Bîra bîyolojîk a herêmê bi awayekî dîjîtal pêşkêş dike

img

AMED - Biyolog Selçûk Ertekîn, nêzî 40 sal in ji deverên cuda yên herêmê li dor 8 hezarî nebatên cur bi cur berhev kirine û bi vî awayî bîra herêmê diparêze. 

Biyolog Prof. Dr. Selçûk Ertekîn, li Amed, Riha, Mêrdîn, Sêrt, Wan, Bedlîs û hin bajarên din ên herêmê bi berhevkirina nebatan xebateke curbicuriya bo berhev kirine û di warê curbicuriya biyolojîk de xebateke bîrê çêkiriye. Ertekîn, nebatên ku berhev kirine di nav rojnameyan de li gor dîrok, cih û cureyan nebatan senifandiye û heya niha ew parastine. Ertekîn heya niha bi piştgiriya Bernameya Pêşvebirinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) û Komeleya Jiyana Nû nêzî hezar cure nebat etîket kirine û wan li bi awayekî dîjîtal pêşkêş kirine. 
 
EWROPAYÊ 300 SAL BERÊ DEST PÊ KIRIYE
 
Ertekîn, da zanîn ku xebatên bi vî rengî ewilî li welatên Ewropayê bi awayekî rêk û pêk hatine kirin û got: "Li seranserê cîhanê nebat bi vî awayî tên berhevkirin û di cihên ku em dibêjin herbaryûm de tên veşartin. Ewropayê nêzî du sed sê sed sal berê dest bi vî karî kiriye. Xwedî bi hezaran, bi milyonan nimûneyan e. Ên me li ber ên wan ne tu tişt in. Li Tirkiyeyê herbaryûm pir tune ye. Tenê li zanîneghên Enqere û Stenbolê hene. Li deverên biçûk çêkirina herbaryûmên bi vî rengî pir zehmet e. Ji ber vê me xwest em wan derbasî qada dîjîtal bikin û me projeyek wiha da destpêkirin. A rast tişta me kiriye ne tiştekî nû ye, ji lew re lêkolînerên rojavayî 400-500 sal berê ev rêbaz bi kar anîne û di demên dawî de hinekî din jî modern bûye. Derfetên ku meriv nebatan di şert û mercên baştir de biparêze û veşêre hene." 
 
8 HEZAR CURE NEBAT BERHEV KIRIN
 
Ertekîn, destnîşan kir ku 40 sal in nebatên ku berhev kirine bi awayekî şexsî ew parastine û heya nêzî 8 hezar nebat berhev kirine. Ertekîn, anî ziman ku di xebata xwe ya lîsansa bilind de li Amedê li ser nebateke wekî baqilan xebitiye û got: "Min nêzî 20 cureyên wê berhev kirin. Paşê min di teza xwe ya doktorayê de min li Başûrê Rojhilat hebû xizmên vê nebatê berhev kirin." 
 
Ertekîn, diyar kir ku heya niha di gelek projeyên bi vî rengî de xebitiye û got: "Û ev proje ji bo min bûn îlham. Di çarçoveya van projeyan de ez çûm ku min nebat berhev kirin. Gava ez ji bo dersan diçûm Rihayê min li wir nebat berhev dikirin. Gava li Zanîngeha Sêrtê dekan bûm min li wir nebat berhev kirin. Min ji gelek bajaran cur bi cur nebat berhev kirin. Li herêmê Semsûr, bi taybetî Çiyayê Nemrûdê di warê nebatan de pir dewlemend e. Bi rastî jî berhevkirina nebatan karekî aboriyê ye û wext ji bo wê divê." 
 
‘EM BI VÎ AWAYÎ BÎREKÊ ÇÊDIKIN'
 
Ertekîn, diyar kir ku bi vê projeyê dixwaze cureyên nebatên herêmê bi cîhana zanistî bide naskirin û bîra biyolojîk a herêmê bi awayekî dîjîtal parastine. 
 
Ertekîn, da zanîn ku ji van nimûneyan hin jê tenê li herêmê şîn tên û got: "Hebûna nimûneyê nebatên ku dibe di pêşerojê de tune bibin, pir girîng e. Ji van nimûneyan hin jê tenê li vê derê şîn tên. Nimûne, cureyekî baqilan ku li Qerejdaxê şîn tê, tenê li Qerejdagê şîn tê, li herêmên din tune ye. Û niha peydakirina vê nebatê pir zehmet e, ji lew re ev nebateke stepê ye û step hemû niha bûne qadên çandiniyê ye. Ev nebat, di mêşvaniyê, di nebatên xeml û xişirê û gelek tiştên din de tê bikaranîn. Bi vê xebatê qet nebe dê bîreke me ya civakî hebe." 
 
Ertekîn, anî ziman ku pêşaneya ku di qada dîhîtal de pêşkêş dikin dibe ku di pêş de bi awayekî fizîkî jê bê pêşandan. 
 
MA / Eylem Akdag