AMED - Hunermend Kasim Taşdogan, li hêwana Şanoya Bajêr a Amedê, bi stranên xwe guhdarvan mest kirin.
Hunermend Kasim Taşdogan di çarçoveya bernameya meha Gulanê ya Şonaya Bajêr a Amedê de li hêwana şanoyê konserek li dar xist. Ozan Aktîmûr di bas gîtarê de û Mehfûz Karaaslan jî di rîtîmê de alîkariya Taşdogan kirin. Taşdogan, bi giranî stranên salên 90’î gotin û di ber re jî çîrokên stranan gotin.
Taşdogan, di konsera xwe de hem bi stranên xwe guhdarvan mest kirin hem jî diyalogeke rengîn bi guhdarvanan re danî. Guhdarvan jî hem bi çepikan hem jî bi dengê xwe hevrêtî bi Taşdogan re kirin.
DENGBÊJÎ, GELERÎ, ŞOREŞGERÎ
Çendî şilî bû jî amediyan hêwana konserê tije kirin û bi çepik û tilîliyan eleqeyek mezin nîşanî konserê dan. Taşdogan, bi repertuareke berfireh zêdetirî du saetan stranên dengbêjî, gelerî û şoreşgerî gotin.
Konser bi çepik û tiliyên bi dawî bû.
BERNAMEYA MEHA GULANÊ
Bernameya meha Gulanê ya konserên Taşdogan wiha ye:
* 6’ê Gulanê li Yenîsahne ya Êlihê-saet: 20.00
8’ê Gulanê li Şahmeran Art Cafeyê ya Amedê-saet: 20.00
14’ê Gulanê li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê-saet: 20.00
15’ê Gulanê li Îzmîr Varto-Der Pîknîgî saet: 20.00