwediyê dîwanekî helbestan, berhemekî çîrokan û sê romanan e. Di 8’ê gulana 1992’an de qrîza dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dide. Piştî mirina wî hemû Berhemên wî ji aliyê kure wî Zagros Hesenyanî ve ji Weşanên Bangê (Li Bane) tên weşandin. Berhemên Hesenyanî wiha ne: “Gunah (Dîwana Helbest), Şarî Wêran (Çîrok), Derwêş (Roman), Karmamiz (Roman), Bizey Jiyan (Roman).