STENBOL - Dînên Dersimê dibin fîlm. Senarîst û derhênerê fîlmê bi navê "Sûya Yazilmiş Zaman" Mûstafa Diyar Demîrsoy, dê di fîlm de behsa heqîqeta dînan bike.
Amadekariyên fîlmê "Sûya Yazilmiş Zaman" ku behsa dînên Dersimê dike, dest pê kirin. Fîlm xwe dispêre romana "Dersim'in Dîvane Delîlerî" yya nivîskar Nûrettîn Aslan. Senarîst û derhênerê fîlmê Mûstafa Diyar Demîrsoy e. Dê kêşanên fîlm di mehên pêş de dest pê bikin.
Senarîst û Derhênerê fîlmê "Sûya Yazilmiş Zaman" Mûstafa Diyar Demîrsoy, anî ziman ku fîlm li Almanya, Stenbol û Dersimê derbas dibe û ji bo navê fîlm got: "Dîrok Dersimê mişt êş in. Em li çiyayên wê, di kevirên wê de û di dar û avên wê de vê êşê hîs dikin. Ava wê bûye şahidê gelek êşan. Van êşan bi xwe re biriye ax û deştine din. Nav, ji bo ew bîra civakî, tiştên berê qewimîne û ji bo mirov ji bîr nekin û karibin bi xwe re bibin deverine din, di xwe de dihewîne."
LI SER SÊ HEYAMAN DISEKINE
Demîrsoy, bilêv kir ku di fîlmê de li ser niha, salên 1980'yî û beriya wê sekiniye û got: "Di fîlm de mirovên dîn û dîwane hene. Hin jê dibêjin dîn, hin jê dibêjin derwêş, hin jê jî dibêjin dîwane. Li Dersimê û bajarên herêmê, têgiha dîn pir nayê bikaranîn. Yanî ji van mirovan re nabêjin dîn û wan li derî civakê nahêlin. Xwedî li dîwaneyên xwe derdikevin. Wan wekî kirdeya jiyanê dihesibînin."
DÎNÎTÎ LI DERSIMÊ
Demîrsoy bal kişand ser gotinên Michel Foucault ên derbarê dînîtiyê de û anî ziman ku di serdema ewil, a navîn û ya pîşesaziyê de helwesta ji bo dînan guheriye. Demîrsoy, bilêv kir ku di serdema ewil de tu pirsgirêkeke civakê ya bi dînan re tune bûye, lê di serdema navîn de ev helwest ber bi neyînîbûnê ve çûye û bi pêvajoya pîşesaziyê re li derî civakê hatine hiştin. Demîrsoy, diyar kir ku helwesta Dersimê ya ji bo dînan û ya civaka moderne a ji bo dînan dane ber hev û got: "Li Dersimê dîn, wekî dîwane û derwêşan tên hesibandin. Xwedî li wan derdiekvin. Hin jê wekî pîran hin jê wekî derwêşan nêzî wan dibin. Li Dersimê dînîtî wekî civakê bi xwe tê hesibandin."
PEYKERÊ DÎNÎTIYÊ
Demîrsoy, anî ziman ku ji xeynî çanda Dersimê hêleke xwesre a dînan jî heye û got: "Her kes dizane Dersim û gelê wê muxalif e. Dînên wê jî muxalif in. Ew û pergalê li hev nakin. Li Dersimê peykerekî dînîtiyê heye. Cara ewil e ku civakekê peykerê dînekî xwe çêkiriye. Ev peyker hê jî heye û dê di fîlm de bê nîşandan."
Demîrsoy, destnîşan kir ku tu hêviyeke dînan ji pergalê tune ye û jê natirsin û got: "Mulkiyeta wan, derewên wan tune ne. Heger ji bo cihekî helweste bivê, raste rast nîşan didin. Wekî me 'gelo ez wisa bibêjim ê çawa be?' fıkarön wan tune ne. Rastî û heqîqet çi be wê dibêjin. Car heye di civakê de dibin berdevkên me. Tişta ku em dixwazin bibêjin lê nikarin bibêjin ew dibêjin. Bi vî awayî êş û şadiyên me tînin ziman û me temsîl dikin."
Demîrsoy, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dê di dema kêşan fîlm de gelek rêxistinên civaka sivîl jî alîkariyê bikin û hewl didin tevî rêxistinên civaka sivîl "Muzeya Dînan" çêbikin. Demîrsoy, bilêv kir ku dê di vê muzeyê de çîroka jiyana dînan jî hebe.
MA / Mehmet Aslan