Merwanî: Em li nivîskarên girtî û berhemên wan xwedî derkevin

img

AMED - Nivîskar Herdem Merwanî diyar kir ku di Roja Nivîskarên Girtî ya Cîhanê de hêj gelek nivîskar ji ber nivîsên nivîsandine di girtîgehê de ne û ji her kesî xwest ku li nivîskaran û berhemên wan xwedî derkevin. 

Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî (PEN) di sala 1981’ê de 15’ê Mijdarê weke Roja Nivîskarên Cîhanê îlan kir. 15’ê Mijdarê, ji bo balê bikişîne ser rewşa nivîskar û rojnamevanên li gelemperiya cîhanê ku li girtîgehan îşkence li wan tê kirin, her sal weke “Roja Nivîskarên Girtî ya Cîhanê” tê bibîranîn. Li Tirkiyeyê jî hema bêje ji dîroka komarê û vir ve nivîskarekî ku girtîgeh nedîtibe nîne. Ji Sabahattîn Alî heta Rifat Ilgaz, ji Nazim Hîkmet Ran heta Kemal Tahir heta Orhan Kemal gelek helbestvan û nivîskar ji ber nivîsên xwe hatin girtin. Ji bilî nivîskarên ji ber nivîsên xwe hatine girtin, gelek mirovên ku ketine hundir dinivîsin jî gelekin. 
 
Nivîskar Mûrat Saat ku di sala 2017’an de dema 21 salan di girtîgehê de bû, ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da, Mustafa Ozenç ê ku di 12’ê Îlonê de hatibû darvekirin û Nîbel Genç, Selahattîn Demîrtaş, Figen Yuksekdag, Mûrat Turk, Îlhan Samî Çomak, Gulazer Akin û Rojbîn Perîşan tenê çend ji wan in. 
 
Yek ji van nivîskaran jî rêvebera PEN’a Kurd nivîskar Herdem Merwanî ye.
 
GIRTÎGEH JI BO WÊ BÛ DIBISTAN
 
Merwanî ku dema 12 salî bû ji ber sedemên siyasî hate girtin û li Girtîgehê Mûş, Xarpêt, Riha, Sêwas, Êlih û Amedê ma, ji ber ku bavê wî Abdulhalîm Kirtay kesayetekî naskirî û hezkirî bû, bi stranên dengbêjên ku gelek caran dihatin mala wan, bi hunerê re eleqedar bû. Merwanî anî ziman ku bîranînên wê yên bi Şakiro re ji ber ku gelekî biçûk bû, nayên bîra wê û wiha got: “Me hertim stranên wî guhdar dikirin. Ez çiqas mezin bûm, min ew qas jê hez kir. Dayika min ji me re qala bîranînên me yên bi wî re dikir. Hezkirineke min a kûr ji bo wî hebû. Ji ber vê yekê min ji dengbêjiyê hez kir.” Merwanî diyar kir ku dema ew ket girtîgehê berê xwe da wêjeyê û dema ciwan bû dest bi nivîsandinê kir û anî ziman ku girtîgeh ji bo wê tê wateya “dibistanê”. 
 
HELBESTA WÊ YA EWIL: ÇÛKA AZAD
 
Merwanî, dazanîn ku jiyana girtîgehê ji bo wê bû cîhaneke gelek cuda û wiha berdewam kir: “Mixabin piştî ku wê demê ketim girtîgehê min derfet nedît ku dengbêjan guhdarî bikim. Hestên min ji ber tiştên ku min jiyan pir zêde bûn. Ji ber vê yekê min berê xwe da wêjeyê. Min di wêjeyê de bi helbestê dest pê kir. Di zindanê da, min mirovên ku bi rastî jî xweşik bûn û dilsozê wêjeyê bûn nas kirin. Fatma Savcı, Mizgîn Ronak çend ji wan helbestvanan e ku di girtîgehan de dest bi nivîsandina xwe kirine. Min helbesta xwe ya destpêkê bi Fatma Savcı re nivîsand. Navê helbesta me ‘Çûka azad’ bû . Dibe ku helbest wisa nehatibe nivîsandin, lê ev tecrubeya me ya yekem bû û me bi hev re nivîsand.”
 
BÊTIRS DINIVÎSIN
 
Merwanî, bi lêv kir ku nivîsandina wê ya helbestê jiyana wê rengîn kiriye û di helbestên wê de bandora girtîgehê heye. Mervanî, anî ziman ku hewl daye ku dema behsa girtîgehê bike ne behsa atmosfera reş û tarî bike, hesta azadî û hestiyariyê vebêje û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jiyana zindanê bi rastî jî azadtir e. Mirov dikarin tiştên ku hîs dikin bê tirs, bê dûdilî binivîsînin. Ji ber vê yekê divê mirov jiyana zindanê wisa bibîne. Kesên di zindanê de girêdayî vê hîs û azadiyê ne.”
 
BI BAVÊ XWE RE DI GIRTÎGEHÊ DE MA
 
Merwanî, dazanî ku sala hatibû girtin bavê wê jî hatibû girtin û 30 sal in di girtîgehê de ye. Merwanî, bi lêv kir ku girtina bavê wê bandoreke mezin li ser wê kir û wiha pê de çû: “Ez û bavê xwe bi hev re li Êlihê di girtîgehê de man û hefteyê carekê me dikarî hev bibînin. Bavê min gelek girîngî dida kurdbûnê û kurdî. Her tim li derdora wî dengbêj û stranbêj hebûn. Gelek ji hunera kurdî hez dikir. Bandora wî her tim li ser min bû. Ez di girtîgehê de jî bi bavê xwe re bûm. 2 caran hatin berdan û dîsa girtin. Bavê min jî carekê hat girtin û wisa ma. Îro jî ew girtiyekî nexweş e. 
 
PIRTÛKA WÊ YA EWIL HAT WINDAKIRIN
 
Merwanî, di heman demê de behsa zehmetiyên ku nivîskar di girtîgehan de dijîn kir û wiha domand: “Carna ji bo ku tu binivîsî pênûs û kaxiz jî nikarî bibînî. Gelek caran ji ber sirgûnan, tiştên tên nivîsandin winda dibin. Mînak min heta îro 2 pirtûk nivîsandine, pirtûka min a destpêkê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat windakirin. Lê dîsa jî tu dest ji nivîsandinê bernadî. Tevî hemû zor û zehmetiyan jî xebateke gelekî baş tê kirin.”
 
JI BO CIVAKÊ DINIVÎSIN
 
Merwanî, bi lêv kir ku her girtiyekî çîrokeke wî heye û got: “Jiyana li derve û hundir, ji bo girtiyan materyalên wêjeyî bi xwe ye. Berî ya zindanan jîyaneka hemûyan hebû. Bi pirsgirêkên xwe, bi hestên xwe di nava civakê de bûn, bi wan re eleqedar bûn. Hema bêje hemû tiştên ku hûn dinivîsin ji bo civakê ne.”
 
BANGA XWEDÎ DERKETINA LI BERHEMAN
 
Merwanî, destnîşan kir ku berhemên li girtîgehan tên afirandin li derve bê xwedî dimînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema pirtûk an jî nivîs ji girtîgehan derdikevin, mijareke rexnedayînê ye ku zêde li ser nayê sekinandin. Ew pirtûk bi salan di pirtûkxaneya wêjeyî de ne. Mixabin xwedî derketinek nîne. Lê belê xwedî liv an berheman bên kirin. Em dibêjin girtîgeh wijdana civakê ne. Di vî warî de li hemberî wijdana xwe em hinekî nehesas in. Nivîskarên li derve jî çend pirtûkên nivîskarên girtî didin nasîn? Ev gelek bala min dikişîne. Van mirovan ji bo me dest ji azadiya xwe berdan. Yekane tişta ku em bikin ewe ku xwedî li wan derkevin lê gelek caran em wê jî nakin.”
 
MA / Ceylan Şahînlî